Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro dawî li serdana xwe ya bo Amerîka û Ewropayê anî û vegeriya Hewlêra paytexta Kurdistanê û li vir Civîneke çapemeniyê saz kir.
Serokê kKurtdistanê di vê civînê de behsa encamên hevdîtin û civînên xwe yên bi berpirsên Amerîka û Ewropa re kir û weha da zanîn, ku ev serdana han gelekî pozîtîf bûye.
Di derheqê serdana xwe de ya ber bi Amerîka ve, Barzanî got ku ewan gelek dîdar pêk anîne û derfetek baş ji bo dîyarkirina rewşa herêma kurdistanê ji wan re hebû û got, ku ewan dilgiranî li nik Amerîka nehiştin û ev dilgiranî di vê dawîyê de sereast bûbû.
derheqê serdana xwe de ya ber bi Fransa ve jî Barzanî got ” me di ewê serdanê de dîdar û kombûn bi dostê xwe yê kevn wezîrê derve yê Fransayê Bernard Kochner re saz kir. Ev derfetek baş bû da ku em bikaribin bi rêya Fransa ya ku niha serokatiya demê ya Yekîtîya Ewropa ye, peywendîyên baş bi welatên Ewropa re saz bikin.”
Ji bo egera serdana serkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul jî serok Barzanî got:” Berî ku ez serdana Amerîkayê bikim min du hevdîtinan digel nûnerê serokê Tirkiyeyê pêk anî.Bi ya min perdeya nerihetiyan li ber me û Tirkiyeyê nemaye û pêşwazî jî li Abdullah Gul dikin eger bi armanca xurtkirina têkiliyan serdana herêma Kurdistanê bike.”
Barzanî di heqê pêkanîna Meclîsên Îsnadê de got:” Pêkanîna Meslîsên Îsnadê li navçeyên ku rewşa ewlekariyê xirab e, karekî normal e lê li navçeyên herêma Kurdistanê û nakokbar bi tu awayek nayê qebûlkirin û çandina tovên fîtneyê ye û ew kar jî bi agir yarîkirin e.”
Ji bo peymana ewlekariyê ya di navbera Iraq û Amerîkayê de jî Barzanî amaje bi wê çendê kir ku li gor gotinên wezîrê navxwe ya Iraqê artêş û polîsê Iraqê karîna wê nine aramî û ewlekariya welêt bi temamî cigar bike, her weh ji hêla aborî ve eger peyman bê redkirin bi gotina wezîrê darayî Iraq dê yek trîlyon dolar ziyan bigehê Iraqê û dest bi ser serwet û pareyê wê bê girtin, yanê Iraqê dê ji hêla siyasî,ewlekarî û aborî ve zerermend be, her weha dê şerê navxwe jî derkeve lewra peyman xira jî be lê fêda wê her heye çimkî tu alternatîfeke wê nine.
PNA- Pukmedia