KNN/Nivîskar/Mirov bi destpêka xweparastina li dij xeteriyên ji der ve bû mirov. Jiber ku xweparastina wî di heman demê de ew kir xwedî xîret û rûmetê. Ji wê û pêve mirov hebûneke bi xîret, bizaveke bi exlaq e. Helbet carîna di vê xweparastinê de serneket jî. Birîndar bû, dîl bû, bi çar aliyê ve hat dorbêçkirin.
Yanê êdî xweparastina wî bê wate ma, jiber ku ew dorbêçkirî bû.
Ev car mirov dest bi parastina dilê xwe kir.
Parastina hest û xeyalên di nav dilê xwe de tengezar mayî.
Yanê mirov ev car li dij dijminên hebûna xwe dest bi parastina zarokariya dilê xwe kir.
Jiber ku şeref, xîret, anor, kesayet û hemî nirxên ku wan ew kirî insan, ev parastina zaraokatiya wî bû.
Wekî din her tişt çîrok bûn.
Helbet di vê parastinê de nirxên ku mirov pişta xwe pê dide girêdan gelek girîng bûn. Yanê cûdabûna mirov ya ji hemi hebûnên (maxlûqatên) xwezayê jî ev bû.
Nirxên ku pişta xwe pê dayî.
Ev ne hêz bû, ne pere bû, ne jî tiştekî wisa.
Jiber ku mirov di dîroka hebûna xwe de fêmkir ku ev yek di roja tengasiya rûmet û şerefa hebûna wî de çi pere nakin.
Dil dimîne, helwesta dilsoz û zarokatiya mirov dimîne li ber pişta hebûna dawî de.
Teslîmiyet, yanê radestî, yanê kuştina dilê zarokatiya miletekî bindest, civakeke bê xwedî….
Naxêr ev yek ji aliyê dîrok ve nahête pejirandin.
Bersiva dîrok wê giran be, wê bi wate be, wê heta dawî bi edalet…
Gava mirov di tenagsiya hebûn û nebûnê de dimîne du rê dikeve pêş:
Yek ji van teslîmbûn e, yanê bendê xeniqandina zarokatiya di dilê xwe de bi xwe dirêjê celadê xwe dike û dibêje; “Belê efendiyê min, vaye ez berdestê te me, hebûna min qurbana hebûna te be.” Lê li gel vê gotinê jî, lava dike, bi çi aweyî dibe bila bibe, bihête efûkirin.
Jiyana wî ya heta niha çi wate û nirx tê de çênebûyî bihête bexşandin.
Yanê efûkirina tiştekî wisa dixweze ku ew ti caran di wî de tune bûye.
Dîsa jî dixweze jiyan pê bihête bexşandin.
Eslen ew bi vê radestiya xwe ve xwe dikûje, bê hay e, kefika devê xwe, şehweta netêr ya bedena xwe jiyan dihesîbîne.
Derew û zulmeke mezin bi xwe dike, lê nizane.
Belê dizane, lê jiber efûkirina herî erzan dixweze xwe nezan bide diyarkirin.
Yanê dixweze bibe nezanê celadiya dilê xwe, zarokatiya xwe, xîret û rûmeta xwe.
Helbet di vê hilbijardinê de mirov serbest in.
Biryara çûna wî alî cîhanê bi xîret yan bê xîret, ew tercîha xwedî laş û giyanê ye.
Hinekan jibo nefes dan û hildanê, hinekan jî jibo mebûsbûna bajarekî dikarin ev xîreta ser dilê xwe qetil bikin, na bi destê celatê xwe bidin qetilkirin.
Hinekan jibo parîkî nan û kevçiyek xwerin dikarin rûmeta xwe bavêjin ber lingê dijminê xwe.
Hinekan jî jibo „desthilatbûna” xwe dikarin her helwesta bê xîretiyê bidin pêkanîn.
Lê ew ti car nabin deshilat, dibin berdest, nizanin.
Ji her nirxên mirovayetiyê tenazûlan bikin, giyanê xwe di erdê re xiş bikin.
Bibin kizmûrî, mêş û xiltê kor…
Helbet di vê tercîha bûyîna berejêriyê de her xwedî îdraq û hest serbest in.
Lê ev serbestî ewna ji texta mirovbûnê dadixîne jêr.
Wan ji seraya exlaq û ciwandariya (estetîk) mirovbûnê davêje cîhên herî bin û tarî ya xweliya dîrokan.
Ma di cîhanê de, ma di dîroka hebûna mirovayetäyê de qebreke xîretxistî, rûmetkuştî û radestbûyî heye?
Ez dibêjim tune.
Jiber vê yekê, bes dûayek dikim; „Xwedê tu dijminên min jî, nekî nav kemîna radestiya celadê xwe. Xwedê tu di vê cîhanê de çi kesek bê rûmet nekî.”
Xwedê tu çi kesek nekî kûjyerê dilê zarokatiya dilê xwe…
Zeynel Abidîn Han