0 0
Read Time:51 Second

Kurdistan News-KNN/Amed/Yekîneyên asîmanî û bejayî yên girêdayî artêşa Tirk îro li Amed meşeke hêznîşandanê pêkanîn. Li gor ragîhandina çavkaniyên herêmê, yekîneyên artêşa Tirk bi meşê re dirûşmên nijatperest yên Tirkî jî avêtin û qisa qêriyan: “Em leşkerên Mûstefa Kemal in/ Her Tirk leşker dihê dûnyayê” Di meşa ku artêşa Tirk dixwest bihêzbûna xwe bide destnîşankirin de yê ji yekîneyên leşkerî re fermandarî kirî jî fermandarê kolordûya 7. Tuxgeneral Ata Kalkanî bûye.

Çavkanî û hin dewr û berên rewşenbiriya Amedî didin ragîhandin ku ev yek li ser gelê Amedê de tesîreke xirav kiriye. Jiber ku ev meşa hanê bi tenê jî dikare hizra dagirkerî û hêzayetiya îşxalkirinê di sere mirovan de diçûrîskîne.

Her wiha yekîneyên leşkerî di dema meşên xwe de ji aliyê polês dihatin parastin. Ev yek jî wek hesteke trajî-komîk di kolanên Amedê de belavkirin. Ev rewş du tişt îfade dikir ev rewşa wan: 1) Divê artêş bihêtê parastin 2) Jiberku di vî welatî de gerîlayên Kurd hene…

Kurdistan News-KNN/Eliyê Zozan

www.kurdistan.news

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter