Çavên Botan û şerma em tê de / Nivîsa Selîm Çurûkkaya min bi dilekî xemgîn xwend û pir li ber neçariya ku em tê de ne ketim…
Rast e. Demekê bi dilopên xwîdana ji eniya hêja Botan dihatin xwar hêvî di çavên zarokên kurdan de dihat dirûtin û baweriya di mejyê gelê me de çilmisî dihat avdan. Belkî geliyek li welatê me nemaye ew silav nekirî û çiyak nemaye ew hembêz nekirî, lê ev tev di roja îro de nikarin bibin merhema herdû çavên wî derman bikin.
Mîzêna adaletê li ser xaka me bervajî bûye? Zikê têr hayê xwe ji yê pirçi tune ye?.
Ger em bê deng bimînin ta reşayî tariya xwe berde kûrhiya çavên Botan, wê demê wê şermeke bê dawî konê xwe li ser hebûna me de berde. Hêviya min ew e ku berpirsiyarên gelê me li başûrê rojhilatê kurdistanê li hember vê meselê şiyar bin û gavên tên xwestin bê derengî bavêjin. Botan yek ji pêşmergên jîr û yek ji şervanên azadiyê yên herî li pêş bû. Bêguman wezîfa hukûmeta Kurdistanê ye pirsgirêkên pêşmergan çareser bike. Di vî warî de gelek gavên giranbuha hatine avêtin û tev hevî me ku di vê derbarê de jî, hêjayek ji hêjayên gelê me Botan newe ji bîrkirin. Her wekî din jî, bêguman rewşenbîr û kesên me yên li Awrûpa û li hember rewşên wiha çavvekirî dikarin tedbîrên tên xwestin bigirin lê ev yek wê bibe kêmasiyeke mezin ya hukûmeta heremê.
Akîf Hesen/Avesta
www.kurdistan-news.net