0 0
Read Time:1 Minute, 21 Second

Xeta interneta Kurdistanê bi tora interneta cihanê ve hat girêdan

Kompanya “Newroz Tel” ji bo peywendiyan destpêkirina xizmetguzariyên Internet li rêya keybila ronahiyê ve ragihand… Bo yekem car tora înternêt li Kurdistanê li rêya keybila ronahî bi tora cîhanî ve hate girêdan. Kompanya “Newroz Tel” ji bo peywendiyan destpêkirina xizmetguzariyên Internet li rêya keybila ronahiyê ve ragihand. Îro li preskonferenseke hevbeş da ku bi amadebûna her yek ji waliyê Hewlêr Newzad Hadî û wezîrê gihandina hikûmeta herêma Kurdisanê Heyder Şêx Feylî li Hewlêra paytext hate girêdan, berpirsê desteya karguzarî li kompanya Newroz Tel Serwet Îzet ragihand, bi hevkarî li gel wezareta gihandina hikûmeta herêma Kurdistanê me karî Kurdistanê bi rêya keybila ronahiyê ve bikîn xalekî serekî û bi rêya Tirkiyeyê ve li şûna bikaranîna sênîyê Kurdistanê bi tora Internetê cîhanê ve girêdidin.


Îzet amajeya wê yekê jî kir ku keybila ronahî bi dûrî 800 km li herêma Kurdistanê ve bi keybila ronahiyên cîhanî ve li Tirkiye hate girêdan.

Her wiha da zanîn ku ev deskeft bi hevkariya hikûmeta Tirkiyeyê û kompanya Turk Telekom ve hatiye encamdan û di vî warî de peymanek li gel wan mohr kirine, ku eve yekemîn pêngave li Iraq û her li rêya vê yekê tora Internetê hemû Iraqê bi tora cîhanî ve tê girêdan.

Dûpat jî kir ku bi vê pêngavê nirxê xizmetguzarîya Internetê li herêma Kurdisanê nizim dibe û di heman demê de vekirina malperan hêsantir dibe û di vî warî de bi awayekî berfireh dê saziyên hikûmetê feydey ji internetê bibînin.

Paşê li vê preskonferensê de waliyê Hewlêrê Newzad Hadî xweşhaliya xwe li hember vê deskefta ji bo herêma Kurdistanê derbirî.

Jêder: KRG

www.kurdistan-news.net

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter