0 0
Read Time:6 Minute, 57 Second

66Zeynel Abidîn / Bêzelê yan jî Hawara Rastiyan

Ev bûyer ji gelek aliyan cûda cûda dê dihête şêrovekirin. Her kesek li gor cîhê xwe dinihêre jiberku, her kesek bi têgehên berjewendiyên xwe dibêje. Dijmin çi caran rastiyan nabîne, bibîne jî bi helwesteke nedîtî wê tevbigere. Ew „mafekî” xwezayî dibîne ji xwe re. Jiber ku ew bi binpêkirina mafan xwe dide jiyandin. Mirov nikare helwesteke mirovane ji dijmin çaverê bike.

Lê em îro bes li ser rastiyê rawestin, rastiya hawaran: Li ser Bêzelê…

Wekî dihête zanîn berî çend rojan şervanên Hêzên Parastina Gel avêtin ser qereqola Bêzelê û hemî cîhan temaşeya şerekî dijwar kir. Bi dehan leşkerên artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dan, belkî qasî wan jî şervanên Kurd şehîd ketin.

Di vê derê de jiyanjidestdayîn û şehîdketin du têgehên heyînî û neyînî nîn in. Edaleta peyvan in. Jiber ku Bêzelê di nav dilê Kurdistanê de cîh digre, hersê parçeyên welatê me yê bindest û dagirkirî tam jî di vê deverê de digîhîjin yek û du. Ne tenê leşkerên Tirk, ji bilî Kurd û Kurdistaniyên jibo welatê xwe canê xwe didin, kê li vê deverê be, incax dikare jiyana xwe jidest bide.

Ji kîjan dîn, fikir, partî û nijat de dibe bila bide, her Kurd û Kurdistaniyek ku jibo parastina welatê xwe ciwaniya xwe dabe ber bireke şerê bê eman û li vê derê ketibe axê, ew her şehîd e û dîrok jî wisa binav bike.

Çawa ku leşkerên Tirkiyê li dola Çanaqaleyê li dij dagirkeran şehîd ketibe, Kurd jî îro mîna heman wek wan, li dola çiya û warên Bêzelê wisa şehîd ketin û dikevin.

Ev yek nirxandineke cîhanî ye, ne neteweperestî…

Me di destpêkê de got, her kesek bi berjewendiya xwe li vê bûyerê dinihêre. Ev sî sal in ku di bakûrê welatê de Kurd di binê zulmeke mezin de dijîn, dimrin, belav dibin, lê qasî hêz û qudreta xwe jî şer dikin, teslîm nabin, li ber xwe didin. Ev yek jî şerefeke bê dûmahî ye. Têkeliya vê şerefê bi çi berjewendiyê ve tune, têkeliya vê şerefê bes bi mirovbûnê ve heye. Kurdên ciwan jî jibo ku gel û nijada wan ji mirovayetiyê dernekevin, şer dikin, dikûjin û dihên kuştin…

Başî yan jî nebaşiya PKK û Abdullah Ocelanî vê rastiyê nagûherîne. Jixwe başî û nebaşî jî ne rewşeke objektîf e îro, ew jî bi tevayî girêdayî berjewendiyê ye.

Jiber ku Ocelan dema hat girtin, bîr û baweriya PKK ya avakirinê, yanê bîr û baweriya berxwedanê di dadgeha Tirk de neparast û li gor min bi helwesteke tenazûlî û radestî tevgeriya, min xwe ji xebat û saziyên PKKê vekişand. Lê her Kurdbûn û jiyana bo Kurdayetiyê jibo min berdewam kiriba û wisa kir jî. Dîsa jibo wan hevalan jî min ev biryar da: Ev Kurd in, fîdakar û cesûr in, canê xwe xistine ber dozeke bê eman, dive helwesteke wisa be ku hesta Kurdbextiyê nehêşe. Gava rastiyan bibînim pişt bidim, gava xeletiyan bibînim rexne bikim, lê rexneyên min jî dive bi pîvan û îzan bin.

Wisa bawer dikim ku her çi qas wan li gel min yan jî em bêjin wek yên min, ev pîvan û îzan li ber çavên xwe negirtibin jî, min daîm bi helwesteke dostane û biraderane nivîsî û qise kir.

Jiber ku ez ne ji wan, lê ez ji xîreta miletekî bindest û rastiya civakeke bê mecal ditirsiyam, ev tirs di heman demê de tirsa min ya ji dilê min bû û her wisa ye jî.

Di netewên wek me de dive her kesek bes ji dilê xwe bitirse, wê çaxê hesûdî û çavnebarî yanê birakûjî çênabe…

Em werin ser mijarê; mijara şerê Bêzelê; gelek nivîskar û rewşenbîr dikarin vê bûyerê rexne bikin, bi rastî yeqîn cîhên rexnegiriyê jî tê de hebin. Gelek dost û dijmin dikarin vê hêrişa bê eman, jiber ku gelek kes tê de hatin kuştin, şermezar bikin jî.

Di bûyerên wisa de mirov dikare her helwesteke bi tolerans nêzik bibe…

Lê werin em berê helwesta serokkomarê vî welatî binirxînin… Helwesta wî ya ku jê xwîn dipeke: “Em dê bersiva PKKê bidin” dibêje camêrî. Gelo ev gotin çi qas li serokkomarî û çi qas jî dîndariya wî dihe?

Roja ku serokkomarê Tirkiyê ev gotina şer û xwînxweziyê digot, leşkerekî birîndar yê bi nave Mehmet Tokmak jî behsa hevalên xwe yên kuştî dikir û wisa digot:

“Em bi saetan mirin, alîkarî nehat.”

Niha ev yek hawara yekemîn ya rastiya vê şerî ye: Dewlet û artêşa Tirk zarokên feqîr yên ji her nijadên li Tirkiyê bê xwedî û bê parastin davêje ber kêrê û navê vê trajediyê jî di sînemeya Amerîkî de „Platoon” e, yanê mûfrezeya ku di Wîetnamê de jibo kuştin û xerckirin hatiye pêş avêtin.

Eger kuştî û birîndarên artêşa Tirk li Bêzelê ew qas pir bûne, nîvê vê yekê ji ber çalakvaniya şervanên HPG be, ya nîvê jî, ji hizra artêş û dewleta Tirk dihê; ew gava Kurdan dikûjin, çawa ku gunehên wan bi me nahê, heman wisa gunehê wan bi leşkerên feqîr yên ji deverên Anatolya û Kurdistanê dihên jî nahê.

Mîna ku berî salan Enwer Paşa li dij Rûsan bi sedhezar leşkerên xwe dabûn qirkirin û paşê jî wisa gotibû: „Leşkerên me qir bûn, lê me ev şer wenda nekir.”

Hûn dizanin çima? Jiber ku piraniya leşkeran ji Kurdan û Elewiyan pêk dihat û ew jî jibo Enwer Paşa potansiyeleke mûxalîf û dijmin bû.

Rastiya dûyemîn jî ev e: Helbet xwîna wan gêncan dilê mirov dihincirîne, helbet qasî miriyên xwe dilê me Kurdan bi wan jî dihêşe, jiber ku em bindest bin jî me mirovayetiya xwe çi caran ji bîr nekir. Lê em dixwezin êdê ev şer bi dawî bihê ji herdu layan jî gênc êdî nemirin, êdî ev xwîn bes e.

Jixwe rojnameyên Tirk yên Radîkal û Taraf jî berê du rojan ji manşetê de ev rastî qêriyabûn…

Belê divê ev şer xilas be, lê kes ji PKKê re jî, ji Kurdekî îhtiyadî jî nikare bixweze û bêje; belê we ew qas xwîna xwe da rijandin lê îro hemî çekên xwe bihînin û teslîm bin, êdî me çi mafên we dane yan nedane ew bimîne li ser însafa me.

Ev yek nabe, jiber ku di felsefeya dijmitiyê de însaf tune û jiber ku me xwe pir bi însafa dijmin xapandin, em di vê rewşê de ne.

Belê em dikarin PKKê rexne bikin, ez dikim jî, bo nimûne, jiber kuştina navxweyî de, jibo Resûl Altinok, Mehmet Şener, Kanî Yilmaz û her wiha belkî bi sedan welatparêz û şoreşgerên Kurd, ez PKKê rexne dikim û bikim jî. Ez jiber hin gotin û helwestên li gel kemalîstan û berjêrkirina dîroka xwe de dîsa PKKê rexne dikim û bikim jî… Lê ev yek nikare di fîdakarî, kesayetî, cesaretî û berxwedana sî salan ku wan xistiye nav çavên dost û dijminan înkar bikim û pişta xwe li van taybetiyên bi nirx vegerînim.

Ev bingeha hebûna min ya Kurd û şoreşger tune dike. Ew bixwezin û nexwezin, ez bi zimanê tûj jî rexne bikim, bi dilekî tûj jî li gel hawara rastiyan û helwestiyan de cîhê xwe daynim.

Tirk jî tê de, hemî gelên cîhanê birayên me ne, lê em em in, em Kurd in û her wisa jî bimînin.

Jiber ku, wek li Bêzelê jî diyar bû, gelek can û giyanên me yên ferîşteyî qasî ku em Kurd bimînin xwe di nav axa pîroz de herikandin û diherikînin. Her çi qas ev çalakî carina zirar bide birayên me yên başûr jî, rastî wek xwe dimîne. Belê parastina başûr girîng e, lê rastiya hebûna Kurd û Kurdistan ne tenê başûr e û esil bê bakûr jî başûr nikare xwe bide jiyandin. Jibo vê yekê gava mirov pirsiyar kir ku „PKK xizmetî kê dekat?” divê ne bi tenê cîhê xwe yê başûr binihêre, divê mirov bi tevayî Kurdistan bibîne û wisa bifikire. Eger yekî bêje bila başûr xwe bide jiyandin, parçeyên din êdî xwedê dizane, gelo ev gotin çi qas Kurdistaniyê û bi rastî welatperweriyê, niştimanperweriyê îfade dike? Ev gotin bike bike, bes mesleheta biçûk ya beş û kesan îfade dike, lê di vê çar bihûra mirovayetiyê de, di vê çar milên çiya û warên Zagrosan de ev meslehat derbas nabe…

Di vê welatê dijwar de rastiya hawaran dihê guhê min, divê em li ser van hawaran bifikirin bifikirin bifikirin…

Zeynel Abidîn

zeynelabidinhan@hotmail.com This e-mail address is being protected from spambots. You need JavaScript enabled to view it

www.kurdistan-news.net

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter