0 0
Read Time:12 Minute, 24 Second

Behmen Qubadî: Ez bi sînemaya xwe şer dikim
Hevpeyvîn: Cemil Oguz – Davut Ozalp
Behmen Qubadî: Ez bi sînemaya xwe şer dikim
Hevpeyvîn: Cemil Oguz – Davut Ozalp
Yekem car 2001'ê de fîlmê Behmen Qubadî hat Tirkiyeyê û ji wê rojê heta niha
her ku çû li vir zêdetir jê hate hezkirin.

Û herî dawî vê mehê beşdarî
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bû û xelata "Juriya Gel a
Radîkalê" girt. Piştî xelat girtinê me li ser xelatê, li ser qedexeya li ser
fîlmê wî, rewşa wî ya li Îranê û bêşik nexweşiya wî pêre hevpeyîneke kir…
 
 
Tu dikarî ji me re qala projeya "Nîvê Heyvê" bikî? Ji ku derket û te kengê
te dest pê kir?
 
Di sala 2006'an de li Festîvala Toronto, hevalekî ji Simon Fild gazî min
kir, got, "Were li ser Mozart projeyek heye, pênc derhêner hene dê çê bikin,
5 derhêner hatin hilbijartin yek jê jî tu yî." Min qebûl kir. Proje ji bo
Wezareta Çandê ya Avusturya bû. Ez vegeriyam Tehran, lê ez zêde li ser
nesekinîm. Ez li ser projeyên xwe yên din dixebitîm, piştî demek dîsa li min
geriya, got, "Çi bû, te çi kir?, dem hindik e, dest pê bike." Min û kek
Ebbas Xezalî ji Başûr dest bi produksiyon kir. Du hefteyan de êvaran min
senaryo dinivîsand, bi roj min cih û lîstikvan didîtin. Hemû bi giştî sê
mêh, sê meh û nivê me girt. Ji aliyekî ve me dikişand, ji aliyê din ve karên
din dikir. Û fîlm temam bû.
 
Dîmenên xweş di fîlm de hebûn. Fîlm li kîjan bajaran hat kişandin?
 
Li Sine, Dîwandere, Kamyaran û der û dorê wan deran hat kişandin.
 
Çima Mozartakî Kurd? Te xwest çi bibêji?
 
Min xwest Mozartekî kurd çêbikim, bi muzîka kurd. 250 sal berê Mozart çawa
kar kiribû, lê 250 sal paşê Mozartekî kurd Mamo çawa nedikarî karê muzîkê
bike. Mozart 250 sal paşê li Îranê bijiya dê çawa ba… Û Mozartekî kurd wekî
Mamo ger li Oslo bijiya dê du qat bi ser Mozartra ba, li ciheke wekî Îranê
tenê ji bo konsereke biçûk çiqas zehmet, eziyet û azar dibîne. Min xwest van
tiştan, tiştên ji dilê min tên pêşkêş bikim.
 
Fîlmê te li qada navneteweyî xelatan digire, lê li Îranê qedexe dibe. Çima?
 
Nizanim, gere vê pirsê em ji Wezîrê Kulturê yê Îranê bikin. Ew fîlmên min
xelet dibînin. Fîlmê min normal e. Ew dibêjin, "Fîlmên te dixwazin Kurdistan
ji Îranê cihê bibe." Ez dibêjim ev ne rast e. Ez dixwazim heq û hiqûqê
kurdan wekî yê farisan be li Îranê. Heq û hiqûqê kurdan wekî yê tirkan be li
Tirkiyeyê. Li vir tirk di rêza yekem de ne, li Îranê faris di rêza yekem de
ne, lê kurd çend rêz li jêr, du sê roj li dû wan in. Ez bi sînemaya xwe şer
dikim ku wê heq û hiqûqê kurdan bi dest bixim.
 
Digel ku te bi zehmetî fîlm kişand, fîlmê te zor baş e. Tu vê serketina xwe
ji ku tînî? Ev enerjî ji ku tê?
 
Nizanim. Ev enerjiya ku bi min re carinan baş e, carinan ne baş e. Ez pir
asabî me. Ez fîlman bi vî awayî çêdikim. Ez jiyana li Kurdistanê dibînim,
carinan rewşa min pir xirab dibe. Ez zehmetî dikişînim, lê komeke min hebe
li Kurdistan bawer bikin ez ê salê çar fîlman çêbikim. Li Kurdistan
senaryonûsên profesyonel nîn in. Productor nîn in, hebe dê Behmen Qubadî li
ser mafê mirovan, li ser mafê jinan, li ser gelek tiştan fîlman çêbike. Niha
encax ez du salan fîlmekî çêdikim. Kurdekî napirse, ‘Tu derhênerê kurd î, tu
çi dixwazî?' Ew hevalê min Ebbasê Xezalî ji Hewlêrê ye, ew dipirse… ,
alîkariya min dike, li min digere, halê min dipirse. Meha çûyî ez çûm
nexweşxaneyê, wî dîsa min pirsî. Mesela çend derhêner hene napirsin ka tu çi
dikî. Lê tu organîsazyonek me (kurdan) tune ku ji min bipirse, ka tu diçî çi
nakî. Niha min hin fîlm çêkirin, ez niha dixwazim fîlmekî mezintir li ser
dîroka kurdan çêbikim, li ser jiyana kurd. Lazime sînemayeke baş çêbibe. Ji
bo vê yekê jî organîzasyoneke mezin lazim e bo ku alîkariya derhêneran,
sînemavanan bike.
 
Ma li Başûr jî organîsazyonên ku bibin alîkar nîn in?
 
Hene lê ne wisa organîsazyonên mezin in. Ji bo xebateke baş organîsazyoneke
pir mezin û profesyonel lazim e.
 
Min hemû fîlmên te yên metraj dirêj temaşe kirin. Di vî fîlmî de ji yên din
cihêtir asmbolê helbestî hene. Hinek tiştên îlahî hene. Gelo ev lêgerîneke
nû ye?
 
Ev beşeke ji çanda kurdan e. Cihê ku Mamo diçe malek, ew ji çanda kurdan e.
Rast e, di fîlm de asmbolên şaîrane hene. Xwişkek min helbestan dinivîse, ez
jî dinivîasm. Tesîra van di fîlm de çêdibe. Ez li asmbolan, li maneyan
digerim. Hem ferhenga kurd têde heye, hem asmbola şiîr, ev dikeve nava
fîlmên min, ji bo min dibe alîkar jî.
Li Kurdistanê pir sihêr, cedû hene, realîzma sehrê heye. Li ser vê çîrokeke
me heye. Dîroka me pir bi sihr e. Sînemayeke min dê li ser vê jî hebe.
 
Di fîlmên te de her Kurdistan heye. Dema têne nîşandayîn hinek jê aciz
dibin, hinek jî jê hez dikin. Ji bo te Kurdistan çi ye?
 
Ez du salan carekî fîlmekî çêdikim, senaryoyên min li ser Kurdistanê ne. Ez
li vir dikişînim, dixwazim li ser welatê kurdan çêbikim. Ez sînemaya kurdan,
li Kurdistanê çêdikim. Helbet wê Kurdistan hebe. Ger senaryoyî min li ser
Tirkiye, Iraqê, li ser Ermenistanê hebe ez dixwazim li wan deran bikişînim.
Lê senaryoyê min li ser vir e, dixwazim li vir bikişînim, kurd werin alîkarî
bikin, asîstanî bikin, fêr bibin. Projeya min a pêş dê li Tehran bê
kişandin.
 
Te di axaftineke xwe de got ez dixwazim ji Îranê derkevim…
 
Rewşa vir (Îran) pir zor e, hikûmeta nû, ya Ehmedînejad fîlmê min qedexe
kir. Xeber dan ku ez nikarim fîlmekî nû bikişînim. Heta niha hikûmeta Îranê
qet negotiye derhêner bila fîlm çênekin, fîlm qedexe nekirine, lê vê
hikûmetê qedexe kir. Ez nizanim çi bikim, lê herhal baştir e ku ez ji Îranê
derkevim. Dixwazim biçim cihên cihê bibînim, bigerim, dixwazim îngilîziya
xwe pêş bixim. Ez fikirîm çûyîna Kanada baştir e. 6-8 meh paşê.
 
