Eger Kurdek bêje „Me dewlet navê” ew bê xîret e!
Berê salan, ji salên 1970 ta 1990´an… Seranser Kurdistan bi hesteke şoreşgerî û bi helwesteke welatperwerî dikeliya… Ji Agrî heta Dêrsim, ji Gimgim heta Mehabad, ji Qamişlo heta Silêmanî, ji Amed heta Dihok, gêncên ji 15-16 salî pêve heta kadirên siyasî yên heta 30-35 salî li deşt û çiyanên vî welatê bihişt, li gund û bajarên şaristaniya cîhanê, li şaristaniya bidestkirî ref bi ref dimeşiyan û ji kîjan cins, dîn, siyaset û îdeolojî dibe bila bibe, hemî bi dilekî ve fikara Kurdistaneke serbixwe, yekbûyî û demokrat dikirin.
Sînorên ku ji şûr û sîndiyên dagirkerên Tirk, Ereb û Faris hatiye çêkirin û hemî versiyonên hêzên emperyalîst yên cîhanê bi hewareke neradestbûyî, bi hizreke nepelixandî zaroktî û ciwaniya xwe dabûn ber xetera girtin, şikence û kuştinê û dîsa jî digotin; yan Kurdistan yan neman…
Îro herin ser merzela Leyla Qasim, Mame Rîş, Mahsûm Korkmaz, Binefş Egal, Doktor Yusuf, Mazlum Dogan, Komîtan Garzan, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Margeret, Kemal Pîr… Hûn dê şin û gazindeke cergsûtayî bibîhîsin, hûn dê girîneke bi keder seh bikin, helbet eger qasî misqalek jî Kurdayetî di we de mabe…
Wê demê çi derfeteke bidestgirtî tunebû, pere û xwerin, avahî û cîh û war tunebû, di kolanên bajarên metropolan de diman, di hewşa mizgeftan de radiketin, jiber bê derfetî jiyaneke jankêş dikişandin, mal û malbat belav dibûn… lê dîsa jî hizra “Kurdistana Serbixwe” çi caran birîndar nedibû, hêviya dewleteke nimûne ya jibo şanîdana mirovahiyê kêm nedibû…
Di zîndanan de şikenceyên bi her aweyî dihate kirin, tî û birçî diman, dihatin kuştin, lê dîsa jî şoreşgerî û coşa hêviya pêşerojeke bi ronî û welatekî serbixwe mina pêla bayê bihareke ter û jîndar hebû hebû hebû…
Pirtûkeke Kurdî, sitraneke Kurdî, evîneke Kurdî jibo jiyandina vê hizrê bi salan têra tî û birçîbûna şoreşgerekî Kurd dikir. Seranser gelekî di hizra xwe de rabûbû piya, seranser dêvekî niviyayî şiyar bûbû û her çar dewletên dagirker dikirin û nedikirin ev nedikarin hewar û qêrîna şiyarbûna vî devî ji nûve binivînin, nedikarîn hizra Kurdistana serbixwe bi xew re bikin…
Lê nûha… Qet pirsiyar nekin hevalno, qet…
Bi dehan telewîzyonên me hene, bi dehan ajans, kovar, rojname û bi sedan malper, radio, sazî û komalên Kurdayetiyê… Bi dehan rêxistin û grûbên siyasî yên me hene. Li bakûr artêşeke gerîla, partiyeke bi mîlyonan pey xwe dimeşîne û partiyeke siyasî û legal û 20 mebûsên xwe di nav meclîsa Trikiyê de… Li başûr hikûmet û parlemana me heye, du partiyên mezin, bi dehan partiyên din… Beşeke welatê me mina ku azad e… Serokwezîr û serokkomar û serokwelatê me hene… Polês, bank, zanîngeh, dibistan û her wiha çendîn dam û dezgahên me yên netewî… Ji her aliyê cîhanê doza Kurdistanê dihê naskirin û qe nebe bi rêgeheke dizî û weşartî be jî bi dehan dewlet hene ku dixwezin em bibin xwedî serweriyeke netewî, bi dehan welat û dewlet hene ku dixwezin em mafên xwe yên netewî bi dest bixînin. Heta serokê Amrîkayê jî, wezîra wê jî çendîn caran behsa desalatiya netewî ya Kurdistanê kirin û evna hemi dihên zanîn…
Lê hizra me çi pê hat? Lê gelo li gel van pêşkeftiyên bi salan em mîna berê 20 salan hesta şoreşgeriyê bi xwe re digerînin, gelo em qasî wan rojan Kurd in û samîmî bi doza xwe ve girêdayî ne…
Naxêr… Em bûne du beş… Beşeke ji me bûne Kurdên sipî, hem nav û navdariya Kurdayetiyê bi kar dihînin lê destekî me jî di bêrika dagirkeran de ye; dikevin bin çenga Tirk û Ereb û Faris û dixwezin wek berdestekî wan bijîn…
Ev Kurdên sipî ew qas zêdebûne ku berê bîst salan navê wan yê vekirî „caş” bû, yanê bê xîret û bê heysiyet… Hela li arşîveke îhtiyadî ya grûbeke siyasî binihêrin ev fikrên ku îro dihên parastin çawa hatine bi nav kirin û çi bi serê kesê xwediyê wan gotinan hatiye, binihêrin…
Ez bêjim, kêmtirîn bi „caş” hatine binavkirin, kêmtirîn „îxrac” hatine kirin. Yên hatine kuştin jî, qet behsa wan nakim…
Serokên me bi devekî ve li paşeroja xwe rûreşî dikin. Yekî dibêje dibêje.”xwedîdewletbûn kevneperestî ye, jiber vê yekê dewleteke Kurd me navê, hem ne pêwîst e û hem jî me navê.” Yekî din, ku derfeta di destê wî de ye, niha destê kêm serokan de heye. Partiyeke xurt, artêşeke pêşmerge, welatekî sazkirî û bi mîlyonan Kurdên welatî û cîhanî li pişt wî ye; ew çi dibêje? „Mafê Kurdistanê nîne ku ji derveyî hikûmeta Bexdayê baregehên leşkerî yên Amerîkayê di nav axên xwe de saz bike, Kurdistan nikare bi serê xwe tevbigere…” û nizanim çendîn gotinên pûç. Yekî din jî dibêje; „Em amade ne ku desalatiya Kerkûkê bi hêzên dîtir parve bikin…” Guh bidin birano, ka hûn dikarin serokwezîrekî wisa di cîhanê de bibîn ku bila bajarekî xwe pêşkêşê xelkî bike; ku berê du rojan vê gotinê, li Kerkûk mîlyonan Kurd meşiyabûn û 27 şehîd dabûn…
Bila kes xwe nexapîne û nebêje, rewşa û realîteya cîhanê ne mûsaît e ku em behsa dewleta xwe bikin, hûn derewan dikin… Kî vê yekê bêje derewan dike… Rewş û realîteya cîhanê çi caran ew qas mûsaît nebûye… Eger hûn bawer nakin, nivîsa Newşîrwan Mûstefa ya bi navê „Helekî dîrokî, balam le dest çû” bixwînin û ev nivîs bi tîpa Latînî heman di vê malperê de jî amade ye…
Li Başûr jiber dizî û xwerina pere û talankirina welatî siyasetmedarên me derfet nedîtin ku jibo îlankirina welatekî serbixwe çi divê, di her aweyî de çi pêdivî hene ku jibo Kurdistaneke azad bihête cîh be cîh kirin bikin. Li bakûrê welat jî, jiber heman sedeman, jiber talan û xapandin û yek jî, berdestbûna siyasetmedarên Tirk kadirên me derfeta hewildana azadkirina welatê xwe nekirin. Çûn destê faşîstên Kurdkûj maç kirin lê destê Kurdekî mûxalîf negirtin.
Rojnamevanên me berê nûha ji aliyê mafiya dewletên dagirker dihatin kuştin, niha bi destê mafiya ya Tirkmen û Kurdên Kerkûkê ve dihên kuştin û hemî jî dest û milê xwe dihecînin û digerin. Serokwezîrê me jî radibe û jibo rojnamevanekî ku dihête têhdîtkirin, jê re dibêje here Hewlêr û bijî…Gelo ew hewildanên rojnamevanên Kurd yên şehîdkirî (bo nîmûne Soran Mame Heme) çima hat kuştin, gelo rayedarên Hikûmeta me vê yekê zelal bikin yan na?
Belê, derfeta dewletbûnê jî heye, derfeta pêşxistina şertên îroyîn yên destkeftî jî hene û di wî warî de bes hêviyeke min heye û ew jî (înşallah ev hêviya min vala dernakeve) helwesta Mesûd Barzanî ye.
Çima Mesûd Barzanî ye, ewê ez dê nivîsa pêş me de binivîsînim, lê dixwezim sedemeke ji wan niha bêjim: Jiber ku min heta îro ji devê wî nebîhîst ku bêje „Me dewleteke serbixwe navê.” Bîlakîs wî gotiye, eger em îro behsa vî mafê xwe nakin, ne ku em nemafdar in… Eger rojek bihê û em vî mafê xwe bixwezin û jibo vê yekê bikevin nav hewildanan ev jî ne sûc e…”
Belê ev gotin bingeha hêviya min e, jiber ku ez vê gotina birêz Barzanî esas digrim, lê tiştekî jê zêdetir dikim; „Serokê birêz ew ro îro ye, sibe wê gelek dereng be…”
Jiber ku wek min di sernivîs de destnîşankirî „Eger Kurdek bêje „Me dewlet navê, ew bê xîret e.” Û çi dewletek jî tune ku kesên bê xîret ew heq kiribin…