0 0
Read Time:59 Second

Endamê encûmena nûnerên Iraqê Mehmûd Osman ê ku ser bi lîsta hevpeymanîya Kurdistanî ve ye weha ragihand, ku divê hevpeymanîya Kurdistanî hilwestekî vebirr li beramber Nûrî Malikî bistîne. Mehmûd Osman weha jî da zanîn, ku êdî Kurd nikarin bi Malikî re berdewam bikin. Di bareya siyaseta hevpeymanîya Kurdistanî de ya li beramber evê rewşê, Mehmûd Osman ji PNA û radiyoya Zagros re got: divê hevpeymanîya Kurdistanî di destpêkê de lezê li dîyarkirina hilwestê xwe neke.. divê ew çaverêyî encamên karên herpênc komîteyan be, ewên ku di navbera Hewlêrê û Baxdadê de hatine pêkanîn, da ku çareyan ji pirsên hilawîstî re bibînin.. gerek di evê dema nêzîka pêş de jî, karên ewan komîteyan bi encam bibe.

Dr. Mehmûd Osman weha jî got: Malikî û grûpa xwe bi berdewamî rewşê aloz dikin.. pênc arêşeyên me bi wî re hebûn û niha ya şeşê jî hat ser wan û ew jî arêşeya Encûmenên Piştevanîyê (Caşan) ye.. divê Kurd heta bi dawîbûna karên evan pênc komîteyan çaverê bin.. heger pirs û arêşe nehatin çareserkirin, divê hîngê biryarek vebirr hebe, ji ber ku em nikarin bi evî awayî bi evê hukûmetê re pişkdar bin û pê re berdewam bikin.

PNA

www.kurdistan-news.net

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter