Roj dihê, dîrok vedigere, her kesek hesabê xwe dide! Gava me dest bi şoreşgeriyê kir, piraniyên me hîna zarok bûn. Ya li hemberê me jî dewleteke bi hezar salan… Ev zarok û xortên teze ketin peyî dozeke “bê îmkan”, şikence kişandin, hatin kuştin, civaka Kurd belav bû… Jibo çi? Jibo ew “xeyala” sedî sed rast, jibo ew doza evrahî, jibo Kurdistaneke serbixwe, yekbûyî û demokratîk. Yên di mala xwe de wêneyê dijminê gelê Kurd, Mûstefa Kemal dardakirine dijmin û xayîn hatin hesibandin, îxrac bûn, bi emrê serokê xwe û ji aliyê rêhevalên xwe hatin kuştin. Paşê ew serok û rêhevalên wan kesên bin axbûyî, bûn “heskiriyên” dijminê gelê xwe. Dîrok vê yekê rojek ji rojan wê bipirse.
Û paşê mebûsên “Kurd” di rojvegera qirkirina gelê Kurd yê Dersimê de çûn li ber qebra wî dijminê qewmê Kurd û lê secde kirin.
Di vî welatî de ne ku behsa federasyon yan jî otonomiyê bikin, di derbarê serxwebûna welatê xwe de biketana nav şikeke herî biçûk, bi ajantî, xiyanetî hatin “dadgehkirin” û yên bi serê wan hatî nehat serê çi kesek.
Dadwerên wê “dadgeha gelî” niha Lozanê diparêzin.
Bi salan birayên me yên Başûr bi xiyanetî hatin propaganda kirin, bi salan wek ceşên Tirkiye hatin bi navkirin, niha ev kesên “ezîz û welatparêz” dibêjin Ala Tirk ya me ye jî, nasnameya Tirk nasnameya me ya herî bilind e. Bê xîretî ew qas pêşkeftiye ku ew maye biçin destê nijatperestên Tirk maç bikin, lê gava neteweparêziya Kurd dihê behis kirin, gotinên herî kirêt di derbarê wan kesan de dihê gotin û çi kesek jî nabêje “Lo bira ev çi hal e ku em tê de ne?”
Cinazê Kurdeperwerekî di kolanên ‚Diyarbekra şewîtî’ de bê xwedî dimîne û serokê “Kurd” yê şarevaniya Amedê dibêje “depoya erebê me xirav bûye” û paşê radibe behsa kelayek dike. Gelo ev kela kelayê kî ye, nebe ku ev kelayê rantê û kilora bi xwîna zarokên feqîr yên Kurdan be?
Ez dizanim ew kelayê kî û çi ye, lê dîrok baştir dizane û wê baştir rojekê vê hesabê jî bipirse.
Ya herî dilcihenemkirî çi ye ma hûn dizanin gelî birano?
18 hezar Kurd di bîrên dezgayên Botaşê de hatin helandin, tunekirin. Heta niha kes behsa van Kurdan nekirin. Yekî ji Ergenekonê, Tuncay Güney ev reqem telafûz kir.
Ez bawer dikim, heta dûhê jî, heta ku dûhê Tuncay Güney di îtîrafên xwe de got „18 hezar Kurd di bîrên Botaşê de hatin helandin!” bi mîlyonan em Kurd, belê me ev hêjmar jî nedizanîbûn. Bes ew malbatên ku agir bi ocaxa wan ketî û malwêrankirî dizanîbûn. Ma hûn dikarin bêjin ne wisa ye?
Zarokên rojnamefiroş yên Amedê, rewşenbîrên Kurd, milîsên dilsoz yên gundî, keç û xortên teze gihîştî, welhasil her ew kesên ku dilê xwe dikaribûn daynin ber kêra dagirkeriyê, yek bi yek ji nav me hatin hilbijardin û birin di nav wan bîran de bi rengekî herî hovane hatin helandin, wendakirin, tunekirin.
Belê îro doza parvekirina kilor û ranta bi xwîn û bi qirêj hewara wan nahêle ku bigîhîje me, dîrok hemî hewaran dibîhîse û roj dihê, dîrok vedigere û ji wan her kesên ku bi gunehên xapandina vî qewmê bindest xwe „payebilind” û „serejor” kirî yek bi yek hesabê xwe ji wan dipirse.
Nebêjin ku îro çek di destê me de, pere û her dewlemendî di bin kontrola me de, hemî alîkarî û destekên vekirî û girtî yên hêzên tarî yên vê cîhanê di bin fermandariya me de ye û ev cîhan ji me re dimîne. Na xêr, ev tiştên ku îro hemî bi yekser bûye yên we, eslen yên vî gelê bindest û mazlûm e û eger ev emaneta ku wî bo we teslîm kirî, ar û namûsa xwe bo we teslîmkirî, divê pir bi hesasî hatiba parastin. Dîrok xerckirina vê emanetê di çi welatekî de efû nekiriye û wê di welatê me de jî efû neke.
Helbet pir tişt di vê derbarê de divê bihên gotin, lê çi pênûs û çi jî pel têra îfadekirina van birînên kûr nake, lê tiştekî heye ku mirov divê wê bêje û bike jî:
Jibo ku nebim radest û bê xîret, jibo ku hestiyên şêx, sêyîd, mîr û bi hezaran kech û xortên şoreşger û welatperwer yên vî welatê dîrokî, yên di binê vê axa pîroz de dinivin bila nelerizin, wek her Kurdek dilsoz vê yekê dizanim û vê yekê dibêjim: Bi tenê bim jî, bê pişt bim jî û heta dûmahî bê „miraz” bimînim jî, her Kurd bim, her neteweperwer û şoreşgerê „kevineperest” bim û her bêjim
„Bijî Miletê Kurd û Kurdistana Serbixwe!”
Jiber ku ez nezanim jî, dîrok padişahê herî mezin e û ew pir baş dizane: Heta Kurdistan nebe serbixwe, yekgirtî û azad, ev bêxîretî û dijminheziya ji nav me wê hebe… Jixwe dîrok jî jiber vê yekê padişahê herî mezin e û ev sedsala 21. ji rojek ji rojan wê bibe îlankirina vê padişahiya milet û welatê min; vê yekê baş dizainim.
Hemî tenezûl û xweberjêrkirina „payebilind” û „serejoran” jî wê badîhewa be. Bibe wek zûleke bê sedem û vala. Bes gunehên min zarok û neviyên wan dihê ku ew dê gelek bi şermezarî û zûlî bijîn…
Belê, bawer bikin, gunehê min bes bi wan dihê…
www.kurdistan-news.net