0 0
Read Time:47 Second
amude.com
Sebxetullah Seyda (1941 – 2008)
AMÛDÊ (amude.com) – Do li bajarê Amûdê li Kurdistana Suriyê kesayetiya kurdî Sebxetullah Hecî Ebdullah Seyda (67) mir. Seyda yek ji Kurdên pêşî bû ku kete nav refên Partiya Demoqrat a Kurdistanê – Surî û piştî xebateke dirêj di warê karê siyasî de û herweha girtin û bidûrxistina wî ji karê wî wekî mamoste û jiyana li Beyrutê ew di sala 1982ê de bû sekretêrê Partiya Karkeran a Kurdî li Suriyê. Sebxetullah Seyda xwe herweha bi helbestê û zimanê kurdî ve jî mijûl dikir û di encama xebata wî de du pirtûkên bi zimanê kurdî derketin: Stran û Xebat (helbest) û Pira Ziman. Li bajarê Amûdê û herweha li bajarê Uppsala li Swêdê şînî li dar in:
Amûdê: 00963-52-730283
Uppsala: Årsta gatan 16- Uppsala (îroj ji seet 18 ta 21), an di rêya telefonan re: 0046-731520541, 0046-761668575,
0046-700446707; an di rêya e-mailê re: abdulbaset.sieda@uppsalaskolor.net.
Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter