Roza Kurd/Ev çend meh in çavên dinyê hemî li ser hilbijartinên Emerika bûn. Cara yekemîn bû ku di dîroka Emerika de, yekî reşik û jinek, ji bo serokatiya Emerika diketin dengdanê. Di demeke kurt de Hilary Clinton ku ketibû hilbijartinê fam kir ku şensê wê ji yê raqîbê wê yî reşik gelekî kêmtir e. Loma jî wê xwe ji hilbijartina kişand. Ev du-sê roj in bi serkeftina Barak Obama yê nîvreşik dinya rabûye ser piyan. Her hinek û tişkî dibêjin, lê kêfxweşiya herî mezin ya reşikan e. Lewra ji bo wan ev serkeftin xewneke derengmayî bû, lê bû rastîyek. Li Kenya, welatê ku bapîrê Obama jê ye, vê gavê zarokên ku nûjidayik dibin navê Barak li wan tê kirin û teybet kêfxweşiya Kenyayiyan bi serkeftina Obama pir mezine.
Martin Luther King çil sal berê bi gotina xwe ya navdar; I have a dream (xewnek min heye)digot; Ku wê demek were, miletên li Emerika dijîn hemî bi heman mafê mirovatiyê bijîn…Van rojan çil sal bi dû kuştina M.L King de yekî reşik bû serokê 44 an yê Emerika. Ev serkeftina Obama ne tenê ji bo reşikên Emerika û reşikên cîhanê, lê belê ji bo gelek gelên bindest jî hêviyeke mezin e. Lewra ev serkeftin tê wateya ku xewn û xeyal jî dikarin bicih werin.
Slogana Barack Obama ya ku bikar tanî û digot; Yes we can (Belê em dikarin) bi cîh hat. Di axaftina xwe ya serkeftinê de Obama vê gavê jî li gel dengdêrên xwe got; Yes we did! (Belê, me pêk anî!).Di dema koledariya reşikan de, kê bibîr tanî an bawer dikir ku yekî reşik bibe serokê Emerika. Lê va 143 sal di ser dema koledariyê de derbas bû û reşikek bu serokê Emerika yekbûyî.
Di hilbijartinan de gelek kesan Barack Obama dişibandin salên 1960 ya dema serhildana reşikan ya ji bo mafê wan yên miroatiyê. Her weha Obama dişibandin M:L king ku wî jî wek King hêviyên jiyanek demokrat û wekhev dida gelên bindest.
Barack Obama di axaftina xwe ya serkeftinê de got: “change has come to America” ( Guhertin gîhaşt Emerika). Gelek Emerikî dibêjin du serokên mezin ji bajarê Chicago derketine, yek jê Abraham Lincoln û yê din jî B. Obama ye. her weha dibêjin A. Lincoln guhertineke pir mezin kir, ew jî bidawîanîna koledariyê bû. Ka em binerin bê wê Obama çi guhertinan bîne?
Ev hilbijartin ne tenê ji bo Emerikiyan giringiya xwe derdixist pêş, lê belê ji bo hemû gelan û bi taybet rojhilata navîn pêşerojekê xêz dike. Pirsa ku Obama mirovekî reşik e û pirsa din ku bavê wî mirovekî misilman e, ji gelek hêviyan re dibû bingeh. Lê wer xuya dike ku pirsa asasî û bingehîn ku siyaseta Qesra Sipî û Konferans berê hatiye xêzkirin û Obama jî wek serokên berî xwe tenê karmendekî payebilind e ji bo Emerikiyan. Di media û Tv yên gelek welatan de, ji niha de gotina Obamerika tê bikar anîn. Hêvî pir in, lê wê çiqes ji wan hêviyan werin cih, dê dem nîşan bide.
Roza Kurd
Jêder: Rizgari Online