“Kurd dikarin çekan bikirin”
Kurdistan News-KNN/Kurdistan/Li ser nûçeyên çapameniya Tirkiyê ku ew îdîa dikin ji Bûlxaristanê balafirgeheke tijî çek hatiye û teslîmê rayedarên hikûmeta Kurdistanê bûne, hem ji aliyê berdevkê Pêşmerge û hem jî, ji rayedarê hikûmeta Bexdayê bersiv hat dayîn. Li gor ragîhandina çapameniya Kurdistanê berdevkê Pêşmerge Cebar Yawer daxûyaniyek da û got, „Ev nûçe seranser nerast e, jiber ku hem çekên Bûlxaristanê gelek kevin in û hem jî vê gavê pêwîstiya me bi çekan nîn in.”
Berdevkê hikûmeta Bexdayê Ali el Dabbax jî li ser vê nûçeyê daxûyaniyek da û got, „Eger çeksitandina hikûmeta herêma Kurdistanê jibo ewlekariya herêm û welatî dewreke baş bilîze, her hemin ev karekî bi xêr e û ew dikarin çek bikirin. Lê bes bi şertekê, ku divê ev yek di binê zanyarî û seytereya hikûmeta navendî de bibe.”
Li ser pirsiyarekê jî berdevkê hikûmeta Bexdayê got, „Belê, rast e, di navbeyna hikûmeta navendî û hikûmeta herêma Kurdistanê de aloziyekê heye, lê ev alozî ti car xwe nagîhîne şerekî di navbeyna me de.”
KNN/Eliyê Zozan
Çavkanî: Hür Haber
www.kurdistan-news.net