Kurdistan News-KNN/Tirkiye/Mebûsê Partiya Refahê û serokê komîsyona Sûsûrlûkê dibêje “Endamekî ji komîsyona wan û yek jî raportorekî ku jibo komîsyonê raporteke berfireh amade dikir, bi rengekî qezayên wesayîtî hatin kuştin.” Serokê Komîsyona Sûsûrlûkê Mehmet Elkatmiş îdîayên gelek balkêş dike û dibêje, dewletê endamên komîsyona wan Bedrî Încetahtaci û paşê jî, raportorê komîsyonê Akman Akyürek bi rengê qezayê da kuştin. Bi vî aweyî kar û barên komisyona Sûsûrlûkê hat astengkirin.
Elkatmiş dibêje ji wê rojê heta îro gava her bûyer li pey hev dihête şopandin, bi zelalî dihête tesbît kirin ku Ergenekon berdewama Sûsûrlûkê ye.
Mehmet Elkatmiş di derbarê kuştina raportorê komîsyona Susurlûkê Akman Akyürekî de ev agahiyan dide:
“Ez û ew me pêkve dive biçûna Almanyê. Paşê pîlan hat guhertin. 15 deqe berî min derketibû. Rêgeheke rast be rast û qet îhtîmaleke qezayeke mirindar nîne. Li ser rê li darekê diqelibe û yekser jiyana xwe ji dest dide. Piştî bûyerê ez jî çum û min her tişt dîtin. Qet min bawer nekir ku ev yek qeza be. Piştî demekê mensûbek ji artêşê ji hevalekî me yê mebûs re dibêje, Încetahtaci ne bi qezayê, bi metoda “dafika kûçikan” hat kuştin. Di zimanê artêşê de dafika kûçikan yanê kuştina bi komplo ye.”
KNN/Bavê Gazîn
Çavkanî: Haber 1