0 0
Read Time:2 Minute, 25 Second

ksss-kapak1TESEVê raporta “Çareseriya Pirsgirêka Kurd” amadekir!

Tirkiye/ Weqfa Etûdên Civakî û Aborî ya Tirkiye’yê TESEV, ji bo çareserkirina “Pirsgirêka Kurd” raporek weşand. Di rapora ku bi navê ‘Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd nexşeyek rê: Pêşniyarên herêmê li Hikûmetê’ hatî amadekirin de, Kurd mîna mûhatabê yekem tên dîtin û tê xwestin ku bi vê xebatê dengên Kurdan bigihînin hikûmetê û raya giştî ya gellê tirk.

Rapora TESEV’ê, di encama danûstandinên bi gellek pispor, rêveberên civakên sivîl, yên qeneetê û siyasetmedaran re hatiye amadekirin.

Di raporê de, tê gotin ku meseleya Kurd hertim mîna pirsgrêkek ewlekariyê û di 25 salên dawî de jî mîna terorê hatiye dîtin. Rapor diyar dike ku, ev mesele ne meseleya terorêye; aliyên wê yên etnîkî, çandî, hiqûqî, siyasî, civakî, aborî û psîkolojîk hene.

Herweha, rapor dide zanîn ku dewletê, polîtîqayên ji bo aşitiyek daîmî ne şopandiye û vê yekê jî gellek caran fersendên ji bo çareseriyê revandiye.

Di raporê de, tê diyarkirin ku pirsgrêka Kurd, meseleyek di nava dewleta tirk û Kurdan de ye û siyasiye, lê di demên dawî de bi lezûbez ber bi xetera pevçûna tirk û Kurdan xw dide nîşandan. Rapor weha berdewam dike:”Ji bo rûniştandina aşitiya civakî, avakirina ‘zimanê çareseriyê’ wezîfe dikeve ser milê hikûmetê, medyayê, siyasiyên tirk û Kurdan,rewşenbîran û civakên sivîl”

Birêvebera Programa Demokratîkbûnê ya TESEV’ê Dilek Kurban li ser vê raporê bêşdarî kanala CNN TÜRK bernameya ‘Editör’ bû û da xwûyakirin ku mesele ne tenê meseleya paşdemayinê ye. Kurban, di bernameyê de, çarçoveya vê xebatê weha şîrove kir:

“Heger em ji aliyê siyasî ve li meselê binêrin, divê operasyonên li hûndir û derveyî sînor derhal bên sekinandin. Ji bo ku PKK dev ji çekan berde, dezgehên Kurd yên civakî û sivîl û siyasî serî li navbeynkariyê bidin. Ûslûba hikûmetê, polîtîqayên wê û zimanên zagonan pirr girîngin. Em lê dinêrin heta niha gotina ‘Kurd’ nayê teleffûzkirin. Divê bê telaffûzkirin. Însanên me çareseriyek bi şeref dixwazin. Ji ber vê yekê, li hember poşmanî, efû meseleyê çareser nake.”

Di raporê de hin pêşniyarên çareseriyê weha hatine birêzkirin:

– Ji bo çareseriyê, bêyî ku zagonabingehîn a sivîl û demokratîk çênebe, ji bo meseleya Kurd çareseriyeke demdirêj dernakeve holê.

– Divê, bi partiyên Kurd yên siyasî re têkilî were dayîn.

– Zagonên bi maf û azadiyên bingehîn ve grêdayîne, divê ji nû ve werin sererastkirin.

– Di pirtûkên dersan de, îfadeyên çewt û cûdabaz bên niqandin.

-Di dezgehên perwerdeyiyê de Kurdî, bila bibe zimanê dûwemîn an dersa bijartinê.

-Ji bo pêşvebirina tûrîzmê polîtîqa werin avakirin.

-Astengiyên li ser ticareta sînor divê werin rakirin.

-Xebata paqijkirina mayînan, li hemû sînorên welatên cînar bê kirin.

-Ji bo, ji nûve jîndarkirina zîraet û heywanxwedêkirinê tedbîrên taybet divê werin girtin.

-Ji bo têkoşîna bi birçîbûnê re, bêyî ku çareseriyek siyasî bê, pîlanek acîl divê were çêkirin.

-Perwerdeya zarokan, hewandina wan û jiyana wan ya di nav ewlekariyêde, divê bê pêşvexistin, ji bo jinan polîtîqa bên çêkirin.

Jêder: Rizgari Online / Yado Ciwan

www.kurdistan-news.net

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter