0 0
Read Time:47 Second

Kurdistan News-KNN/Hûner/Koma mûzîka Kurdî ya resen Kamkaran (Kamkars) jibo îfa kirina mûzîka Kurdî li Amerîka û Kanadayê konsêran lidardixîne. Wekî dihê zanîn, Kamkaran wek komeke ji hûnera mûzîkî ya kevneşopî û filklorîka modernîzekirî ya Kurdî li Kurdistan û li cîhanê baş dihête naskirin. Her wiha Kamkaran li Kurdistan û li cîhanê li gelek deveran konsêrên mezin pêkanîne û di destpêkê de ji aliyê Kurdan, lê di heman demê de ji aliyê gelek netew en cîhanê hatiye ecibandin.

Li gor ragîhandina Pukmedia di dawiya meha Sebatê ya sala dihê Koma Kamkaran li pênc bajarên Amerîka û 4 bajarên Kanadayê konsêrên xwe pêk bihîne.

Taybetiyên Kamkaran pir in, lê du taybetiyên balkêş ev in; ev kome ji aliyê xwîşk û birayan hatiye sazkirin û mûzîkavaniya wan wek hest û pîşeyeke hûnerî ya malbatî ye û her wiha ji her zaravên Kurdî sitran û mûzîk îcra dikin û dihafirînin.

Kurdistan News-KNN/Xezal Evdalan

www.kurdistan-news.net

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter