Hemû hevpeyvîna serokê Kurdistanê ya birojnameya Şerq El Ewsat re
Deqê Hevpeyvîna Serok Barzanî ya li gelrojnameya Şerq El Ewsat
Serok Barzanî: Hikûmeta Navendî Gotinên Xwe Cîhbicîh Nake… Em Iraqîne BerîHer Iraqiyek
Serok Barzanî li hevpeyvînekî de li gel rojnameya El Şerq El Ewsat de kû lialiyê Mûe’d Feyaz ve li gel da hatiye kirin li hejmara 10868 roja 30.08.2008 ande belavbûye, bi awayeke vekirî dûpatkirina li wê yekê dike kû serbixweyîmafekî sirûştî û rewaye û mafeke perwerdgare bi hemû mîllet û gelan daye. Behsali wê yekê jî dike kû kêşeya bineretî eweye gelo em li hûkimraniyê de hevkarinan na, ji ber kû em li meseleyên ewlehî, aborî û serbazîda hevkar nînin û tûtiştek di derbarê wan damezrandinan de nizanîn:
* Gelo li gor we Hikûmeta Federal li Bexda bi vî awayî kar dike kû hûn hevbeşêhûkimranîne?
Serok Barzanî: Eve pirsgirêkeke bineretiyêye, bi tenê li seredana xwe ya li vêdawiyê li Bexdayê de min cext li ser van xalan kir û min ji wan pirsî, gelo emhevbeşin an na? Eger hûn me bi hevbeş datînin, eveye mewzu’e, eger jî na evemeseleyekî dine, li aliyên wan ve dûpat li wê yekê hate kirin, kû em hevbeşin,lê belê li pêvajoya proseyêda, gumana min heye.
* Gelo hûn hest dikin, hevbeşin li Hikûmeta Federalî da?
Serok Barzanî: Eve Hikûmetêkî hevbendiye û em têda hevbeşin, lê belê kiryarênwê hikûmete balkêşe. Em hevbeşin, lê belê rola me li hikûmet da nîne û lipirsên asayîş, aborî û serbazî da hevbeş nînin û tû tiştek li ser wandamezrandinan ve nizanîn.
* Gelo Bexda bi awayeke eşkere li gel we axaftinê dikin? Ewên li civînên we deli gel Hikûmeta Federal rû dide, herdem bi hevaliyeke geşbîn derdikevê, lê belêpaşê jî li dijî wê rû dide?
Serok Barzanî: Li seredana mina dawî de bi rêkeftina nû û mekanîzmacîhbicîhkirina wê rêkeftinan gihiştin, li gel Hikûmeta Bexdayê bernameyekîbirêkketin li ser kiryarên me li nav wan de heye, lê belê dema em vegeriyanHerêma Kurdistanê, ewê me rêkeftin li ser kiribû, hate ihmal û feramoşkirin bipêkve karkirina wê bernameyê li holê daye kû li serê bi rêkketîn. Ev jî xizmetahevpeymaniya meye û Iraq paşaroja Iraqê nake, ji ber kû diviya li gor prensîpênhevbeşî û rêkeftin reftar bikira bûya, bi vî rêyî jî Iraqa nû dikare bêtebinyad danan, lê belê take rêya li desthilatê encama wê diyare û ji boberjewendiya Iraqê tû encamekî lê nakevê.
* Piştî pênç sal li hukimranî û pêştir jî bi hoya çendîn salê karên siyasiyahevbeş wekî opozîsyon kû li kongreya Londonê sala 2001 armanc û mekanîzm ûrêkeftina li ser hate kirin û hate diyar kirin, Hikûmeta Federal çi dixwaze ûgihiştin kûderê?
Serok Barzanî: Kiryara wê pirsiyare kû me sersam kiriye. Me tû tiştekî zêdetirêji derveyî destûrê navê kû ewê destûr daye me û li wê jî zêdetir jî me navê kûli destûrê de em li serê bi rêkketine, li ber wê yekê zêdetirê gelên Iraqê liser wê destûrê em bi rêkketin û her ew jî maf û erkan diyar dike. Em li HerêmaKurdistanê bi hûrî pabendê maddeyên destûrê ne û ji wê jî zêdetir me navê kûdestûrê daye me, ji wan jî maddeya 140 (Bi taybet çareserkirina pirsa Kerkûk ûnavçeyên pirsgirêk li serin), pabendbûna bi destûrê garantiya yêkîtiya Iraqêdike û garantiyê ji bo berqerarbûna asayîş û aramiya Iraqê û binyadnanapaşarojeke geş ji bo sercem Iraqiyan kû wate destûr hekeme û pabend nebûn bi destûrmanaya wê eweye em li benda karesatê dane.
* Gelo li gor we Kurd li Bexdayê, mebestim Serok Komar Celal Talabanî û DrBerhem Cîgirê
Serokê Hikûmet û Parlamenterên Kurde, dikarin kiryarek li nav biryarên siyasî ûewlehiyê da bikin?
Serok Barzanî: Bê gûman Serok Talabanî wekî kesayetiya Talabanî rolekî mezindibîne li proseya siyasî de, lê belê wekî Serok Komar desthilata wî gelek nîneû nizanin desthilat çawa hatine dabeşkirin, ev jî xala komkirina gelek li tuwêjû pêkhatiyên siyasiyeyên Iraqê pêktîne, paşê jî Serokayetiya Komar ûSerokayetiya Encûmena Wezîran û Serokayetiya Encûmena Nûneran desthilata wanêdiyarkirî heye, her wiha desthilata Wezîran jî, lê belê gelek caran ewdesthilat têne feramoş û îhmal kirin û têne tecawûz kirin.
* Gelo li gor we heta niha Hikûmeta Bexdayê li gor mentîqa birayê bihêz ûbirayê bêhêz reftar dike?
Serok Barzanî: Gelek mixabin diyare heta niha em li jêr karîgeriya rejîmakesayetî û totalîterî dayîn, ewê desthilat dixe destê xwe xwe wisa mezende dikekû xwediyê hemû tişteke û mafê wî heye bêyî kû vegere bo ewên din biryaran bideû hevpeymaniyan, pabendbûnan û destûrê jî ji bîr dike.
* Li hûndir û derveyî Iraqê rexneyeke ragihandinê dijî Kurd birêve diçê, gelobi dûvdaçûna wê yekê dikin?
Serok Barzanî: Eve gelek raste û hest bi wê dikîn, ev jî metirsiyekî mezindirûst dike. Ev jî aliyekî wê zulma mezine kû em tûşî bûne û niha jî berdewamealiyên ragihandinê , kû şêwandina wêneyê Kurd û şêwandina wêneyê mirovê Kurde.Li demek de eger bi wîjdan bin ew rola Kurd li parastina yêkîtiya Iraqê ûbirayetiya Ereb û Kurd û ji bo Iraqê gêra gelek ji wê rolê mezintire kû li vîwarî de ewên din gêrane. Rola Kurd diyar û li ber çave, lê belê gelek mixabinnaxwazin wê rolê li berçav bigrin û dixwazin wê rolê bişiwênin. Hemû dizaninpiştî rûxana rejîm li kiryarên me de hebû tiştekî din rabigihînin, ez ûbirayêmin Talabanî çûne Bexdayê û li wê li gel birayên din me hewl da wêvalahiyê tije bikîn kû hebû. Li proseya siyasî û li helbijartin û li dariştinadestûrê yarmetiya me dan û navçeyekî berfireh me ji teror û terorîstan veparast, wê demê û niha jî ew malbatên Ereban li akama kiryara terorîstan linavçeyên xwe de derketin û hatin Herêma Kurdistanê, her wiha li raperîna 1991an de her dû feyleqê yek û pêncê artêşa Iraqê li herêma me de xwe bi destê medan, lê belê yek serbazê Iraqê jî xerabî li gel wan nehatiye kirin, ji ber kûserpişkiya me kirin kû dixwestin vegerin nav kesûkarên xwe an jî biçinedewletekî din an jî li Herêma Kurdistanê bimînin, birastî wê demê hê xwîna mediherikiya ji ber enfal û kîmyabarankirina artêşa Iraqê. Ji bo wê yekê dibêjimbelê eve helmetekî zalimaneye, kû gelek mixabin dijîme tê kirin û daxwaz jixwedî wîcdanên wekî we û li rêya rojname bi wîcdanan ve dikim yarmetîderê mebin li gûhertina wêneya rasteqînî kû ewê bi çavên xwe li navçeyê de dibînin. Emdaxwaz li kesekî nakîn û wêneyên me ciwan û şîrîn bike, lê belê em daxwaz dikînrastî çawane li ser Kurd û Kurdistan wekî xwe bikşînin li nav xizmetkirinarastgoyiyê da.
* Li beramber wê yekê de lawaziyek li ragihandina Kurdî de heye derbarêkişandina wêneya rastiya Kurd û Herêmê, her wiha feramoş û îhmal kirina pirsagiring kû li vir rû dide?
Serok Barzanî: Eve raste, ez li vir da li gel te kokim kû kiryar û performansaragihandina Kurdî serkeftî nîne, eve jî cihê daxêye.
* Gelo pêşbînî bi rûbirûbûna wê dikin li navbera we û Hikûmeta Federalîda ji boguhertineke rûbirûbuna Kurd û Ereb hikûmî nekû netewî?
Serok Barzanî: Em dijî her peresendin û rûbirûbûnekîn û li ser me pêwîstederfet bi plangêran dijî Iraqa demokratî û ezmûna demokratiyê nedîn. Çenddestekî çepel hene şev û roj li hewlên wê yekê dene kû meseleyan bi arasteyaperesendin û rûbirûbunê ve bibin, lê belê ji bo dûrxistinê em hemû hewl û hêzaxwe dixin hember. Meseleyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal negihiştine wêasta peresendinê, belku lêk tênegihiştin û nakokî li boçûnan de heye li sergelek mesele û hewl didîn li rêya diyalog û hevdîtinan li ser xalan rêkbikevîn, ewê bi yekbûna me bibestê ji wanê din zêdetire kû me ji hev cûda dikin,lê belê divê em girîngî bi wê yekê bidîn kû xala rêkeftinê heye, dibe kû nakokîhebê li ser çermên kû demokrasiyet çiye, federaliyet çiye? em hêvîdarin kûherdem mesele negiha asta rûbirûbûnê.
* Lê belê hindik nemabû li Xaneqînê bigihe asta rûbirûbûnê?
Serok Barzanî: Raste hindik nemabû, ev jî encama şaşiyeke mezinbû. Pêwîste hemûeve bizanin kû artêşa Iraqê, artêşa meye û hêzê Kurd gelek têdaye kûPêşmergebûn û paşê çûne nav artêşa Iraqê, belku hêzên Kurd li bineretiyê venavika damezrandina artêşa Iraqa nûye. Em dixwazin artêşa Iraqê birewşenbîriyeke nû bête dirûstkirin, rewşenbîriyekî nîştimanî li ser binemayaparastina nîştiman. Ne kû hemwelatiyan bikûjê û şerê hemwelatiyan bike. Ewê liXaneqînê rûda şaşiyeke mezin bû. Yekem ew hêza Kurd ya kû li wir heye beşdarîli berqerarkirina ewlehî û aramiya Xaneqînê da kiriye û navçeyê jî jiterorîstan û ji wan rêgiran paqij kiriye kû kenê xwe bi ewlehî û jiyanahemwelatiyên wê dikir. Duyem ew hêzên Kurd li ser daxwaza Hikûmeta Federal çûneXaneqînê, dema Hikûmet daxwaza vekişanê ji hêzên Kurd kir, bi kiryarê hêzênKurd vekişiyan, lê belê ew hêzên serbaziyên cîhê wan girtiye bi dirûşmaîstîfzaziyêve hatin û hinek reftariyan kir kû tû cûdahiyek li gel reftar ûdirûşmên wê artêşê nebû kû berê tawanê li beramber gelê Kurd kiribûn. Berambergelê Kurd kiribûn, ji wan jî tawanên enfal, mixabin ew hêz bi heman dirûşm û biheman eqliyeta Bees kû Kurdistan û Iraqê wêran kir, hatin. Dûbare dikim ve emedijî cimûcoliya artêşa Iraqê nînin û eger dûçarî her destdirêjiyek bêyîn, emdaxwaz ji artêşa Iraqê dikîn yarmetiya me bide. Her wiha eger artêşa Iraqêdaxwaza yarmetiyê li me bike, ji bo her kûderê bixwazin em hêzên xwe dişînin,ji bo xeter û giringiyê jî de me wisa kiriye. Em buyîn kû me artêşa Iraqêdamezrand, lê belê reftarê fermandeyekî diyarîkirî û li navçeyekî diyarîkirî depirsgirêk dirûst dike û berev pêşeroja pir li karesatê ve me vedigerîne.
* Gelo raste Hikûmet bi Babekir Zêbarî Serok Erkanê neşêwiriye û boçûna wîwernegirtiye di derbarê şandina artêşê bo Xaneqînê û ewên hatine kirin bi bêyîagahdariya wî bûye?
Serok Barzanî: Li gor min li van deman de hemû tişt li pişt Serok Erkan hatinekirin û pê neşêwirîne ji bona wê bûye tiştekî şeklî û ji wan waye bûna wî ya liwê post û peywirê de sûdî nemabê.
* Gelo li gor we ev rûdaw we naçar dike kû hûn serbixweyiya xwe li Iraqêrabigihînin?
Serok Barzanî: Serbixweyî mafekî sirûştiye, lê belê divê li barûdoxekî maqûl ûguncaw da bê û beramberî cîhbicîhkirinê bê. Em parêzgarî li wê mafê dikîn û bimafekî sirûştî dizanîn û herdem tawan jî nîne eger daxwaza wê mafê bikîn. Iraqya meye û hemû Iraqiyane. Kurd li Bexda û Basra û Mûsil da heye, her wiha Erebli Hewlêr û Silêmanî û Dihokê da heye. Hewlêr ji bo hemû Iraqiyane, wekîSilêmaniyê, Dihok, Besra, Bexda û Necefê, gelek balkêşiya min bi wê arasteya şovêniyêvetê. Eger me bi Iraqî nizanin bila bi eşkere bo me bibêjin, em we qebûl nakînwekî Iraqî û wekî pileya dû mûamele li gel me bikin, divê li maf û erkan dahevşan û yeksan bîn, erkê yeksaniya me li ser wê mafê yeksanî jî me heye, Egerna bila curet bi xwe bidin û rabigihînin kû em Iraqî nînin. Divê rabigihînin ewdemê redkirina me jî dibê, kes li Iraqîbûname de minnet bi ser me de nîne, emeberî wan li vê welatî dene ku niha bangawaziya wê dike ji me Iraqîtire, em vanmuzayedatan li kesekî qebûl nakîn.
* Gelo fîîlen pirsa vegeriyana Kerkûkê bo »Nasnameya Kurdistaniyê« mercaserbixweyiya weye, an hûn li benda vegerana Kerkûkê li ser Herêma Kurdistanêdikin heta serbixwebûnê rabigihînin wekî ewên din behsa li vê yekê dikin?
Serok Barzanî: Eve boçûnekî şaşe, Kerkûk hêmaya meynetiyên mirovê KurdêIraqiye, siyasetên şaşên berê li Kerkûkê wisa kiriye bibê pirsgirêkekî taybet ûgelek hesas, her wiha birînekî li dilî hemû Kurdêkî bi cîh hiştiye. Em dixwazinpirsgirêkê çareser bikîn nekû bîrûjênîn, ji ber kû çaresernekirina pirsaKerkûkê wate mayîna pirsgirêkekî kû li hemû dem û satêk de teqîn li sere. Başeji bo pend li ezmûnênme û pêşeroja me wernegirîn? Li destûra Iraqê de maddeyekheye û mekanîzma çareserkirina pirsa Kerkûkê û pirsên heman awayî pêwîst li wêhatiye diyarkirin, tenê Kerkûk nîne, li gor wê maddeyê pirsa Kerkûk çareserdibê û pirsgirêk bi dawî dibe. Kerkûk bajarekî Iraqiye wekî Bexda û Silêmanî ûBasra, lê belê sûrbûna li ser wê Kerkûk nabê vegerê ser Herêma Kurdistanê, evepirsgirêke, em naxwazin bi rêya hêz Kerkûkê vegerînin, ji ber kû li gor maddeya140 a destûrê eger xelkê Kerkûk biryar da vegerê ser Herêma Kurdistanê pêwîstnake kesek rê lê bigrê, Eger zorîna xelkê Kerkûkê li gor mekanîzma maddeya 140û piştî asayîkirina wê û serjimêrî û lêpirsînê biryara xwe dan venegerin serHerêm, em rêz li îradeya wan digirîn û bi hêzê Kerkûkê naxîne li ser HerêmaKurdistanê. Ez ji vir eve radigihînin kû meseleya vegerana Kerkûkê ji bonasnameya Kurdistaniya wê tû peywendiyekî bi serbixweyiya Kurdistanê ve nîne.Dûbare dikim ve serbixweya Kurdistanê mafekî sirûştî û rewaye, êdî Kerkûk bêteser Herêma Kurdistanê an na, ew jî mafeke perwerdgar bi hemû mîllet û gel vehatiye bexşîn.
* Xelkê Kurd çi dixwazin, vegerana bo dokûmentên dîrokiya ya rastiyê?
Serok Barzanî: Ew xwendina belgenameyên dîrokî naxwazin kû bo serdemaÎmparatoriyeta Osmanî ya bo serjimêra 1957 vegerine ve û renge bangawaziya evejî bikin kû saxte ne, ez çûme Kerkûk û min got min peyama birayetî û aştî ûxoşewîstiyê hilgirtiye, beşek ji Ereb û Turkman boykotî civînê kirin, lê belêbeşekî mezinê Ereb û Turkman jî amadebûn û li gel wan civiyam û min ji wan regot: Em birane em dixwazin Kerkûkê bikin nimûneyekî pêkve jiyana olî û neteweyîû mezhebî û bi awayekî li gel we vekirî dibîn kû mezendeyê nekin, lê belê divêem vê pirsgirêkê li gor maddeya 140 çareser bikîn, Hûn her çi biryar didin emrêz li boçûnên we digirîn, bo me derket kû gelek ji Ereb û Turkmanan li vêmeseleyê têdigihin û li berjewendiya wan daye pirsa Kerkûkê çareser bibê, herwiha çareserkirina vê pirsê li berjewendiya Iraqê jî daye, ji ber kûçaresernekirin û karkirin bo dozîna bedîlekî bo maddeya 140, baweriya me bikinli berjewendiya kesek de nîne û wisa dike pirsgirêk bi awayekî biteqê kû lidestê hemûyan derbiçê. Gelo eve li berjewendiya Iraqê daye? nexêr, herdem liberjewendiya wê da nîne. Paşê bo çi me xwe bi dariştina destûrê westand û mandûkir û pê qayîl buyîn wekî kû gelek ji gelên Iraqê li serê rêkeftîn, kû watedestûr sûda wî çiye? Çima rêz li destûra xwe nagirîn?
* Hinek xelk hene dibêjin karê maddeya 140 dawî hatiye?
Serok Barzanî: Çawa dawî hatiye? Eve maddeyekî destûriye, eger karê maddeya 140dawî hatiye, manaya wê eweye hemû destûr jî dawî hatiye, eve axaftinekînemantîqiye.
* Gelo metirsiya destêwerdana Tirkiye li pirsa Kerkûkê de heye?
Serok Barzanî: Kerkûk bajarekî Iraqiye û pirsgirêkekî navxweyî ye. Ji bo wêyekê ne Tirkiye û ne jî tû dewletekî din mafî wî nîne tedaxulî li vî pirsgirêkêde bike ji ber wê yekê kû meseleyekî navxweyiye, paşê jî tirs li çi? ji xweKerkûk meseleyekî Tirkiye nîne.
* Dengdana we li ser maddeya 24 a qanûna hilbijartina parêzgehan kû li temmûzaderbasbûyî li Parlemana Iraqê birêveçû, bi plan wesif kir, plan ji aliyê kî ve?
Serok Barzanî: Plan ji aliyê dewletên herêmî û ji aliyê hinek amraza wandewletane li nav Encûmena Nûnerande, lê belê çawa fêl li endamên din kirin ûdeng ji bo qanûnê dan, çawa ew plane bi ser wan de derbas bû kû em bihevpeymanî wan bi nav dikîn kû paşê hestên bi xeternakî meseleyê kir, bi rastîewê me hepesand.
* Gelo naçar dibin li her pêvajoyek de tenazul li Kerkûkê de bikin?
Serok Barzanî: Herdem, mesele bi her çi bigihê em tenazul li Kerkûkê nakîn.Heman demî de dûpat li wê yekê dikîn kû çareseriya pirsgirêka Kerkûkê bidestûrê dibê û gelek jî ronahiye. Em naxwazin hêviya xwe bi awayeke dinê berînû li rêya destûr û qanûn dûpat li mafên xwe dikîn.
* Eger we dît kû dergehê danûstandinê girtiye, gelo ji bo vegerana Kerkûkê hûnêhêviya ji hêzê bikin?
Serok Barzanî: Gelek bi ciddî kar dikîn hêvî ji bo vê çareseriyê nebîn û kar jibo cîhbicîhkirina maddeya 140 dikîn ji bo wê yekê kû bi destûr meseleyê yek alîbikê.
* Gelo çav bi daxwaza Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dişkînin ji bo kû vegerê serHerêm, gelo eve bi rastiye?
Serok Barzanî: Belê daxwazkariyekî cîddiye û cihê bayexdana Herême, em li bendadestpêkirina rûniştinên Parlemena Federalîn, eger her sûr bûn li ser dozînabedîlekî ji bo maddeya 140, eve dest bi cihê bersîva daxwazkariyê EncûmenaParêzgeha Kerkûkê didê.
* Gelo li gor we helmetekî Erebî dijî Kurd li holê da heye?
Serok Barzanî: Li rastîda belê helmetek heye, lê belê reg û rîşî digihîne kû wêçawa birêvebiçê? Pêwîste li vê dilniyabin, me peywendiyeke gelek baş li gelhinek dewletên Erebî û Serkirdayetiya wan heye, ez bi şexs min seredana wankiriye, weku Sûûdiye, Kuwêt, Îmarata Erebî, Mîsir, Sûriya û li vê dawiyê jî dedawetnameyekî birayê birêzê min Muemmer Qedafî qebûl kir û li aliyê Lîbya vegelek bi germî hatîn pêşwazî kirin, Dema helwesta Kurd û hevbeşa dîrokî û cografiyadi navbera Ereb û Kurd bo serkirdayetiya wan dewletane şer dikîn, dibînînmutefahîmin, lê belê heman demî de hest bi helmetekî Erebî li dijî xwe dikîn jibo şêwandina wêneya Kurdistanê û Kurd, me pêwîstî bi dostan heye li gûherandinarastiyan de nekû zêdetir yarmetiya me bidin.
* Li ragihandinê ve gelek dijî we tomet tê kirin?
Serok Barzanî: Me tawanbar kirin, kû me nîv milyon Kurd ji Êran û Tirkiye aniyeji bo gûhertina rastiya demografyaya Kerkûkê. Birayê min tu bi xwedêkî, gelomumkune tû nîv milyon çola li Kerkûkê veşêrî nekû nîv milyon mirovê Kurd jiÊran û Tirkiye ve, me heta niha nekariye nîvê nîva wan Kurdên xelkê Kerkûkêvegerînin, kû rejîma berê li ser keyfa xwe wan derxistibûn, başe çawa Kurd liwelatên din tînin û li Kerkûkê nîştecîh dikîn, min teheday her kesek dikim kûbo min û cîhan biselmênê kû Kurdê Dihok ya Hewlêr yaxud Silêmaniyê li Kerkûkêhebê bi mebesta guhertina rastiya demografî. Wan me tawanbar dikin kû em liKerkûkê te’edayî li Ereb û Turkmanan dikîn, ev axaftin merfuzin. Ji ber kû Erebû Turkman Iraqîne û birayê mene, nabê em rê bi her berpirsekî Kurd bidîn te’edali her Erebek yan Turkmenêk bike, eve jî zanyarî heye li ser te’day herberpirsekî Kurd bila ji bo me binîn, pêwîste li vî der barî ve rûpelên me bispî bimînin, Em bi dirêjahiya şoreşa Kurd û paştir jî yek esîrê artêşa Iraqê ûyên din jî me nekûştiye, rûdawên raperîn û pêşwazî kirin li hezaran endamêartêşa Iraqê kû xwe bidest ve dan baştirîn belgeya meye, me rêz li êsîr û dîlangirt û rêza me li prensîpa birayetî û hevsûyiyê girt, dema me kîmyabarankirin ûenfalkirin tû kardaneweyekî me nekir bi xirap bi ser birayetî bişkê, niha çawaeve dikîn, evan hemû tometên bê bingehin, her wiha bila lîjne û rêxistinênnavdewletiyên Erebî û ji derveyê Erebî bêne bila bi çavên xwe wan tometaneşkere bikin û li Kerkûkê li wan Kurdan bigerin kû xelkê resenê bajarê ne anna, eger derçû me te’dayê li her hemwelatiyekî kiriye daxwaza lêborînê dikîn ûwê şaşiya xwe rast dikîn, li beramberê wê da em dixwazin wêneya rastiyapêwendiya germûgûriya di navbera Kurd û Ereb û Turkman li Kerkûk ya li hernavçeyeke ji navçeyên Herêm bigûwazin, ew propagendayên hinek xelkan digerinînkû naxwazin ev welat aramî bi xwe ve bibînê, her wiha xelkên ne hişyar û nafêhmheye li aliyê Ereb nehatine naskirin û naxwazin guh lê bê.
* Bi raya we ji ber çi konsolgeriya Erebî li vir nehatiye vekirin, her çiqaskonsolgeriyên rojava li Hewlêrê dibînîn?
Serokî Kurdistan: Pêwîste hûn pirsiyar bikîn gelo dewletên Erebî balyozxane ûkonsolgeriya wan li Bexdayê hatiye vekirin berî kû hûn vê pirsyarê bikîn kû liHewlêr hatiye vekirin an na, li meha adara derbasbûyî kongreya ParlementerênEreb li Hewlêrê birêveçû, ev destpêşxeriye, destpêşxeriyekî başe û pengavekîmezin û pêşketî bû bi arasteya şikandina bestelê.
* Gelo we daxwaz ji berpirsên Ereb kiriye seredana Herêmê bikin?
Serok Barzanî: Em naxwazin birayên berpirsên Ereb îhrac bikîn, em wê demêdawatname araste dikîn kû nîmçe dilniya bin kû ew dawetname bête qebûl kirin,em li vî der barî de li helwêsta berpirsên Ereb digihîn.
* Îro alaya Iraqê li Herêma Kurdistanê tê kişandin, li ber balexaneya baregehawe, bersîva we ya ji bo daxwaziya Hikûmeta Iraqê bi bersîvdana HikûmetaFederalî ji bo daxwaziya we hatiye bersîvdayîn?
Serok Barzanî: Li vî rûyî ve kêmterxemiyek li aliyê Hikûmeta Federal ve heye,lê belê mixabin ragihandin û hinek siyasetmedarê Iraqê gileyiyê li me dikin ûbi kêmterxemî me tawanbar dikin, Hikûmeta Federalî gelek soz dide me, lê belêcîhbicîh nake, ez bi şexsê xwe dema min seredana Bexdayê kir gelek soz danemin, lê belê paşvekêşekî gelek li van sozan de heye, ev jî aliyê min vemeseleyekî balkêşe.
* Çawa wesfa wê xwepêşandanê dikî kû li vê dawiyê li dijî vegerana Kerkûkê liser Herêma Kurdistanê li Necefê hate kirin?
Serok Barzanî: Li aliyê me ve ew meseleyekî seyr û balkêş bû. Birastî balkêşe,çima li Necef?
* Çawa temaşa pêwendiya we li gel Tirkiye dikin?
Serok Barzanî: Peywendiyên me sirûştîne û başbûnekî sade jî heye û çavê me liwê ye ev pêwendî berev baştir jî biçin.
krg org