Eger Botan me nebîne, Pîr jî me nabîne… Birayê min yê ezîz, şahê çiyayên Kurdan, çiyayên Kurdên mazlûm, bindest û elemkar; dijminê deştên Kurdên bêbext, bêwîjdan, bêpîvan…
Birayê me yê şoreşger, Nîzamedîn, yanê Botan, Botanê welatê xwe, yare gerîlatiyê, heval û hogirê Zagros û Cûdiyan… Botan, yanê wekî camêrekî wek mirov, hevalekî dilsoz û heta dawî Kurdperwer, mirovperwer û hevaldost…
Gava min nûçeya di derbarê nexweşiya Nîzamedîn Taş-Botan bihîst, gava min ewil car di malpera avesta de ew nûçeya bêxêr ya ku Botanê hevalê min yê ezîz bihîst, yekser zîndanên Amedê yên salên 1981-82 yan hatin bîra min.
Kemal Pîr, Pîrê me, dost û yare gelê Kurd, xweşmirov, hevaldost, Pîrê me di rojên dawî yên rociya mirinê de çavên xwe wenda dike. Kes nizane û ew jî jiber giyanê xwe yê pêxemberane ji kes re nabêje. Ji du aliyan de nabêje, yek bila morala hevalên wî yên dilsoz xirav nebe, ya dûyemîn jî bila dijmin şa nebe… Kes nizane û Kemal Pîr nabîne…
Rojekê gardiyanek dihê… êdî me wisa bihîstîbû, bawer im rast bû jî, ji Kemal dipirse “Çawayî Kemal, tu hîna nemirî, çavên te dibînin?” “Belê dibêje,” Kemal. “Baş im, hem jî qasî ku nexezî baş im. Çavên min jî qasî min baş in!” Gardiyan bawer nake, jiber ku dizane ew çi mirovekî bi rûmet û bi xûrûr e, serê xwe natewîne, canê xwe, dide stûyê xwe xwar nake. Dibêjin, gardiyan kibrîtê dirêjê dike Kemal û dibêje, „Ha Kemal, ji te re kibrît, pê cigarê xwe vêxîne.’ Gava Kemal radibe ku kibrîtê bigre, jiberku çavên wî nabînin, ne berev gardiyanî, berev aliyekî din xwe radigîhîjîne kibrîtê û bi vî aweyî gardiyan fêm dike ku Kemal nabîne…
Bi vî aweyî em jî pê hesiyan ku çavên Pîrê me nabîne…
Belê min gava bihîst ku Botanê ser dilê min jî çavekî xwe wenda kiriye, Kemal Pîr hat bîra min, gelî hevalno, werin min bikûjin, ev derd min îflah nake.
Lê Kemal di destê dijminê bêbext de bû, Botan qaşo li Kurdistana azad… Ka kî dikare bêje ez dijîm, ez dibînim, ez heme?
Xwe nexapînin, ji serokwezîrê Kurdistanê heta şivanekê Serhedê, ji serkirdeyên hemî partiyên me heta cotyarekî Ranyayê, ji nivîskarên me yên herî payebilind heta kebabçiyeke Ûrfayê herkesek dizane Botan kî ye, û çi ye, herkes dizane ku Botan ne dîroka me ya nêzik de, di dîroka seranser Kurdistanê de yek ji fermandar û şervanekî xas, fîdakar, dilviyanê welatê xwe ye. Eger roja axîretê bibûya û eger ji me pirsiyar kiribana ku we jibo welatê xwe çi kirin, ma ji wê îmtanê kîjan me qasî Botan bê minet û bê tirs bikaribûya û bigota, „Belê Xwedayê min, min jibo welatê xwe her tiştên xwe dan û min her tiştên ku ji destên min hatin min ew kirin.” Kî dikare bêje? Werin binihêrin ku ew dîsa jî vê yekê nabêje û heta niha jî negotiye…
Wek ez dizanim, wek min ew naskir, çîroka Botanê ezîzê welatê xwe, evîndarê gelê xwe ev bû.
Min Botan di sala 1976 de li Gimgimê naskir. Wî diçû xwendegeha mamaostetiyê ya li Dêrsimê. Em hevalên hevûdu bûn. Min gelek ew hezdikir. Gelek rojên me, mehên me bi hevaltiyeke pir baş derbas bû. Ez nêzîkî hizba Rizgarî bûm, wî jî digot ez „Ulusalcî” me. Piştî salekî gava me hevûdu dît, fikrên wî pêştetir ketibûn û dixwest min jî bike hevalên xwe yê rêxistinî. Me gelek caran gengeşiyên hişk jî kirin. Lê Botan mirovekî mûlahîm, baş, secîh û bi sebir… Ti caran hevaltiya xwe bi min qut nekir û rojekê ji min re wisa got: „Mêzeke Zeynel, tu hevalekî jîr î, gelek çalak î. Lê rêxistina te, serokên te zeyîf in, te îro bikar dihînin û paşê wê hemî hêz û taybetiyên te tune bikin û bavêjin aliyekî ve. Jibona vê yekê êdî rastiyê bibîne û were refên me.”
Qet jibîr nakim, di lokala şarevaniya Gimgimê de (Belediye Lokalî) me ev gengeşî kir. Min jî jê re got, „Daxweza min ew e ku birayê min, tu nekevî vê rewşê!”
Sal derbas bûn, me hevûdu nedîtin. Ez gava çum başûr di sala 1993 de min pir xwest wî bibînim, lê çênebû.
Wî rast digot, lê rastiya vê gotinê, çi mixabin berî her tiştî hat sere birayê min. Botan bi salan şer kir, bi salan tekoşîna welatê xwe meşand û rojekê serokê PKK Ocelan jî ew derxist û ji gerîlayan re wisa got: “Eger dibin mina Botan bibin, nabin jî bicemin herin mala xwe.”
Lê paşê, Botan bû qatîl, bû xayîn, bû revok û kûjyerê 10 hezar leşkerên Tirkan…
Ez sûcên Botan hemî digrim ser xwe, eger Botan xayîn be, ez jî xayîn im. Eger Botan kûjyer be ez jî kûjyer im. Gelî milletê min, gelê partiyên min, gelî fermandarên min yên bi salan ked û xebatên welatê xwe de dijîn, gelî hevalan, birêz serkirdeyên PKK, Mûrat Qereîlan, Cemîl Bayik, Mistefa Avareş, Elî Heyder Qeytan, Dûran Qalxan, Dr. Bahoz Erdal, xwîşka delal mîlîtanê dilsoz Sakîne Cansiz, hemî şoreşgerên vî welatê mezlûm, banga min ji wer e ye; werin rê li ber vê xefletê bidin birîn. Ma çi cûdahiya Botan ji Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Akîf, Ferhat û bi hezaran qazî û şehîdên Kurdistanê heye? Ma Botan rêhevalê we û wan nîne. Werin xwîşk û birayên min yên delal, hûn ezîz in, hûn hêja ne, hûn jî bi salan ked û xwîn didin jibo vî welatê bihûşt, ca werin dawî li vê dijmintiya bê mane bidin. Ka şairê me Ahmed Arif dibêje, „Bi egîtîbe dixwezim, dijmintî jî, dostanî jî…” Ma ez nizanim, PKK bi kîjan prensîbên mirovane li gel leşkerên birîndar û girtî yên Tirk tevdigeriya. Ez bixwe tê de bûm, we wek prensîbên navnetewî û mirovane, ew dijmin bin jî we bi her rindî û çakiyên însanetiyê rayê wan didan û ev yek jibo we jî, jibo miletê me jî şanazî û rûmetdariyê ye. Baş e, ma hûn çima jibo Botan jî ev şanaziyê, ev rûmetdariyê nîşan nakin. Ma qewlê giyan û kesayetiya şoreşgeriya karkeran wisa bû, ma gelo hevalbendiya Egît, Mazlûm, Xeyrî, Kemal wisa bû?
Werin gelî xwîşk û birayan, gelê ehlên mirovayetiyê, hemî Kurdperweran, hemî şervan û serkirdeyên PKKê, werin bidin xatirê Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Pîremêrdî, Goran û Hêmenî, werin vê dijmintiya bê mena û ev dijmintiya bes bi destê dewleta Tirk hatiye afirandin bi dawî bihînin. Dîsa tekoşîna fikrên xwe bidin berdewam kirin, em dîsa li gel we ne, hûn çi kar û xebat bikin em jî li gel we ne, lê eger hûn şoreşger û egîtên vî welatî bi xayîntûî binavbikin, tevger û helwestên ne dostane û ne mirovane li gel wan bicesbînin, em vê yekê qebûl nakin; jiber ku di me de wek we giyanê Kurdayetî û karkeriyê hebû Dê her hebe jî…
Botan, eger tu nebînî, ez jî nabînim. Eger tu nejî, ez jî najîm…
Ma Kemal jî nedîtit, ma gelo kîj ji me qasî rastiya milet û ev welatê me dîtibû. Tu dizanî Botan, ew qas dilê bi min te re ye, vê yekê îro bes Kemal Pîrê min yê şahê Pîran dizane û ev yek jî bo min îro bes e…
Zeynel Abidîn
20 Îlon 2008
Berlîn
www.kurdistan-news.net This e-mail address is being protected from spambots. You need JavaScript enabled to view it