KNN-Cîhan/Borsayên cîhanê rûxiyan, xeterî mezin e! / Borsayên girîng yên cîhanê bi heyecaneke mezin li benda biryara Meclîsa Nûnerên Dewletên Yekgirtî yên Amerîka-YDA yê ne, lê biryara ku cîhan çawerêya wê dike derneket.
Wekî dihête zanîn berî rojekê li Amerîka pirsgirêke mezin ya sermiyanî derketibû û ev pirsgirêk di demeke kin de bûbû krîz. Jiber ku krediyên hatine rûxandin zirarê nede bankayan û rewşa aboriya Amerîkayê; Bush gotibû, ew dê hewil bide û bikaribe ji dewletê nêzîkî 700 mîlyar dolar alîkarî jibo bankayên li ber xeteriyê de ne bike. Lê ew biryara ku Bush daxwez dikir îro derneket û Meclîsa Nûneran ev biryar red kir.
Bi vî aweyî Borsaya New York ketineke mezin jiya û ket asta 6,98 û ev yek ketineke mezin ya asta îndeksa borsaya New York ya dîrokî ye. Jixwe serokê Amerîka berê hilbijardinê axiftinek kiribû û gotibû, eger ev pakêta alîkariya bo bankayên li ber xeteriyê de ne dernekeve û biryareke heyînî nehête sitandin, wê jibo rewşa aboriya Amerîka û belkî jibo cîhanê jî rîskeke mezin avanbibe.
Bi rastî jî emareyên ev du roj in ku diyar dibin, kirîzeke mezin çêkir û gelek borsayên cîhanê ser û bin bûn. Bankayên Brîtanyayê, Almanyê, Belçikî, Hollandî û Lûkasmbûrgê di nav kirîzeke mezin de ne. Jiber ku di vê gavê de aborî û danûstandinên bazaran jî ne pir zîndî ye, ev yek seranser tesîr li ser borsayan de xwe dide diyarkirin. Li gor çapameniya Tirkiyê ev bandura ji Amerîkayê avzê bûyî, her mîna Awrûpa dikarîbû tesîreke neyînî li ser Tirkiyê jî bike, lê hatina cejna Remazanê bazara zîndetir kir û ev yek jî tesîra vê krîzê hinek kêmtir kiriye.
Di vê krîzê de borayên cîhanê ew qas zerar kirin:
Brezîlya % 9,36
DYA Nasdak % 9,14
Arjantîn % 8,68
DYA Dow Jones % 6,98
Rûsiya % 6,48
Brîtanya % 5,30
Fransa % 5,04
Almanya % 4,23
Tirkiye % 1,38
Japonya % 1,26
Lê dîsa jî rewşa aborî hîne ne diyar e, her tişt girêdayî pêhveçûnên Amerîka û rewşa bankayên li ber rûxanê ne.
Wekî dihête zanîn, li Amerîka du bankayên mezin îflas kiribûn û gelek banka û borsa jî li ber rewşa îflasê de ne. Hêviyeke mezin li ser soza alîkariya serokê Amerîkayê bû, lê ew jî ji Meclîsê nehat pejirandin.
A niha hemî navendên aburî û siyasî biryara dawî ya serokê Amerîka û Meclîsa Nûneran çawerê dikin.
Dihête diyarkirin ku ev krîza li Amerîkayê dihête jiyandin, eger nehête çareserkirin, ev krîz wek xelekî wê tesîra xwe li Awrûpa û cîhanê bike. Li Awrûpa jî gelek banka û borsa wê îflas bikin. Wekî dihête zanîn bankayeke mezin û kevin ya Almanyayê berî du roja bi zorê hatibû rizgarkirin, ew mabû îflas dikir. A niha hemî hikûmetên Awrûpayê jî li ser projeyeke nû dixebitin, ka dema ev krîz rabû wê çawa bikaribin alîkariya banka û borsayên xwe bikin ku ew îflas nekin. (Ajansên Cîhanê)
KNN/Zagros Baran