0 0
Read Time:1 Minute, 41 Second

recepErdogan got „Yek milet, yek welat, yek dewlet!”

KNN/Gever/Serokwezîrê Tirk di „fetîhên” xwe yên bo bajarên Kurdistanê teraneya dewleta Tirk ya 85 sal in dibêje dûbare kir û got: “Em dibêjin yek millet, yek welat, yek dewlet. Yên vê yekê qebûl nakin bila bicemin herin, jibo wan cîhê me tune.”

Axiftina Erdogan ji aliyê çapameniya Tirkiyê jî wisa hat nirxandin: Gelo Erdogan û partiya wî jî her diçe xwe nêzîkê nijatperest MHP dikin. Jiber ku ev gotina ku Erdogan kirî seranser dirûşmeyeke herî balkêş ya nijatperestên Tirk e.

Erdogan ev çend roj in li Kurdistanê ye û bi hatina wî bo Kurdistanê tansîyon jî gelek bilind bû. Li bajarên Kurdistanê, li Amed, Dêrsim, Gever, Hekarî û her wiha li Sitenbolê jî li taxên Kurdan gel xwepeşanîdanên mezin kirin û di navbera gelê Kurd û polêsên Tirk de şerên kolanan rû da. Li Hekarî û Geverê şerên çekdarî jî çêbûn, poles û kesên nenas yên çekdar di kolanan de gule berê hev dane. Lê heat niha behsa kuştî û birîndaran nehatiye kirin. Li van bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin.

Erdogan di axiftina xwe de îdîakir ku „guftûgohên li ser şikencekirina Öcalanî bi tevayî derew e û DTP dixweze vê yekê wek hacêt bikar bihîne. dedik.” Erdogan di axiftina xwe ya hişk de peyvên wek nijatperestên Tirk bi kar anîn û jibo DTPiyan got, „Eger bi prensîbên demokrasî û welatiya me ya Komara Tirkiyê dijîn bijîn, eger vê yekê naxwezin, yanê nabêjin, yek milet, yek dewlet û yek welat, bila ji vî welatî derkevin û herin.”

Erdogan got, „Ew reyên hemwelatiyên me yên Kurd bikar dihînin û dixwezin bi gotinên xwe yên etnîkî wan bixapînin, lê êdî ev yek ne mimkûn e.”

Di her demên axiftinên serokwezîrê Tirk de şer û pewçûnên di navbeyna gelê Kurd û polêsên Tirk de pevçûn her berdewam bû.

Di dawiyê de nirov dikare bêje ku Erdogan got „Yek milet, yek welat, yek dewlet!” û gelê Kurd jî ew bi kevirên xwe bersivand…

KNN/Sêyîd Xan

www.kurdistan-news.net

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter