Min tu divê…
Di xwezayê de her tişt di nav şerekî bê dawî de xwe dide jiyandin. Mirin jî bidavîbûna vî şerî ye. Yanê hebûn xwe vedigerîne nebûnê. Mafê her hebûnê heye, ku dema vî şerî didomîne her dem metod û ceribandinên nû û yên hê bikarnehatî keşif bike, biceribîne û piştre jî ev yek ji xwe re bike hacêta şer û tekoşîna hebûna xwe. Mişk, masî, mûrî, mar, mêş, pepûle, şêr, piling, kûsî, gul, dara sêvê, kelem, genim, mirov, milet… hemî jî hebûnên vê cîhanê ne û hemû jî qasî şiyan û kiryanên xwe di nava vî şerî de dixwezin umrê hebûnên xwe dirêjtir bikin.
Hûn li kîjan ajêl, nebat û mirov dinihêrin, di hemiyan de tiştekî hevpar dibînin: Hemî jî dixwezin bijîn û bi ser kevin.
Hemiyan jî, ji bo jiyan û serkeftinê hatine vê cîhanê. Yan jî ew xwe wisa dihesin. Ev yek carîna bihête qada xwexapandinê jî, hêzeke jiyanê ya ku pê xwe motîve bike didiyê wan.
Li gel birçîtî, nexweşî yan jî karesateke dîtir, ya ku jiyanbijek diparêze ev hest e: Hesta herdaîmbûnê û serkeftinê ye. Gava yek ji van motîvan kêm bibe, jiyan û serenceya hebûnê jî roj bi roj têk diçe.
Ajêl, nebat yan jî mirov, qet ferk nake, hebûn fermana mirina xwe îmze dike û mirin jî qet dereng nakeve.
Bilindî û evrahiya mirov ya ji hebûnên din jî, di nihêrîna wî ya li gel vî şerî de xwe dide diyarkirin. Mirov zana ye, ji bo vî şerê bêdawî, dikare her hest û motîvên xwe bike çek û hacêteke pir bi hêz. Birîndariya xwe bi sitranên dilan dipêçe, birçîtiya xwe bi helbest û çîrokên xwe yên bav û kalan têr dike, bêhêziyên xwe bi viyan û dilyariya jiyanê ve vedigerîne bihêzbûnê û di dawiyê de xwe amedeya jiyan û tekoşînê dike.
Divê ew daîm amede be, wekî din şerê jiyanê, wî bin dixîne.
Her mirov şer dike ku, xwedî sermayê û malbatiyê be, piştre xwe bi vê sermayê û malbatiyê bide berdewamkirin. Her milet şer dike, da bibe xwedî axa xwe û li ser vê axê jî ji xwe re dewletekê ava bike, ku di nav dewletên cîhanê de hêz, hebûn û rûmeta xwe wenda neke. Ji ber ku gava ev her sê taybetiyên mirovane ji destê wî biçe, ew dibe bendege, yanê kole.
Koletî, şerekî binketî ye ji bo mirov. Azadî jî ya serketî ye. Yanê gava we ev şer wenda kir, mafê jiyanê ji bo we namîne. Ew jiyana ku hûn xwe dihesin jî, êdî xwexapandin e. Bawer bikin ev xwexapandin dilê ajêlan jî dide ber êşên bêdawî…
Eger kesek ya ji miletekî bindest û kole bêje di dilê min de ev êş tûne, ew nikare bibe ajêl jî. Yanê tarîfkirina rewşa ya wî mirovî ji aliyê çi rêgeh û zanistiyekê jî ne mûmkûn e.
Bo nimûne; Kurdek rabe û bêje, ji bo me dewlet ne pêwîst e, em dikarin bê dewlet jî bijîn, em dikarin di nav hidûdên dewleteke din de di rewşeke azadî û demokrasiyê de bijîn, ew tê vê menayê: Di wî mirovî de qasî kûsiyek jî, qasî kêvrûşek jî motîv û hesta şerê hebûn û serkeftinê tûne ye. Em dikarin wî mirovî di nav mijareke dîtir, di nav mijareke taybetî de bihesîbînin, ne di nav rewşa mirovên hemdem ya bi xwedî dîrok û rûmeta mirovayetiyê de…
Hûn dikarin bibin nivîskarek bi nav û deng, siyasetmedarek mezin û hêja, hûnermendek ezîz, ramenerek kûr, dîplomatek aqilmend, ev hemî jî mûmkûn in; lê hûn nikarin ev taybetiya xwe ya balabilind bi hesta xwenebûnê ve bimeşînin. Yanê gava we got me dewlet navê, em bê dewlet jî dikarin rûmeta xwe biparêzin, dihête wê menayê ku ji bo we rûmetî û hebûna hestên birûmetbûnê çi caran girîngiyekê ava nekiriye. Ew rûmeta ku hûn behs dikin, rûmeta qirş û qal in, yanê ne rûmet e.
Divê em ji bîr nekin, ku ev gotin bes ji aliyên kesên ku bin bandora dewletên dagirker mane dihête ser ziman, di eynî demê de ev kes hinek navdar in, li ber çav in, em bêjin mîna ku xwedî karwanên fîncanan in, yanê her tiştên xwe yên ku wenda bikin hene.
Ji ber ku ji bilî hest û rûmeta hebûna xwe her tiştên wan temam in… Ma ev yek karesateke piçûk e ji bo dewlemendiya mirovan? Ka bêjin di cîhanê de ji vê xiravtir feqîrtî heye?
Ji ber vê yekê ez pêşniyaz dikim, gava Kurdek behsa divêtî yan jî nevêtiya dewletbûnê dike, bila bi hemû hesasiyeta xwe bifikire, ku di vê derbarê de her gotin dikare qada mirovahiya xwe bigûherîne…
Ji ber ku di navbera ser û binê mirovahiyê de ew bersiv heye.
Belê ez Kurd im, min dewlet divê.
Ne ku ji ber desthilatdariya herêm yan jî cîhanê, ji ber desthilatdariya rûmet û namûsa mirovayetiyê dibêjim, me dewlet divê. Dewleteke serbixwe…
Yanê Kurdistana Serbixwe ji bo me û cîhanê dê bibe sedema serkeftina mirovayetiyê.
Ji ber ku ez mirov im û dixwezim di şerê hebûnê de ez jî hebim:
Min tu divê hêy Kurdistana Serbixwe, min tu divê…