KNN-Tirkiye/Fikri Saglar: Dewlet naxweze çete eşkere bin û şerê PKK jî xilas be / Fîkrî Saglar îdîakir û got;
“Dewlet hem naxweze cheyên di nav wê de xwe sazkirine eşkerebin û bihêt dadgehkirin û her wiha eynî dewlet naxweze şerê çekdarî bi dawî were. Mîna ku bi zanebûn bi xeletiyên xwe yên siyasî PKK dide jiyandin. Evana hemû pêkve girêdayî ne.” Wezîrê Çandê yê kevin û sekreterê kevin yê Partiya Komara Gel Fîkrî Saglar îro di rojnameyekê de daxûyaniyek da û got, serokê Partiya Komara Gel-CHP Denîz Baykal endamê rêxistineke îlegal ya dewletê ye.
Fîkrî Saglar diyarkir, ku eger rojnivîsên fermandarê Hêzên Deryayî yê kevin Özden Örnekî nehete bidest xistin û nekevin nav mijara Doza Ergenekonê, kesek nikare esil rêxistina îlegal ya di nav dewletê de ye derxîne meydanê.
Fîkrî Saglar îro di rojnameyeke bi navê Today´s Zaman de hevpeyvînek da û îdîakir ku Denîz Baykal zilamekî îlegal û endamê rêxistineke îlegal ya dewletê ye.
Saglar di hevpeyvîna xwe ya bi rojnamevan Ercan Yavuz re bibîranî ku Denîz Baykal berî niha gotibû „Ez dê parêzeriya generalên doza Ergenekonê bikim!” û got ev yek beyhûde nehatiye gotin. Rola Denîz Baykal di nav rêxistina îlegal ya di nav dewletê de gelek zêde ye.
Fîkrî Saglar destnîşankir, eger îro ev doza Ergenekonê bi rastî bihête vekirin û bi rastî hemî têkelî û endametiyên wê bihêtin eşkere kirin, wê çaxê Tirkiyê dikare serbixwe bibe.
Di heman demê de Saglar diyarkir, bi vekirina têkeliyên vê rêxistina bi qirêj û tarî ya bi navê Ergenekon, gelek pirsgirêkên vî welatî dihêtin çareserkirin. Saglar wisa axifî: „Hatiye fêmkirin ku pirsgirêka Kurd mezintirîn pirsgirêka Tirkiyê ye û dîsa hatiye fêmkirin ku ev pirsgirêk bi rêya çekdarî nahête çareserkirin.”
Fîkrî Saglar wisa berdewam kir: „Yên ku PKK didin jiyandin xeletiyên siyasî yên Tirkiyê ne. Jibo ku şîdet û tekoşîna bi çekdarî bihê berdewamkirin, her tişt dihête kirin.”
Peyvên Fîkrî Saglar yên balkêş wisa ne:
– Tirkiye çima nikare rêxistinên îlegal yên di nav dewletê de derxîne meydanê û bidarîzîne?
Siyasetmedarê yekemîn Bulent Ecewît e, ku wî kontr-gerîlaya dewletê dît û ji wê şûnde serê wî ji belayê xilas nebû. Gelek siyasetmedar jiber van rêxistinên îlegal yên dewletê nekarîne siyaset bikin, ez bi xwe jî mexdûrê vê rêxistinên îlegal im. Hûn eger bala xwe bidin tewgera Denîz Baykal, dibînin ku ew ji aliyên kîjan hêzan dihête bihêzkirin û ew bi xwe jî jiberku zilamê vê rêxistina îlegal ya dewletê ye, ti car rihsat nade siyasetmedarekî din ku bihê serokirdayetiya sosyal demokratan.
-Siyasetmedarên wek we çawa dihên astengkirin?
Di dema xwe de kî di derbarê kontrgerîlla yan jî di derbarê rêxistineke dî ya di nav dewletê de û bi destê dewletê hatiye jiyandin karekî hiqûqî kiribe û li Meclîs xwestibe ku ev rêxistinên îlegal bihêtin belavkirin, belê ew siyasetmedaran hemî hatine bêtesîrkirin û îro qet yek ji wan nikarin siyaset bikin. Hatin bêdengkirin, bêtesîrkirin û bêîmkan kirin.
Ma ew qas tesadûf dibe, li çep jî, li rast jî, hevalên me yên ku li dij îlegalîte xebîtîne û li ser kuştinên faîlî meçûl çûne, hemî ji siyaset hatine dûrxistin. Serokê komîsyonê . Sadık Avundukluoğlu, Serokê Kômîsyona Sûsûrlûkê Mehmet Elkatmış û Sabri Ergül îro di piyasê de nîn in, çima? Raportorê Komîsyona Sûsûrlûkê dadwer Akman Akyürek di roja 9 Kanûn 1997 de li Stenbolê qezayek derbaskir û jiyana xwe ji dest da! Dîsa hevalekî me ji komîsyonê, ji partiya Fazîletê Bedri İncetahtacı di roja 21 Mijdar 1999 de li Enqerê qezayek derbaskir û jiyana xwe ji dest da. Di mala Akman Özyürekî de pasaport û nasnameyên cûda cûda hatin dîtin. Yanê bi kurtayî li Tirkiyê kî li dij karên neyasayî û rêxistinên îlegal yên di nav dewletê de tekoşîn bide dikeve nav xeteriyeke mezin.
- – Ma ji serê we jî tiştekî wisa derbas bû?
Belê, di sala 1999 de min du qezayên kûjyerî derbaskirin.
Eger ez behsa îxcrackirina min ya ji partiya CHP bikim hûn dê vê yekê fêm bikin.
Gava dadgeha Ewlekarî ya 6. biryar da û hin kes ceza xwerin, yek ji van jî Korkut Eken bû, Korkut Eken wek dihête zanîn serokê çeteya Sûsûrlûkê bû. Eken piştî biryara dadgehê derket telewîzyonê û vekirî wisa axifî: „Yê bûye sedem ku ceza bi me bihête dayîn Fîkrî Saglar e. Em dê bi wî re hesabê xwe bibînin.” Piştî axifitina vî serokê çeteyê, CHP jibo îxrackirina min dest bi hewildanan kir. Eger hûn îro ji CHPiyan pirsiyar bikin û bêjin, we bo çi Fîkrî Saglar îxrac kir, nikarin bersivek bidin.
- – Ev rêxistina îlegal ya dewletê di nav CHPê de jî xwe rêxistinê dike yan na?
CHP partiyeke siyasî ye, lê darbeya leşkerî qebûl dike. Madeya 301 diparêze, destûra leşkerî ya sala 1992 diparêze, yanê êdî bûye partiyeke parêzera destûra darbeçêyen. Yanê jibo CHP dewleta hiqûqê, maf û azadiyên mirov ne girîng in, heta dijê vê yekê ne. Mixabin mirov jibo partiyeke wisa nikare bêje çep. Lê bingeha CHP, yanê gelê ku rey dide wê ne wisa ye, serkirde wisa bûne… Dewletî bûne…
- – Kesên rey didin CHP, wisa bawer dikin ku ev partî çep e.
Piştî van axiftinan Fîkrî Saglar da diyarkirin ku êdî CHP partiyeke bin tesîra rêxistinên îlegal û nijatparêstan de ye, jiber vê yekê ne çep e û divê partiyeke bi rastî çep bihête dest pê kirin, pêdiviya Tirkiyê bi vê partiya çep heye.
Dîsa Fîkrî Saglar di sernekeftina di derbarê doza çeteya Sûsûrlûkê jî wisa axifî:
„Ev çeteyan hemî pêkve girêdayî ne: Kontr-gerîlla, Çeteya Sûsûrlûkê, Çeteya Yüksekovayê, Jîtem û di dawiyê de jî Ergenekon. Di van rêxistinan de polês, cendirme, hin general, rojnamevan, siyasetmedar û kesên nijatperest û dewletekî faşîzan diparêzin cîh girtine. Rêxistineke gelek berfireh e û gava her tişt eşkere dibe, ew tesîr li siyasetê dikin û dozê didin sekinandin. Gava me komîsyona Sûsûrlûkê çêkir, me xwest çend general (Velî Kücük) serokwezîr Tansû Çîller, Mehmet Agar û kesên girîng yên van rêxistinan destek kirine û sucên mezin kirine bînin Meclîsê û li ber komîsyonê îfadeyên wan bigrin. Çi bû, wê çaxê jî vê rola Denîz Baykalê niha ket destê partiya Fazîletê. Ew jî rabûn jiber ku Tansû Çîller nehête dadgehkirin, henêkên xwe bi doza Sûsûrlûkê kirin. Çima, jiber ku Tansû Çîller bi destê dewletê ew tehdît kirin. Tansû Çîller gotibû, eger hûn îzîn bidin meclîsê îfadeya min bihête girtin, ez ji koalîsyonê vedikşim û hikûmet jî dikeve.
Belê Partiya Fazîlêtê jî jiber ku çend meh çend sal desalatiya xwe ya siyasî bide berdewamkirin ev tawîza mezin da Tansû Çîller û ew doz jî nehat eşkerekirin û sucdar nehatin bi cezakirin. Ez diditrsim ev Doza Ergenekonê jî wisa bibe. Lê divê êdî ev tarîtî û reşayiya mezin ya di nav dewletê de ji ortê bihête rakirin û dewleta Tirkiyê bibe dewleteke demokratîk, azadîxwez, hiqûqî û hemdem. Jibo vê yekê jî kesên mîna Tansû Çîller, Denîz Baykal û her wiha ew siyasetmedarên ku hêza xwe ne ji gelî, ji hêzên tarî yên dewletê werdigrin ji siyasetê bihêtin vekişandin û bihêtin dadgehkirin.
KNN/Zagrso Baran
Çavkanî: Todays Zaman-Hür Haber