Lê projeyeke te ya li Îranê, li Tehranê kişandina fîlmekî hebû. Tu ji Îranê
derkevî, dê ev çawa bibe?
 
Rast e, ezê du mehên din bikişînim. Li wir ji bo min fîlm kişandin qedexe
ye, lê ezê bi dizî bikişînim.
 
Ez vê binivîsim?
 
Erê, erê. Ger destûr nedin jî ez ê bikişînim. Ger werin kameraya min
bişikînin jî, çavê kameraya min kor bikin jî ez ê bikişînim. Fîlm bê "e", bê
"ş", bê "q" dê li ser eşqê be..
 
Çawa dibe, eşqeq bêyî van tîpan?
 
Na, ez naxwazim qala senaryoyê bikim, lê bê van tîpan ezê bikişînim. Eşqeq
"e" nîn e, "ş" nîn e, "q" nîn e, yanê hîç nîn e.
 
Ez dixwazim li ser fîlmên Îranê jî tiştekî bipirsim. Di van salên dawî de
fîlmên mezin ji îranê dernakevin. Çima gelo?
 
Pirsgirêk heye. Yek meseleya sansur e, ji ber sansur hemû fîlm xwe dubare
dikin. Lê dinya dixwazi tiştekî nû bibîne. Sînemaya Îranê divê tiştekî nû
çêbike. Ya diduyan, li Îranê rewş zehmetir bûye. Ev rejîm ev du sal in pir
pirsgirêkan derdixe ji bo huner, ji bo sînema. Pir kontrol heye li ser
huner.
 
Te li Stenbol xelat stand. Em kêfxweş bûn, tu dikarî çi bibêjî li ser vê?
 
Festîvala Stenbolê festîvalekî baş e, lê xelat ji bo min pir normal e. Heta
niha min 130- 140 xelat standine. Ev xelat baş e ji bo danasîna fîlmê min,
lê ne xelatekî pir muhîm e, înşela ezê xelatekî baştir li Festîvala Stenbol
bitsînim ku alîkarî fîlm bike.
 
Di festîvalê de bilêtên fîlmên te bi heftan berê xelas bûn. Gelo dê "Nîvê
Heyvê" li Tirkiyeyê bikeve vîzyonê?
 
Belê, nika produksiyoneke em bi hev re xeber didin, du-sê mehên din dê
bikeve vîzyonê.
 
Te par gotibû, sînemaya kurd sekiniye. Niha tu çawa lê dinêrî, bi ku ve
diçe?
 
Sînemaya kurd heye nîn e ne diyar e. Organîzeyeke nîn e alîkariya sînema
bike. Lazime producsiyonên mezin hebin, nîn in. Orgazîneyên ku divê
alîkariya sînemayê bikin, biçin bi hikûmetan re xeber bidin, fînansê bibînin
gere çêbin. Gerek yên bi ayaweke profesyonel senaryo dinivîsin hebin.
Sîstemekî mezin lazim e ji bo sînema. Organîzeyeke mezin lazim e.
 
Meha çûyî te rakirin nexweşxaneyê, em tirsiyan. Niha rewşa te ya
tenduristiyê çawa ye?
 
Baştir e. Meha çûyî li Avusturalya work-shopekî min hebû li festîvalê. Li
wir ez ji nişk ve ketim, 5 roj ez li nexweşxaneyê bûm, li min nêrîn, chak-up
kirin, tiştek nîn bû, ez vegeriyam Îran, li wir dîsa nexweş ketim. Du roj li
wir jî li nexweşxane mam. Ez dixwazim li vir Tirkiyeyê jî biçim careke din
chak-upeke baş bikim. Mejiyê min de pirsgirêk heye herhal.
 
Kekê pirsa dawî: Ji bo senaryo filan, tu pirtûkên kurdî dixwînî?
 
Belê, dixwînim. 5-6 pirtûk hene, çîrokên min jî hene, pir nêzî wan in. Ez
dixwazim wan çêbikim. Rojek ez kitêbekî pir pir baş bibînin, tesîrê li min
bike, sedî sedê ez ê wê çêbikim.
 
 
Rizgari.com' dan alınmıştır

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter