“Faşîzm çi qas israr bike, em jî ew qas!”
KNN/Tirkiye/Engîn Ceber berê ji aliyê polêsên Sitenbolê û paşê jî ji aliyê gardiyanên girtîgeha Metrîsê ve hat şikencekirin. Di vê şikenceyê de hevalên wî jî pê re eza kişandin. Paşê Ceber jiber şikencê jiyana xwe ji dest da. Gardiyan û polêsên Sitenbolê bûn kûjyerê şoreşgerekî din. Dûhê cinazê Engîn Ceber bi meşeke 5000 rêhevalên wî hat veşartin.
Di meşa cinazê wî de tiştekî balkêş hebû, balkêş û trajîk. Hevalê Ceber Ferhat Gerçek berê niha bi guleyên polês hatibû birîndarkirin û Ferhat seqet mabû. Engîn Ceber jî jibo nerazîbûna xwe bide diyarkirin û piştgiriya çalakiya jibo hevalê xwe yê Ferhat Gerçek bike û doza wî li dij polêsên şikencekar bimeşîne hat girtin û di girtîgehê hat kuştin. Îro jî Ferhat Gerçek bi pankarta ku tê de wêneyê Ceber heye û peymana nejibîrkirin û meşandina doza wî heye bi xwe re gerand. Bi xwe re û bi erebeya xwe ya seqetî re.
Jiber ku Ferhat jibo tekoşîna hevalê xwe felç hatibû kirin. Ceber jî jibo hevalê xwe hat kuştin…
Dayka Ceberî şîn girêdan…
Cinazê Ceberî anîn Malacemî ya li taxa Mûstefa Kemal û li wê derê merasîmek hat lidarxistin. Dirûşmên wek “Engîn Ceber namire!” “Rûmeta Mirovayetiyê wê şikencê bin bixîne!” hat avêtin. 5000 rêheval pêkve meşiyan û dirûşme avêtin.
Dayka Engîn Ceber Kamîle Tekîn jiber şîn û janê nedikarî li piya bisekine. Bavik Alî Tekîn jî wisa… “Ez 365 roj jî qisebikim çi tiştekî wê nehête guhertin. Kurê min qetil kirin. Bila min têxin dewsa xwe.”
Nûnerê TAYADê (Saziyeke ji malbatên girtiyên şoreşger hatiye avakirin) Ahmet Kulaksiz jî axiftinek kir û wisa got: “Di girtîgehan de zulim û kuştin her zêde dibin. Faşîzm çi qas israr bike em jî ew qas isirar bikin. Ev tola me wê ji roja axretê re nemîne.”
Di meş de nerazîbûneke mezin li dij dozgerê girtîgehê jî hebû. Her wiha polês tedbîrên ewlekariyê sitandibûn (polês3en Tirk berê dikûjin û paşê tedbîrên ewlekariyê distînin) û her wiha nerazîbûneke mezin jî li dij wezîr û cîhirê Erdogan Dengîr Firatî re hebû. Firat jibo meşdaran soz û peman da ku ew dê her çi be kiryarên vê kûjyeriyê bibînin û cezayê wî bihête dayîn.
KNN/Eliyê Zozan
Çavkanî: Taraf