0 0
Read Time:1 Minute, 56 Second

KNN-Tirkiye/Oguz Yorulmaztîmekî şerê taybet yê Trikiyê bû û li dij Kurd û şervanên Kurd şerê taybet bikar dihanî. Lê di heman demê de Oguz Yorulmaz yek ji tawanbarên girîng yê dozaSûsûrlûkê bû. Yorulmaz di sala 2005 de bi şerekî nediyar û bi şik li Bursayê,di retaurandekê de hat kuştin. 

Îro diya Yorulmaz diderbarê tawanbariya serokwezîrê kevin yê Tirkiyê Tansû Çîller û wezîrê daxilîkevin yê Tirkiyê Mehmet Agar de îtîrafên pir mezin kirin. Li gor ragîhandinaajansa Hür Haber, dayik Nurhan Yorulmaz dibêje Tansu Çîller, Mehmet Agar û hinrayedarên dewletê yên din ku ew jî alîkarên Çîller û Agarê ne, 94 cînayet bilawê wê dane kirin.

 

Wekî dihête zanîn di demaserokwezîriya Çîllerê de (1993-94) gelek însan bi veşartî hatin kûştin ûwendakirin. Çîller bi xwe di meclîsê de gotibû ’lîsteya wan di destê min de’kesên alîkariya PKK dikin, Çîller behsa lîsteya wan dikirin. Lîsteya Çîller 124kes bûn, lîsteya ku dayika Oguz behis dike, yanê lîsteya kuştiyan 94 kes in.Mena wê ev e; 30 kes nekarîne bikûjin, 30 kes kêm in ji lîsteya Çîllerê.

MEHMET AGARÎ BI ÇEWAL PEREDIŞANDIN

Dayka Oguz Yorulmaz bi telewizyoneke Tirk ya bi navê STAR-TV re wisa axifiye:„Wezîrê daxilî yê kevin Mehmet Agar gelek cînayetan bi destê kurê wî dan kirin.Gelek kes bi lawê min dan kuştin. Paşê jî Ergenekonciyan kurê min kuşt.“

Dayik dibêje, Mehnet Agarbi wasiteya  fermandarê tevgera taybet yê wê demê Îbrahîm Şahîn  biçewalan pere dişandin ku bihên belavkirin.

JI PARA KURÊ MIN RE 100 DOLAR KET

Dayka Oguz Yorulmaz ji STAR-TV re wisa diaxife: „Ji vê perê jibo kurê min 100dolar ma. Kurê min jibo ku bibe memûrê dewletê ket vî karî, lê Çîller û Agarkurê min kirin çetecî û bi destê wî 94 însan dan kuştin. Heta ez bijîm destêmin pêsîra wan de ye, bila dewlet van sûcdaran bi ceza bike.“

Ev nûçe di çapemeniya Tirkde bersivek mezin dît, hemî rojname ev nûçe avêtin manşêtên mezin. Wisa diyar eli Tirkiyê sansasyonên nû çêbin û mêvanên Ergenekonê, bi Çîller û Agar dest bizêdebûnê bikin.

Dora zalimên mezin li herîdawî ye, lê esil dor ew e…   Niha hem çapamenî û hem jî raya giştî libenda sibê ne ku di derbarê Çîller û Agarî de çi pêşketin biqewimin?

KNN-Zeynel Abidîn Han

Çavkanî: STAR-TV û HürHaber

 

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter