0 0
Read Time:3 Minute, 22 Second

 Hinartina arteşa Îraqê bodevera Xaneqînê di vê demê de ne pêwîst bû.

Telefiziyona V.O.A beşa zimanê farisî hevpeyvînek biNêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê re kir. Barzanî di hevpeyvîna xwe depirsgirêkên vê dawiyê û kirîza navbera herêma Kurdistanê û hikûmet Îraqê dezelal dike.

Li dor kirîza wîlayeta Diyalayê û bajarê Xaneqînê, serokwezîrê Kurdistanê got:Me weke kurd di dema jinavçûna rijêma Sedam de, di damzrandina Îraqa nûh deroleke sereke lîst. Her ji bo vê mexsedê em çûne Bexdayê û me bi hemû îmkanênxwe hewil de ku Îraqê li ser esasekê nûh ava bikin. Meseleya fedaraliyê ûjinûve avakirina Îraqê gelek caran pirsgirêkan di navbera nawend û herêman,bitaybetî herêma Kurdistanê de dirust dike. Hindeka desthilatan Bexda bi yênxwe dizane û em jî bi yên xwe dizanin. Bê şik ez bi xwe van hemû pirobleman binormal werdigirim. Çimkî eger em li sîstema federal ya cîhanî temaşe bikin,gelek car ew piroblem har mane. Jiber hindê mesele ne wisayae ku têkeliyên me biBexdayê re xerab bin, lê mesele ewe ku li Bexdayê yek desthilat tu ne. Jiberhindê ev arîşe dinavbera Bexdayê û herêma Kurdistanê de çê dibin , û em wan biawayekê normal temaşe dikin.

Li dor kirîza vê dawiyê çêbûy, Nêçîrvan Barzanê got: Em arteşa Îraqê bi arteşahemû Îraqê dizanin. Wezîfeya arteşa Îraqê jî ewe ku bergiriyê ji hemû tehdidêntên ser Îraqê bike. Ew piroblema li devera Diyalayê rûda, piroblem ji qebareyêwê bixwe zêdetir mezin kir, Diyale devereke aram e û emin û asayîşa wê deverêhata bi niha ji aliyê hêza pêşmerge ve tê parastin. Paşî li ser wan deveran ligor destûrê nakokî li ser heye û nehatine yelalîkirin ka ew dever beşek in jiherêma Kurdistanê yan jî beşek in ji Îraqê. Ji ber hindê, bi dîtina me,hinartina arteşa Îraqê bo wan deveran di vê demê de ne pêwîst bû. Eger em hestbi hindê bikin ku hêzên me nikarin bergiriyê ji wan deveran li dijî terorîstanbikin, wê demê em bi xwe dê daxazê ji Bexdayê bikin ku hêzê bo me binêrin.Hinartina hêzên leşkerî bo wan deverên aram û bê piroblem dê kausê dirust bikeû asayîşê di sînorên wan deveran de bicih nake. Piroblemên bi vî awayî dê rûbidin, jiberhindê beriya gavên bi vî awayî bên avêtin pêwîstiya me bilêktêgihîştin û hemahengiya nevbera Bexdayê û herêma Kurdistanê de heye. Demarewşa emnî li Bexdayê gelek ya xerab bû, ewan daxaz ji me kir ku em hêzê bo wanrêbikin.

Li dor kêşeya Kerkûkê Nêçîrvan Barzanî got: Kêşeya Kerkûkê kêşeyeke aloz e û bihêsanî çareser nabe. Lê her çewa be, ev pirobleme îltîzameke destûrî ye û bi ame divê cîbicî bibe û em li ser wê yekê cidî ne ku bi her awayî be pêwîste evmadeya destûrê bicih bibe. Ewa ku em daxaz dikin di çarçûvê destûra Îraqê de yeû em daxaza tiştê zêdetir nakin.

Hindek alî, li ser meseleya Kerkûkê, bi şaşî li helwestê kurdn gihiştine, gelekcaran wisa tê gotink u mexseda me zêdetir petrol e û paşî jî ji Îraqê cudabûne, ku ev yek jê qed newisa ye. Em bi destûra Îraqê ve pabendin ku dibêje;petrol milkê hemû gelê Îraqê ye. Paşî jî em weke herêma Kurdistanê li serdabeşkirina petrolê rêkeftin e, vêça ew petrol li Zaxo, Hewlêr yan besra be, emli ser hindê rêkeftine ku ji %17 ji dahatê petrolê bo herêma Kurdistanê be.Vêça ew meseleya ku hindek behis dikin ku kurd dixazin Kekûkê bigirin paşî jîrêyeke din hilbijêrin, tu esas jê re nîne.

Li dor rêkeftina stratejî ya nevbera Amerîkayê û Îraqê de, serokwezîrêKurdistanê got: Astê hêzên Îraqê negihiştiye wê dereceyê ku pêwîstî bialîkariya leşkerê Amerîkayê nebe, û hêşta Îraqê gelek maye ku bigihîje wê astêku pêwîstî bi hêzên Îraqê nemîne. Herwesa em hizir nakin ku ev hêze hêzekbiyanîye û rojekê hatiye vir û divê vegere, jiber vê yekê bi dîtina me evrêkeftina stratejî ku niha behsê wê tê kirin, bo Îraqê gelek giringe. Niha liÎraqê destê Amerîkayê vekiriye û her çewa bixaze hereketê dike, jiber hindê bihizra me ger ev bikeve di çarçûveyekê qanûnî de hingê hikûmeta Îraqê dê gelekarmancên emnî bidest bixe.

KRG-Org

www.kurdistan-news.net

 

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter