Celal Talabanî, Şertên Kosret Resûl qebûl dike
Taybet – Aloziya nav YNKê ku dengeyên siyasî yên Kurdistan’ê dihejîne heta niha nehatiye çareserkirin. Li gor jêderan Celal Talabanî şertê cîgirê xwe yê îstîfakirî qebûl kiriye. Niha çav li rêye ku Talabanî vegere Silêmanî û dest deyne ser kêşeye. Endamekî serkirdayetî ya YNKê ji Rûdaw re ragihand ku metirsiya wê pirsigirêka YNKê gelek berfereh bûye û ‘encamên pirsgirêke ne tenê ji bo YNKê ye.’
Jêderekî nêzîkî ji Buroya Siyasî ya YNKê, şertên pênc ednamên dest ji karkêşayî ji Rûdaw’ê re aşkere kir û got; ‘Mam Celal şertê wan qebûlkiriye, lê gotiye têbîniyên min li ser hinek şertan hene.’
Tevlîheviya dawîn ya nav YNKê li ser pirsgirêka endamtiya Norşîrwan Mistefa ya YNKê çêbuye. Piştî ku Dezgeha Wûşe ya Norşîrwan Mistefa ragihand ku ewê bi lîsteya xwe tevlî hilbijartinên Parlemena Kurdistan’ê bibin endamtiya Norşîrwan û hevalên wî hatiye rojevê û ev pirsgirêk rûda ye.
Herwek hatiye belavkirin; biryara karberdana Cîgirê Yekêm yê Sekreterê YNKê Kosret Resûl û çar Endamên Buroya Siyasî ku wek “reformxwaz” tên naskirin, li ser wê yekê buye, ku biryara derxistina Norşîrwan Mistefa kiribûne karnama civînê ya Buroya Siyasî ya YNKê. Biryar bû ku ewv civîn roja 15/2/2009an li Bexda’yê bihata sazkirin.
Lê Mele Bextiyar Kargirê Buroya Siyasî yê YNKê dibêje, ‘wan di rûniştina 12/2/2009an de li gel Kosret Resûl negotiye, ‘’wê Norşîrwan derxin, lê gotiye bahsa ‘helwesta Norşîrwan û Dezgeha Wûşe û lîste ya wan ya cûda’ kiriye. Mele Bextiyar dibêje; “Niha jî dibêjim; Buro ya Siyasî ya YNKê, nabe li hember pirsgirêkên wiha de, bêbiryar û bêhelwest be.”
Herwekî jêderê nêzîkî endamên dev ji kar berdayî yên YNKê dibêje, ew helwest li ser kêşêyên berê bûye. Rayedarekî ji Dezgeha Wûşe jî ji Rûdaw re got: “Kak Norşîrwan ji wan herçar endamên balê reformê re gotiye, eger ez ji Yekîti’yê bême derxistin jî hûn li ser min pirsgirêkan ji bo xwe çênekin.”
Herçend li aliyê din Endamê Serkirdayetiya YNK Sadî Ehmed Pîre dibêje “çi nebûye” û “pirsgirêk wê çareser bibe”, lê Ferîd Eseserd, Endnamê Serkirdayetiya YNKê jî dibêje; ji ber ku YNK desthilat e, wê rengvedana pirsgirêkê li ser hemû rewşa Kurdistan’ê gelek nebaşbe: “Mesele ne tenê ji bo Yekîtî metirsî ye, ji bo hemû partiyan û li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistan’ê xeter e.”
Pênc endamên îstifakirî di daxwiyaniyekî de, hişyarî didin ku eger pirsgirêk neyên çareserkirin, ew dev ji îstîfaya xwe bernedin û ‘wê îstîfaya hevalên din jî, li dû wan were.’ Di pêwendiyekî de jî bahs li dev ji karberdana 11 endamên serkirdayetiyê tê kirin ku yek ji wan Osman Banîmarani ye. Banîmaranî di daxwiyaniyekî de ji Rûdaw’ê re got: “Di xebata miletan de, eger ji karê desthilatê nerazîbûn hebe, divê guherîn çêbibin.”
Herwiha 16 ji ji koma berpirsên 39 melbendên YNKê, bi Kosret Resûl ve girêdayine û 5 jî, ser bi balê reformxwazan ve ne. Pêşbînî têkirin ku li dema derketina Kosret Resûl û balê reformxwazan, ew malbend jî helwest werbigrin û tevî wan ji YNK33 veqetin.
Hêro Xan û Dr. Berhem Seredana Kosret Resûl dikin
Li gor daxwiyaniyên jêderê agahdar ji bo Rûdaw, Celal Talabanî gelek girîngiyê dide razîkirina Kosret Resûl, ku wî ji ber ne diyarbûna desthilatan û goşarxistina ser layengiran û ji karavêtina wan, biryara dev ji kar berdanê daye. Ji bo wê jî Talabanî, hevjîna xwe Hêro Xan û Dr. Berhem Salih ji bo vê mebestê şandine gel wî. Herwiha di şeva 15/2/2009an de bi amedebûna wan hersê kesan û çend endamên din yên serkirdayetiya YNKê cîvînekî ji bo çareserkirina wê pirsgirêka nû ya YNKê li Silêmaniyê li mala Kosret Resûl hat sazkirin ku heta dereng berdewam bû.
Jêderekî agahdar ragehand ku di civînê de rêkeftinekî wiha deketiye hole: ‘Mam Celal di rêya Hêro Xan û Dr. Berhem re ji Kosret Resûl re ragihandiye ku ew bi şêweyekî giştî bi merc û daxwaziyên wan ku piraniya wan li ser mijarên darayî û dabeşkirina desthilatê ye razi ye. Lê têbîniyên wî li ser hinek tiştan heye û dema ew ji Bexda vegere Silêmaniyê wê danûstandinê li ser wan jî bikin.’
Şertên Pênc Endamên Polîtburoyê
Jêderekî nêzîk ji Buroya Siyasî ya YNKê ji Rûdaw re ragehand ku şeva 24/2/2009an de Osmanê Hecî Mehmûd çûye Beda’yê û roja 15/2/2009an li gel Talabanî civiyaye û deqa daxwaziyên endamên ku dev ji kar berdane pêşkeşî wî kirine.
Daxwazî jî evin:
-Guhertina berpirsên mektebên YNKê.
-Guhertin di Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê de bên kirin.
-Desthilata cîgirên sekreterê giştî yê YNKê û endamên buro ya siyasî bi hûrî bêne destnîşan kirin.
-Zelalbûn û ronkirineke giştî li xerckirina pare û karên darayî yên YNKê hebe.
Li gor axaftina jêderan, Sekretê Giştî yê YNKê Celal Talabanî li ser hemû daxwaziyan razî bûye û gotiye ‘ez razî me ku budçe û dahata YNKê bi giştî bikeve ber destên YNKê û di civînên dahatû yên Buroya Siyasî de bahsa mesele ya Norşîrwan Mistefa neyê kirin û daxwaz jî ji endamên ku dev ji kar berdane ew e ku leznekin û li benda dûmahîka karûbarên ew komîteyan bin ku ji bo çareserkirina rewşa YNKê ji aliyê buroya siyasî ve hatine pêkînan.
Herwiha jêder dibêjin, ji bo danûstandinên di derbarê pirsgirêkê de Dr. Berhem Salih li ser daxwaza polîtburoyê vegeriyaye Silêmanî. Talabanî jî li Bexda’yê li hêviya hatina Serokê Civata Teşxîsî ya Mesleheta Îran’ê Haşimî Refsancanî ye û wê piştî pêşwaziya Refisincanî vegere Silêmaniyê.
Rudaw