0 0
Read Time:2 Minute, 57 Second

Biqasê peyivê kevn e, bi ewqasê jî girîng. Girîng; ji ber ku ew jî mîna peyivê dixweze hin tiştan ji me ra bêje.. Di destpêkê da deng hebû, pê ra jî hereketa bedenê; reqs. Deng û hereket, ji destpêka jiyana mirovahiyê heya îro gelek pêvajo derbas kirin. Bi kurtî: Deng xwe gîhand gotinê, gotin bû dilopên deryaya zimên.

Hereket bi dengê defê ra kelîjî, muzîkê hilda bû reqs, bû govend. Bi sedan dans û valsên îroyîn, ji reqsa folklorîk a destpêkê peyda bûne. Govend taybetmeniyeke kurdî ye. Kurd bê govend, govend jî bê Kurd nabe, bi hev ra kelijîne, ev tê zanîn. Wê bê edebî be, ku ez rabim govendê bi kurdan bidim nasîn. Ez dixwezim di çarçoveya vê nivîsê da, bi çend gotinan li ser hêza kurdan a di govendê da rawestim. Gelo Kurd çima evqas bihêz in, di govendê da. Ewqas rind, bedew û pispor in di govendgeriyê da? Helbet me gelek taybetên meşhur ên din jî hene, êrênî yan jî neyînî.. Lê çima ev govend evqas li pêş e?

Çima Li pêşiya her karên esasî govendek tê gerandin? Çima bablekan, herqişte, çepkî, delîlo û bi sedan lîstikên delal ji her aliyên Kurdistanê, di pêşbirkeyên cîhanê de pirî caran dereceyên yekemîn radikin?

Û gelek pirsên din… Rast e! Bi dagirtina welêt ra, ziman û çand li me hatine qedexekirin! Kê hatiye tepek li serê me daye û me jî bi êşa birîneke kûr, yan qêr kiriye, yan jî govendê girtiye. Wê bibe nirxandineke sivik ku ez rabim hêza govendê bi van sedeman ve girê bidim. Bi ya min sihêr û efsûneke razber heye, di govenda me da. Şîfreyeke nepişkaftî, şîfreyeke nepenî di rîtm û ahenga bedenê da. Kişîneriyeke balkêş, di rengîniya cil û bergên govendgeran da. Mîna xalîçeyên me. Kûrayî û coşeke destlênedayî heye di dengê def û zirneyê da ku govend pê digere. Bihevşabûna deng û hereketê li nava rengan.

Nêçîrvanî û çandiniya bi hezaran salan heye di fîgurên govendên me da. Mîna; lîstika qertel a Çapaxçûrê, qimila Semsûrê… Û ku dibêjin jiyan wiha bû, di destpêkêda…

Govend digere, diherike û xwe digihîne deryaya çanda mirovahiyê, dibe gulek li baxçeya kultura cîhanê. Guleke xweşik, di rêz û dereceya yekê da. Keçeke alman heye, Ez wê hema di her şev û şahiyên kurdî da dibînim, ku di govendê da ye û pir xweşik jî dileyîze. Bala min kişand û rojek min jê pirsî: Tu çi hîs dikî di govendê da? Bi yek gotinek û yekser wiha bersivand: „ Jiyanê..“ Yek ji qisûrên min a ez nikarim ti car bibexşînim ev e, ku heta vî jiyê xwe min xwe hînê govendê nekiriye. Ji ber vê jî nakevim dîlan û govendan. Tenê lê temaşe dikim. Zewqa temaşekirinê ku ne ti tiştek e, li ba ya lîstinê. Ji ber ku nizanim, bikevimê ez ê ahengê xirab bikim. Govend, şaştî û nezaniyê qebûl nake.

Dema meriv nizanibe û bikeviyê dibe pêkenok. Govend lîstikeke kollektîf e. Rola her lîstikvanê wekhev e di lîstikê da. Di seriyê da sergovend, divê meriv baş bizane ji bo govendeke xweşik û serketî.. Lewma jî Mela wiha gotiye di derheqê govendê da: (1)

Selwa sehî-qet xemilîLew kemmilî mestane reqsWer suhbetê ger qabilî Dê bêt û ret şahane reqs (6)

Perwaneyê şema geş inZulfên weh nazik raweşînŞewkên di dil da pê xweş inMe ji pençeyên şêrane reqs (9)

Îro şeker xendê birinDestê spî zendê birinDîsa bi govendê birinDerdê „Melê“ dermane reqs

(Ji helbesta derdê melê, M. Cizîrî, Dîwan: Ev helbest 9 beyit in, min beyitên 1, 6 û 9an hilbijart)

evdiladirej@hotmail.de

 

http://www.gelawej.org

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter