Mihemed Çelkî / Di nabeyna Dil û Qudisê de Kerkuk wenda dibe!
Kêşa netewa Kurd, weke kêşa neteweke parve kirî di rojhelata navîn de kêşa herî aloz û metirsîdar e û her tim cihê vê kêşê di rojeva siyasiya van dewletên Kurdistan bi ser hatî parve kirin ya yekem bûye. Ji ber vê giringiyê ev dewlet e di giriftek e jîndar de li hev mêze dikin û bi du dilî û bê bawerî serederiyê di gel hev dikin û gelek caran bûye sedema şerên giran, mîna şerê Îraqê û Îranê (1980-1988) û her wesa kêşên berdewam yên nabeyna Tirk û Surî û Tirk û Îraq û Îran û Tirk.
Kêşa Kurdistanê mîna bermîlê barût û benzînê ye û her li ser teqînê ye û yek ji sedema ne pêşketin û vemanê ye ji şemendefira (tirên) bajarvaniyê û di ne aramiyeke civakî û siyasî de dijîn. Her ev sedeme bûye binegeha hêrişên wan yên hovane li ser gelê Kurd û tev biha û nirxên wî yên mirovî û civakî û ev dewletên dagîrker li ser vê xalê kokin û li hev dikin û çend girift û kêşên wan çi di sinorî bin yan her kêşek din be, lê gava dem û axiftin hate ser doza gelê Kurd, ev kêş û pirsgirêke mîna berfa Buharê li ber tîna tave rojê dibe helim û winda dibe û ev kêşe jî wisan di çav niqînekê de ji holê ra dibin, bi vî awayî kêşa doza gelê Kurd gelek ya aloz û pir aliye. Û ji bilî kêşa sinorên Kurdistanê û deverên Kurd lê piranî.
Kêşa herî aloz ku toşî bizava netewiya Kurd li başurê Kurdistanê bûy kêşa Kerkuê ye û gerçî di dîrokê de her ser bi axa Kurdistanê ve bûye û bo demeke dirêj di serdema împiratoriya Osmanî de paytexta herêma Şarezorê bû û ji bilî di dîroka kevin berî Erebên bonsilman bihêne deverê û mohra xwe li gelek deverên Îraqê biden û li ser navê xwe tapo bikin, tenê gelê Kurd lê akincî bûye û bo girova vê yekê kela Kerkukê girova herî diyare.
Piştî bi dawî hatina şerê yekê yê Cîhanî û damezrandina dewleta nûh ya Îraqê û dîtina zevyên Petrolê ev bajare kefte ber nexşê bi Ereb kirinê û bi pilaneke hûr û pir oyîn darêtî ji layê dewleta îraqê ve hate darêtin û kar pê kirin bo guhertina sîmayê bajarî yê Kurdî, ev nexiş û pilane her ji serdema Qiralî haeya geheştî dema Sedamî û di serdema Sedam de gehişte kilwa guhertina bajarî. Bi wê siyasetê bi sed hezaran malên Ereban kêşane bajarî û xanî kar jê re hate berdest kirin û bi sedhezara Kurd ji bajarê Kerkukê derxistin.
Ji xwe xala ne li hevhatina Şorişa 11 Îlonê bi rêberatiya Seroka Mela Mistefa Barzanî û hikûmeta Îraqê kêşa Kerkukê bû. Anku şoreşa gelê Kurd çi car amade nebûye dest dahêlanekê ji kêşa Kerkukê bike û rijd bûn li ser vê helwestê gelê Kurd gelek ziyan û qorbanî daye. Lê piştî nemana rijêma Sedamê xûnxwar helwşyay û Îraqeke fedral hate ser desthelatê, rewşa siyasî hinekî hate guhertin û hikûmeta herêma Kurdistanê bi fermî hate pejirandin. Bo kêşa Kerkukê eve bo demeke gelek dirêje her du partiyên sereke ku desthelata siyasî a Kurdistanê birêve dibin her yek ji van partiya dirûşmên gelek hestiyar û balkêş bilind kirine. PDK e dibêje Kerkuk Dilê Kurdistanê ye û wesa didin xweya kirin ku çi car dest ji vî bajarê ketiye ber kêra dagîrkera û gelek birînên her xwîn ji ber di herke li giyanê wî kirine. YNK jî dibêje Kerkuk Qodisa Kurdistanê ye. Werin pêkve li van dirûşmeyan mêze bikîn ka aya raste mirov kêşa netweke parve kirî û axa wiya dagîr kirî bi dilê mirovan û bajareke welateke din bi şubhîne?!
Di virde ne rastiyek heye eger ji nezanîn be gereke mirov bi çavek din li kêşa Kerkukê mêze bike û bike pirsgirêka netewî û tim bihêle bi vejîn û jîndar. Çunku gereke dirûşmên siyasî li gora serdemê bihên guhertin û pêşde birin û ne her mîna berê bihên gutin û tenê bimînin ezman û pehinka devî!!
Wek lê kirina kêşa Kerkukê bi Dil û bajarê Qodisê şaşiyeke lojîkî û felsefiye û ew kesên ev dirûşme helbijartîn, kul zanîna wan di rojeva siyasî de xweya dike. Weke em tev dizanîn dil endameke biçûke ji gewdê mirovî û kar kirina wî ji mirovekî bo yekî din ne mîna heve û herdema ji lêdanê ket ew kes dimire, erê bi mirina wan kesên ev dirûşme hildayîn tu bêjî kêşa Kerkukê wê bimre?!
An din wek lê kirina kêşa Kerkukê di gel bajarê Qodisê ku niha paytexta dewleta Îsrael e û wek tev mirovahî dizane ev bajare netewa Îsraelî ava kiriye û piştî hêrşên bosilmana ev bajare dagîr kir û mohra xwe lê dan û di şerê sala 1967ê de Îsrael karî vî bajarê xwe yê dîrokî bigre û di salên 1990- an de kire paytexta xwe. Anku Qodis piştî demeke dirêj li xwediyên xwe re vegerî. Eger xwediyên dirûşma Kerkuk (Qodisî Kurdistane) wesa hizir bikin, ev dirûşme bo niha ne dicî deye, ji ber gelek sedeman a herî giring gelê Kurd xwediyê dewleteke serbixwe nîne û hê Kurdistan di bin solên dagîrkeran de dinale. Lê serkirdatiya YNKê ne wek dîtina Îsareliyan li kêşa Kerkukê mêze dikin, belku mîna Ereban, ku ew ne xwediyên bajarîne û belku heta sala 1967ê hêzeke dagîrker bûn. Bi dîtina Ereban Qodis bajareke wane û gereke bizivre ser axa Felestîna Erebî!!
Mîna berê me anî ziman dirûşmên siyasêî li gor rewşa siyasiya demî tên guhertin û her sedrdemek dirûşmên taybetên xwe divên û eger li gor rewşa demê nebin, ji bilî ziyanê tiştk din na gehînin û paşê dibe hewara li pey Guran!!
Kerkuk bajareke Kurde û axa wê Kurdistane û ne Dile û ne Qodise!!
Eve pênc sal zêdetir bi ser biryara destorê Îraqa fedral a 58ê de derbaz bûn û paşê ew biryar bû birayra 140ê ku li gor vê biryarê gerke eve salek baye ew deverên ketîne bin sîbera vê biryarê ve gerhaban ser axa Kurdistanê. Lê çunku serkirdatiya Kurd wekî her car di delîvên teng de derbaz dibin û di ber firheyî yê de winda dibin. Mêze kirineke bilez ya salên bihurî, xweya dibe kanê vê serkirdatiya hanê ji bilî pare û payên xwe tiştek din bo vî milletî ne kirine û bûne tevşûyên berjewendiyên xwe û binemalên xwe. Kêşa Kerkukê û deverên din yên Kurdistanê di nabyna PDK û YNKê de bûye sedema vejînê û vî destudarî ra bigrin û neku li çarên cidî digerin. Van herdu partiyan çi li ser astê Îraqê û çi li ser astê Kurdistanê mitmana xwe ji dest daye û piştî peydabûna bizava Goran di zivrokeke gêj de li hawîr xwe dizivrin û serên riya li ber berze bûne. Çare kirina kêşên civakî û siyasî netenê bi bilind kirina dirûşmên mezin û serinc rakêşin, belku di pirktîze kirina wan dirûşman li gor rewşa serdem û derfetan e. Weke diyar çi PDKe û çi YNKe ne li vê astê ne ku dan bi şaşiyên xwe bikin û dîsa ne di amadene jî weke diyar her danê bi şaşiyên xwe bikin, belku di rijdin li ser vê siyaseta xwe ya xwe koj, ji bilî ziyaneke gelek mezin didin doza gelê Kurd û Kurdistanê. Bi vê siyasta şaş ya PDK û YNKê Kerkuk û deverên din yên Kurdistanê li nabeyna (Dilî) û (Qodisê) de wê berze bin. Û hêncetên van jî di amadene mîna tev şikestinên bi ser serê gel’ê Kurd hatîn, bi saya siyaseta wan a şaş û nejêhatiya wan di berpirsatiya serokatiyê de!!
Mihemed Çelkî
04.11.09