KNN/Analîz/Rojnameya Îngîlîzî The Times di nûçeyên xwe yên îroyîn de ji daxûyaniya serokê KCKê Murat Karayilanî re cîhekî berfireh veqetand. Rojname di manşêta xwe de peyveke wisa dide destnîşankirin: „PKKê ji Tirkiyê re destê aşitiyê dirêj dike.” Rojname di binê vê manşêtê de cîh dide peyvên Karayilanî û wisa berdewam dike: Modela Scotlandê baş e!
„Li gor ku Mr. Karayilan diaxife, PKK Modela Scotlandê dixweze. Li gor ragîhandina The Times, Murat Karayilan wisa berdewam dike: „Ev pêşniyaza me ya Modela Scotlandê divê baş bihê derfetkirin û divê nehête jibîrkirin ku ev pêşniyaza me dikare pirsgirêkên bi sedsalan hatine texîrkirin, dikare ji bingehî ve bihê çareserkirin. Jiber vê yekê em vê pêşniyazê, jibo her du layan jî derfet û şansek dîrokî dinirxînin û îlan dikin ku di vî warî de çi bike ser milên me em dê bi cîh bihînin û ji destê me çi bihê em dê jibo çarserî û rewşeke aramî û aşîtî bikin.”
Karayilan dibêje, „Brîtanya parlemantoya Îskoçan da û daxwezên wan bi cîh anî. Divê Tirk jî vê yekê bikin.”
Li gor ragîhandina rojnameya Îngîlîzî The Times, fermandarê Kurd Murat Karayilan di axiftina xwe de cîh dide van nihêrînan jî: „Min li ser dîroka Îrlandayê lêkolîn kirin û bi kesên ku bi vê mijarê ve têkeldar in sohbet kirin. Konaxên tekoşîna wan û rewşa wan ya berî û niha dizanim. Divê Tirkiyê jî pirsgirêka me wek Brîtanyê binirxîne û wek wan çarser bike.”
Nûçevanê Îngîlîz yê The Timesê Anthony Loyd di nûçeya xwe de hin nirxandin û analîzên xwe yên di vê derbarê de nîşan dike û jibo pêşniyaza Karayilan nihêrîneke wisa li dawiya nûçeya xwe ve dike:
„Ev pêşniyaz jibo ewlekariya herêmê dewreke ya navendî dilêyze. Serokê Amerîkayê Barack Obama baş pê dizane ku jibo vekişandina artêşa Amerîkî ji Iraqê, ji sedî sed pêwîst e ku ewlekariya Iraq, herêma Kurdistanê û bi gelamperê herêma Rojilata Navendî lazim e ku bihê temînkirin. Divê têlekiyên Enqere, Bexda û Hewlêr bi rengekî îstîqrarî bike nav daîreyeke ewlekariyê. Wê çaxê jî bi rastî Obama dikare bê şik û guman û bi dilekî rihet leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne. PKK di cîhekî li ser sînorên Iraq û Tirkiyê de, ji warekî stratejîk bi vê pêşniyaza xwe ve bi rastî derfetên gelek bi nirx yên siyasî jibo van herdu dewletan pêş xist. Ev yek di heman demê de û qasî Iraq, jibo Tirkiyê jî derfetên baş û rewşeke girîng ya ewlekarî û îmkana tevgerbûnê çêdike. Rojnamevanê The Timesê dibêje, Murat Karayilanî bi vê pêşniyazê xwe jî heta destpêka meha Gelawêjê bide berdewam kirin, jiber ku heta despêka vê meha PKK agirbest yan jî biryara nehêrişkirinê sitandibû û heta niha jî qasî ku ji destê xwe dihê rîayetê vê biryarê dike.
KNN/Zagros Baran
Çavkanî: The Times