Li Hewlêr Konferansa Enfalê
KNN/Kurdistan/Ji bo lêkolîn û gotûbêjkirina tawana komkujiyê ya li dijî gelê Kurdistanê ji hêla felsefî ve, îro li Hewlêrê li Xaneya Hîkmet ya Ji bo Lêkolînên Felsefî, bi hevkariya wezareta şehîdan û enfalkiriyan ya herêma Kurdistanê, konferansek li ser Enfalê hate sazkirin.
Di vê konfaransê de ku jimareyek berpirsên hukmî û pispor û şerazayên beware enfalê û jimareyek ji mamostayên zanîngehan amade bûn, wezîra şehîdan û enfalkiriyan Çinar Sead di gotarekê de got:” Tawanên Enfal,kîmyabaran,rûxandina gundên Kurdistanê , enfala barzaniyan tawanên nemirovî ne û bûne sedema jinavbirina jiyana aborî,kulturî û derûnî ya gelê Kurd.”
Sead got:” Ji bo nehiştina tesîra van tawanan ya li ser kesûkarên qurbanan, pêwîst e şîroveyên zêdetir li ser vê mijarê bê kirin.Her weha bi rêya lêkolînên wiha cihan jî tawanên li dijî Kurdan dinasin û dibin jêder û dokoment.”
Paşe jî karên konferansê dest pê kirin û mamostayên zanîngehan û pisporan çend mijarên li ser tawanên li dijî gelê Kurd pêşkêş kirin.
Ev konferans bi beşdariya 200 kesan dest pê kir û dê sibê jî dom dike.Her weha biryara di dawiya konferansê de mijarên ku hatine pêşkêşkirin wek pirtûkek bi çend zimananbê çapkirin.
Jêder: Pukmedia