0 0
Read Time:1 Minute, 55 Second

altJi ber bombebarana Tirkan Kurdistan vala dibe…

Kurdistan/Ji ber top û bombebaranên vê dawiyê 27 gund hatine valakirin û zêdetirî 300 malbat koçber bûne. Di encama bombebaranên balafirên artêş tirk û topbaranên topxaneyên artêşa Îranê bo ser deverên ku gundî lê dijîn, tevî ziyaneke zêde a madî, 27 gund hatine valakirin û zêdetirî 300 malbat koçber bûne. Li gor îstatîstîkeke rêveberiya nahiyeya Jaraweyê, di dema van çend rojên bihurî de ji ber topbarana topxaneyên artêşa Îranê, 9 gund hatine valakirin û 125 malabatan mal û xaniyên xwe bicîh hêştine û koçberî nahiyeya Jaraweyê bûne.

Rêvebirê nahiyeya Jaraweyê Azad Wisû ji malpera me re got: “Beşek ji wan malbatên koçberbûyî ku hejmara wan nêzî 40 malbat in, li qampa Pirda Mengurayetiyê, beşeke jî li nahiyeya Jaraweyê nîştecîh bûne.

Wisû di axaftina xwe de aşker kir ku di encama topbaranên vê dawiyê de zêdetirî 50 ser sewalên gundiyan telef bûne.

Ji aliyekê din ve rêvebirê nahiyeya Sengeserê Abdullah Îbrahîm jî da zanîn ku di dema 13 rojên bihurî de ku artêşa îranê bi awayekî berdewam dever topbaran kiriye, 15 gundên girêdayî nahiyeya Sengeserê hatine valakirin û 100-150 malbatên wan 15 gundan jî koçberî nahiyeya Sengeser û Çarqurneyê bûne.

Îbrahî her wiha da xuyakirin ku ji ber top û bombebaranan, zêdetirî 70 xwedikarên her sê xwendingehên Qirnaqe, Şaroş û Soredêyê ji bere valakirina gundên wan, ji xwendinê bêpar bûne û got: “Tevî vê yekê, projeya avê ya gundê Qinaqeyê têk çûye û ziyaneke zêde bi rez û baxên welatiyan ketiye.”

Her wiha hate ragihandin ku li dola Balekiyan ya ser bi nahiyeya Qesrê ya girêdayî qezaya Çomanê jî 75 malbat koçber bûbûn û nêzî 300 ser sewalên wan jî telef bûne.

Di vî warî de jî qaymeqamê qezaya Çomanê Ebdulwahîd Guwanî ragihand ku malbatên ku koçber bûbûn, vegeriyane ser gundên xwe û got: “Lê ziyaneke zêde a madî li gundên wan ketine û 150 xwendikarên deverê jî ji ber topbaran û bombebaranan ji xwendina îsal bêpar mane.”

Guwanî her wiha da zanîn ku di encama bombebaranên vê dawiyê de du welatiyên gundê Êzneyê birîndar bûne.

Derbarê rewşa nahiyeya Sîdekanê jî çavkaniyekê ji malpera me re da zanîn ku her sê gundên Derawa Jêrê, Musiluk û Sipîndarê hatine valakirin û nêzî 70 malbatên wan sê gundan koçberî deverên aram bûne.

Jêder: Pukmedia

www.kurdistan-news.net

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter