0 0
Read Time:1 Minute, 32 Second

Biryar e di sibata 2009-an de konsulxaneya Almanyê li Hewlêrê bê vekirin

Kurdistan/Di rûniştineke navbera nûnerê YNKê yê li Almanyê û berpirsê dosyeya Iraqê yê di wezareta derve ya Almanyayê de, hate ragihandin ku biryar e di sibata sala bê de konsulxaneya Almanyayê bê vekirin û wezîrê derve jî beşdarî merasîmê bibe. Vê êvarê nûnerê YNK-ê yê li Almanyayê Ehmed Berwarî serdana wezareta karê derve ya Almanyayê kir û ji aliyê berpirsê dosyeya Iraqê yê di wezareta derve de Dr.Glemnes Semtner û hin şêwirmendên wezaretê ve hate pêşwazîkirin.

Di rûniştinê de pêwendiyên duqolî hatin gotûbêjkirin û rewşa dawîn ya Herêma Kurdistan û Iraqê hatin nirxandin.

Di rûniştinê de Berwarî anî ziman, ku kurdan di avakirina Iraqa nû de roleka girîng lîstiye û pêbend in bi destûrekê ve ku piraniya xelkê Iraqê dezgê xwe dayê û got: “Destûra Iraqa nû li ser prensîbên mavê mirovan, demokrasî û federaliyê hatiye dariştin.”

Di beşeke din a axaftina xwe de de Berwarî daxwaz ji Almanyayê kir ku piştevaniyê li prosesa avakirina Iraqa demokrat û federal de bike û di heman çarçoveyê de ezmûna Almaniyê di warê avakirinê de bi girîng wesif kir.

Paşê rêketina Ewlekariyê ya navera Amerîka û Iraqê hate gotûbêjkirin û Berwarî da xuyakirin ku du beşên sereke ên wê rêktinê hene û got: “Tevî warê ewlehiyê rêketin, aliyên sborî, siyasî û alîkariyê jî digire navxwe. ya ku ji me re jî girîng e, pêbendbûna Amerîkayê ye bi parastina sîstema demokrasiya federalî.”

Di dawiya rûniştinê de hate aşkerekirin ku biryar e di meha sibata sala bê de wezîrê karê derve yê Almanyê serdana Iraqê bike û bi serokkomar û hin rayedarên bilin ên Iraqê re hevdîtinan pêk bîne. Her wiha hate ragihandin, dibe ku di hema çarçoveyê de serdana Herêma Kurdistanê jî bike û beşdarî merasîma vekirina konsulxaneya Almanyayê li Hewlêrê de, bike.

Pukmedia

www.kurdistan-news.net

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter