Analîz/Jibo Kurdan wateya siyasî ya hilbijartina rêveberiyên herêmî mezin e. Di rêveberiyên herêmî de divê Kurd ev rewşa hêzbûyînê biparêzin û pêşdetir bibin. Di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya sala 2004 de bajarên mîna Wan, Agirî, Sêrt û Çewlîgê ji dest çûn. Lê di hilbijartina 29 adar 2009 de, li ber parastina yên heyî, divê ji nuh de bidestxistina şaredariyên ku li sala 2004 ji dest çûbûn jî bibe armanc. Ev demeka zêdetirî salekê ye ku hukûmet li ser Diyarbekir iddîayekê dike. Serekwezîr Receb Teyîb Erdoğan li serê meha sermawezê bajarên Kurdan ên mîna Diyarbekir, Wan û Culemêrgê ziyaret kiribûn. Di van ziyaretan de serekwezîr bi protestoyeka xurt û berdewam re rûbirû bû. Wekî mînak, li Diyarbekir rastê bajarekî vikîvala bû. Piştî van protestayan, wisa dixuye ku êdî dev ji Diyarbekirê berdaye. Hîn rastir, êdî têgihîştiye ku girtina Diyarbekirê ne mumkin e. Digel viya, dîsa jî divê Kurd bi rik û înad li ser Diyarbekirê bisekinin. Divê rêya bêtesîrkirina kirinên ku dê ji layê Partiya Edalet û Pêşdeçûnê (AKP) û hukûmetê ve bêne pêşdebirin bibînin. Dibe ku belavkirina komirê, belavkirina maddeyên xwarina bingehîn, mîna arvan, şeker, çay, rûn, makarna, zeytûn û penîr bibe kirineka girîng a hukûmet û partiyê, vana bi dengan (rayan) tebdîl bike. Şaredariyên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) jî dikanin bi Kurdan re îttîfaqên hîn berfirehtir çêbikin û van kirinên hanê di avê de berdin. Di îttîfaqa ku Kurd bi çepê tirkan re dikin de, yek û yek nakin duduyek. Lê çi dema ku Kurd bi Kurdan re îttîfaq bikin, hingê yek û yek, dibe ku ji duduyekê jî derbas bibin. Gelek eşkera ye ku proseseka wisa di nav Kurdan de moralekê çêbike, dê sînerjiyekê pêk bîne. Tu faydeyeka hewldanên Tirkiyeyîbûnê, hewldana sazkirina partiya serbane (çatı partisi) ji Kurdan re tune. Îdeolojiya fermî, herwisa, polîtîkayên ku pêdiviyên îdeolojiya fermî ne, nirxên neteweyî yên Kurdan ji hev belav kirine. Armanca kirinên ku di paralela van polîtîkayan de ne, rizandina nirxên Kurdan ên neteweyî ye. Ji vê çendê, di serî de zimanê Kurdî, divê Kurd li dora nirxên neteweyî yên Kurdî bicivin ser hev.
Serkewezîrî li sala 2005an gotibû “Pirsa Kurd, pirsa min e, di vê behsê de xetayên dewletê jî çêbûne. Dê ev pirs bi demokrasiyeka zêdetir çareser bibe.” Lêbelê piştî gotina van gotinan, li pey gotinên xwe nesekinî. Di wan geştên ku li jor bi kurtî me behsa wan kir de, hat giha heta bi radeya “yan hes bike, yan terk bike”. Piştî biryara ku Dadgeha Qanûnaesasî derbareyê Partiya Edalet û Pêşdeçûnê (AKP) de da û vir de, êdî ne mumkin e ku AKP û serekwezîr Receb Teyîb Erdoğan derbareyê meseleya Kurdî de wekî ku di sala 2005 de dibû, helwêsteka tendurist nîşan bidin. Êdî, bivê-nevê, dê ligel dîtina dewletê ya tradîsyonel û fikrê fermî yekbûneka hîn bêhtir hişk pêk bînin.
Li TBMM (Meclisa Mezin a Miletî ya Tirkiyê) temsîlbûyîna Kurdan dibe ku girîng be. Lê gelek girîngtir e ku Kurd di rêveberiyên herêmî de bibin hêzek. Ger li bajarên mîna Diyarbekir, Batman, Wan, Culemêrg, Dêrsim, Qoser, Nisêbîn, Gever, Melazgir, Bazîd, Farqîn, Tetwan, Cizîr, Silopî û hwd. rêveberiyên herêmî di destê Kurdan de bin, dê ev yek bona Kurdan bibe çavkaniyeka mezin a moralê. Ger di rêveberiyên herêmî de bibin hêz, derbareyê pêkhatina zemîneka musaît a “çareseriyê” de jî dê faydeya wê gelek mezin be.
Dewlet hebûna pirsa Kurd qebul nake. Helwêsta xwe ya înkar û tunekirinê dewam dike. Mumkinbûna ku dê ligel Kurdan kom bibe û ji pirsê re li çareyan bigere naxuye. Ji vê çendê dê destketiyên Kurdan destketiyên fiîlî bin. Ev jî dê bi têgihîştina viya dest pê bike ku; mafên ku tevayî merivan, tevayî gelan bi awayekî xwezayî xwediyê wan in, Kurd çima ne xwediyê wan in; li Rojhelata Navîn, ew mafên ku ereb, fars û tirk xwediyê wan in, gelo çima Kurd ne xwediyê wan in? Kesê ku ji van qedexe û newekheviyan haydar bibe, ew mafên ku divê her kes jidayîkbûna xwe xwediyê wan be, bona ku Kurd jî bibin xwediyê wan, dê dest bi têkoşînê bike. Ev mafên hanê ne mafên takekesî, helbet mafên kolektîfî ne.
Li cîhanê di tu qanûna esasî de xalên mîna “Her kes dikane bi azadî avê vexwe” yan “Her kes dikane bi azadî hewa bigre” tune ne. Herwekî vana, xalên mîna “Her kes dikane bi azadî zimanê xwe yê zikmakî biaxife” jî nin in. Ji ber ku bikaranîna zimanê zikmakî, jiyana ligel zimanê zikmakî, mîna vexwarina avê, mîna girtina hewayê xwezayî hatine qebulkirin. Bi qasî ku di qanûna esasî yan jî qanûnan de amaje pê neyê kirin, xwezayî hatiye qebulkirin. Lê ev mafên bingehîn, ev mafên kesane ku bona her kesî, bona hemî miletan xwezayî û normal in, bona Kurdan hatine qedexekirin. Ev pirsa ku em jê re dibêjin “Pirsa Kurd” jî, ji ber sedemê ku ji ya xwezayî, ji ya ku dê bûbûya, ji ya normal averêbûn çêbûye, rû daye. Ev jî eşkera ye ku di dewra komarê de qedexekirina Kurdî, hewldanên asîmîlekirina kuardan, bi terora dewletê hatin meşandin.
Îro dewlet herî zêde gazindan ji ‘terorê’ dike. Dewlet di pozîsyoneka wisa de ye ku tarîfa “terorê” bi rojavayiyan, bi saziyên wekî Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê û Konseya Îslamê daye qebulkirin. Lêbelê çi dema ku prosesa qedexekirina yê xwezayî bête vekolîn hingê dê bi awayekî vekirî derkeve meydanê ku di bingeha hemî peywendiyan de terora dewletê heye. Zimanê zikmakî, Kurdî hatiye qedexekirin. Çi dema ku hûn rabin behsa van kategoriyan bikin, hûn wan bixwazin, hingê hûn “terorîst” in. Xwestina zimanê zikmakî rewşeka gelek xwezayî, gelelk normal e. Dewlet bona ku pêşî li van daxwazên bi vî awayî bigre, serî li terora dewletê dide, polîtîkayên ku xwe dispêrin derewan hildiberîne. Nuxumandina derewan bi derewine nuh, dîsa, dibe polîtîka û kirinek ku serî lê dide. Ji vî awirî ve, teqez divê bête dîtin ku di bingeha prosesa ku jê re “teror” tê gotin de terora dewletê heye. (*)
_______________
Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn
(*) Tirkiya vê gotarê hîn neweşiyaye.
Jêder: NetKurd
www.kurdistan-news.net