0 0
Read Time:2 Minute, 41 Second

Wezareta Çandî ya Tirkiyê her sal jiberhemên edebî, wêjeyî û hûnerî jibo arşîva xwe hildibêjîrîne. Heta niha geleksînemên yên Tirkiyê jî jibo arşîva xwe dagirtibûn. Lê fîlmên Yilmaz Güneyînedixstin nav arşîva xwe. Ji gelek layan de ev yek wisa dihat nirxandin, ku weklêyîstîkvan, nivîskar, derhêner û kesayetekî siyasî yê Kurd Yilmaz Güney her çiqas li Trikiyê û li hemî cîhanê bihête naskirin û rêzeke mezin li wî hatibedestnîşankirin jî, jiberku ew kesayetekî Kurd û çepgîr bû, wezareta çandî yaTirkiyê berhemên mezin û bi tesîr yên Yilmaz Güneyî nedixsitin nav arşîvên xwe.

Berî heftiyek jî nûçeyek li ser vê bûyerê di çapameniya Tirk de derketibû ûreaksiyoneke mezin dîtîbû. Malperên ajansên Tirkî di destpêkê de jî Hür Haberbi manşêteke wisa “Li dij Yilmaz Güneyî eyîbeke mezin” ev nûçe hat belavkirin ûgelek xwendkar, siyasetmedar, hemwelatiyên ji hemî miletî, bi dengekî ev bûyerşermezar kirin. Li ser vê reaksiyonan, wezareta çandî ya Tirkiyê xwe yekserçerixand û biryar da ku gelek berhemên Yilmaz Güneyî wê bikevin nav arşîvawezaretê. 11 fîlmên Yilmaz Güneyî ku ew li Tirkiyê ji aliyê hezkiriyên xwe û jialiyê hemî gelên li Tirkiyê bi navê “Keyserê Nexweşik” dihête naskirin. FîlmênGüneyî yên bi navê “Hêvî”, “Bir”, “Dîwar” jî di nav wan 11 fîlmên hilbijardî dene. Wekî dihête zanîn ev her sê fîlm jiber tavanbariya propagandaya Kurdayetiyêû komûnîzmê ve hatibûn qedexekirin.

Jina Yilmaz Güneyî Fatoş Güney xanim di derbarê vê bûyerê de daxûyaniyek da ûgot: “Gelek fîlmên Yilmaz Güneyî di dema wextên darbeya leşkleriyê de hatinewendakirin. Mixabin hinekan ji wan hîna jî nehatine dîtin. Lê me bi derfetênxwe gelek kopyayan peyda kirin û ew fîlmên Yilmaz Güneyî ku wan ji aliyê saziyênavnetewî gelek xelat wergirtine, her yek kopyayek ji wan em dê bidinewezaretê.”

Fîlmên Yilmaz Güney yên ketin nav arshîva wezareta çandî ya Tirkiyê ev in:

1. Bir (Sürü)

– Xelata Leoparê Zêrîn, 1979 Festîvala Fîlma Locarno
– 1979 – Xelata Mezin ya Festîvala Fîlma Antwerp
– Xelata Navnetewî Hevdesaziya Fîlma Katolîk, Xelata Navnetewî ya Jûriya FîlmaProtestan
Festîvala Fîlm ya Berlîn- 1979
– Xelatên SIYADê 1979
– 1980 Xelata BFI, Festîvala Fîlm ya Londonê
– 1980 Xelata Mezin ya Festîvala Fîlma Valencia
– 1980 Xelata Mezin ya Festîvala Fîlm ya Belçîkî

2. Hêvî (Umut)

– Şahiya Kozaya Zêrîn ya Edenê Adana, Xelata Baştirîn Derhêneriyê, baştirîn
lêyîstîkvanê mêr, baştirîn senaryo
– Xelata Taybet ya Lijneya Hilbijêrdêrên Şahiya Fîlm ya Grenoblê

3. Endîşe

– 1975 Di Festîvala Fîlm ya Purtqala Zêrîn ya li Antalyê, Xelata BaştirînSenaryoyê

4. Dijmin (Düşman)

– 30. Şahiya Fîlm ya Berlîn 30. Xelata baştirîn senaryoyê

5- Şîn (Agit)

– 1971 Festîvala Kozaya Zêrînya Edenê, Xelata 3. baştirîn fîlm

6. Rebenan (Zavallilar)

– 1975 Di Festîvala Fîlm ya Purtqala Zêrîn ya li Antalyê, 3. Baştirîn Fîlm,

7. Heval (Arkadaş)

– 1975 Di Festîvala Fîlm ya Purtqala Zêrîn ya li Antalyê, 2. Baştirîn Fîlm,

8. Rê (Yol)

-1982 Festîvala Fîlm ya Cannes, Xelata Palmiyê Zêrîn

Li gel van fîlman, Dîwar (Duvar), Sêyîtxan (Seyîthan) û Gurên Birçî (AçKurtlar) jî ketin nav arşîvên wezareta çandî ya Tirkiyê. Fîlmên Yilmaz Güney jialiyê dewleta Tirk ji nûve bihêtin restorekirin û bi nivîsên binî wê di hemîşahî û festîvalên sînemê yên cîhanê de wek temlsîlkariya Tirkiyê bihêtin belavkirin.Xanima Yilmaz Güney dibêje, “104 fîlmên Yilmaz Güneyî hatine wendakirin. Sedemawendakirina wan ya yekemîn jî tedayiya dewleta Tirk ya di dema darbeya 12 Îlonêde bû.

RO/Sêyîd Xan

www.kurdistan-news.net

 

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter