0 0
Read Time:7 Minute, 4 Second

altTRT 6 Kenala Kurdî û Serdestiya Diyalektîkê / Zeynel Abidîn

KNN/ Analîz /TRT dest bi weşana test ya Kurdî kir, nave kenalê jî wek “TRT 6” danî. Helbet li ser vê helwesta dewleta Tirk pir tişt dikare bihête gotin. Lê armanca wê çi dibe bila bibe (baş pê dizanim ku ne armanceke bi sedî sed xêrê ye jî) bi gelek aliyan de derfetên zimanê Kurdî pêş bixîne. Ji bilî derfetan jî, xwebaweriya Kurdan wê teze bike. Jiberku ev helwesta dewleta Tirk bi rêya TRTê, înkara înkarê ye. Berê her tiştî ev yek serkeftineke psîkolojîk e û divê ev yek heta dawî bihête bikaranîn. Jiber ku vê dewletê bi 80 salan înkara me û zimanê me kir, jibo tunekirina miletê me û zimanê me, her metodên derveyî mirovane, derveyî hemdemî pêk anî. Niha ev destpêka weşana TRT 6 yekser pejirandina îflasa îdeolojiya fermî ya dewletê ya di derbarê hebûna me de ye. Yanê diyalektîk di prensîba xwe ya înkara înkarê de bi ser ket, yanê zimanê me yê bi hezar salan bi careke din xwe da îsbat kirin ku ew nahê tunekirin.

  • 1) Encama vê kenalê ya yekemîn ev e: Hûn hene û me 80 salan hûn asîmîle kirin, yanê me sûcê mirovahî kir. Lê em ser neketin… Zimanê we bi ser ket!

TRT 6 di heman demê de çekeke nû ya dewletê ye. Jiberku heta nûha li dij gelê Kurd bi her metodên dagirkerî bi kar anî û hemî şerê xwe bi Tirkî meşand. Vê yekê em û ew ji hev cûda dikirin, “yekbûneke” derewîn bûbû argûmana wan û ev argûman nûha pûç bû. Hat zanîn ku em ne yek in. Em du netewên cûda ne û ev „yekbûn” li ser tunekirine Kurdan dihête çêkirin. Yanê çênabe.

  • 2) Encama dûyemîn ya vê kenalê jî ev e: Me bi tenê Tirkî nekarî we bikin Tirk, lê niha em dixwezin bi zimanê Kurdî we bikin „Kurdên Tirkî.”

Ev yek ji serî de li ber îflasê ye, jiber ku gelê Kurd ji aliyê hizra sosyo-polîtîk de ne ew qas paşvemayî ye, bîlakîs, zimanê xwe ne bes wek hacêteke hebûna netewî, di heman demê de hacêteke hebûna xwe ya siyasî dibîne. Yanê dewra zimanê me di heman demê de dewreke siyasî dibîne. Û qe nehête înkarkirin ku ev dewra siyasî ya zimanê Kurdî de hem bandura şerê gerîla ya bi pêşengiya PKKê hatiye kirin heye û hem jî avabûna Federala Kurdistanê ya li başûr.

Di vî warî de nêzîkbûna du beşên Kurdî jî ne rast in. Yek ji van helwesta PKK û rewşenbîrên di dewr û berên wê de ye. Hem bi reaksiyoneke „mafdar” û hem jî tirseke reqabetî ev helwest didin diyarkirin û yek ser dibêjin, ev kenal ya „cerdevaniya rewşenbîrî ye.” Ev nêzîkbûn ne rast e. Jiberku jibo parastina ziman û çand her kiryar jibo Kurdan mûbax e, heta mirov dikare bêje jibo Kurdên bakûr, belkî girîngiya yekemîn ya hebûnda Kurdan de ziman û çand e. Ev yek jibo başûr ne wisa ye, jiber ku ziman û çanda Kurd li wê di asta xeteriya tunebûnê de nîne, lê ev yek li bakûr heman wisa ye. Yanê TRT 6 bi rastî sedî sed bi Kurdî weşan bike û vî karê xwe bêyî ku bide sekandin bide berdewam kirin, belkî ji hemî telewîzyonên Kurdan zêdetir xizmetê li ziman û çanda Kurdî bike. Sedemên wê yekê pir in, yek ji wan TRT ji aliyê teknîkî û tecrûbeyî de pir xurt e û pedagojiya karê weşanê jibo wan karekî profesyonel e. Di vî warî de qe kenaleke taybet ya Tirkan jî xwe negîhandine wê. Sedema dûyemîn jî, dewleta Tirk dewleteke stratejîk e, yanê di hemî dîroka xwe de stratejiyên mezin pêşxistine û hebûna xwe li ser stratejî avakirine. Lê em Kurd ne wisa nin, em takdîk dijîn û takdîk jibo me ji stratejî girîngtir e. Jiber ku dema me ya avakirina stratejiyeke dûrûdirêj çênebûye. Hemî telewîzyonên me li ser berjewendiyên siyasetên grûbî û bidestxistiyên rojane avabûne û her wiha wisa jî berdewam dikin. Kurdistan TV, KurdSat û Roj Tv di vî warî de eynî ne; belkî jî aliyekî ve jî rewşa wan ya siyasî wan mecbûrê vê yekê dikin, lê rastiyek heye ku, her çi qas Roj TV berfirehtir konsepteke mezin xistibe pêşiya xwe jî, ev kenalan qe yek jî hîna nebûne kenaleke netewî ya hemî Kurdan. Lê TRT xwedî vê derfetê ye û ez wisa texmîn dikim dewleta Tirk di vê biryara weşana TRT 6ê de xwedî armanceke pir mezin e. Ew di vê weşanê de ne tenê Kurdên bakûr, hemî Kurdên seranser hemî parçeyên Kurdistanê xistiye nav hedefa xwe. Yanê ev kenala „çand û zimanê” Kurdî di heman demê de parçeyeke mezin ya stratejiya Tirkiyê ya siyaseta wî ya pêşerojê ye. Tirkiye gelek armancên takdîkî xistibe jî nav vê weşanê, esil armanca wê stratejiya wê ya li gel seranser Kurdistan û rojhilatê ye.

Ev yek nirxa TRT 6 kêmtir nake, her wiha ev nirx, heta ku TRT 6 weşana Kurdî bike wê berdewam be û em dê vê nirxê biçûk nebînin. Lê jiber ku dewleta Tirkiyê xwedî stratejiya li gel Kurdistanê ye, divê grûbên siyasî û telewîzyonên Kurdistanî jî dest bi avakirina stratejiya welatê xwe bikin û li gor wê helwest daynîn.

  • 3) Encama weşana TRT 6 ya sêyemîn jî ev e; Dewleta Tirkiyê piştî 80 salan dît ku roj bi roj Kurdan wenda dike û belkî di demeke ne pir dirêj de hebûna bakûrê Kurdistanê ya di destê wê de bikeve nav xeteriyeke mezin û belkî ji destê wê derkeve jî. Jiber vê yekê di derbarê Kurdan de bi guhertineke siyaseteke 180 derece, nûha dixweze hemî Kurdistanê qezenc bike. Belê stratejiya dewleta Tirkiyê ev e. Bi înkara Kurdan dikaribû bakûrê Kurdistanê di destê xwe de bigre û ew hizra teng ya dagirkeriya kevin berjewendiya wê bi sînor dikir, nûha bi weşana kenaleke Kurdî înkara xwe înkar dike û dest bi meşandina stratejiyeke nû dike: Madem înkara Kurdan teqabûla dagirkirina bakûrê Kurdistanê dikir û ev yek têk diçe, wê çaxê divê nûha wê înkarê înkar bike, yanê bi pejirandina hebûna Kurdan hemî Kurdistanê têxe nav stratejiya xwe ya pêşerojê.

Ji gelek aliyan ve TRT 6 wan paradoksan jî bi xwe re digerîne: Nimûneyên vê elametê jî xwe diyar dikin. Bo nimûne, di danasîna bernameyan de û di nûçeyan de wek „TRT 6, Kenala Pirzimanî” bi nav dike, lê di nivîskî de hem zimanê Kurdî bi rastnivîsînî bikar dihîne û hem ji wisa bi nav dike: „Ji bo TV ya Kurdî çi dibêjin?”

Helwesta xelet ya dûyemîn jî nihêrîna „Kurdên sipî” ye. Helwesta rewşenbîr û hûnermendên „Kurdên Tirkî” ku ew bi gotineke Tirkî „baliklama” (mîna masiyan) xwe davêjin nav vê stratejiyê. Ez bi vê gotinê ve, nabêjim ku ew di vê kenalê de nexebitin, belê bixebitin û ev yek xizmet e jî. Lê divê xwe teslîmê vê stratejiyê nekin. Jiber ku îro di destê dewletê de kadroyên xwe yên taybet hîna tune ye û jiber vê yekê nûha gelek pêwîstiya wê bi van hûnermendên me yên „sipî” heye. Di çend salan de dewleta Tirk wê hemî kadroyên xwe yên jibo weşana Kurdî amade bike û wê çaxê qet nirxeke wan Hûnermendên me yên „sipî” nemîne. Madem dewlet şerê stratejîk dike, bila hûnermend û rewşenbîrên me jî hinek demdirêj bifikirin, ew jî xetên xwe çêkin û bi vî aweyî hem nirxa xwe û hem jî nirxên netewî yên Kurdî biparêzin, pêş bixînin.

Li ser stratejiya nû ya Tirkiyê û helwesta me Kurdan di nivîsa pêş de ey dê bi kûranî rawestim. Lê nûha dixwezim diyar bikim ku faydeyên vê kenalê yên li ser ziman û çanda me de wê gelek bin. Berê her tiştî ev kenal bû diyalektîka xwejiyandina zimanê me yê çend hezar salan. Bifikirin ku dewleta Tirk di dibisitanan de bi rengekî zulimkarî zimanê me qedexekiribû. Ne bes di dibistanan de, her wiha di nav malbatan de jî zarokên dema seretayî ditirsiyan ku bi zimanê xwe qisebikin. Bi sixûrên xwe, mamosteyên me yên dibistanê nav malên me konrtol didan kirin ku gelo em bi zimanê xwe diaxifin yan na? Û bi wergirtina îstîxbaratên „Ev şagirt di mala xwe de bi Kurdî qise dike!” sibetirê di ber derê dibistanê de, peyî sitrîna marşa netewî ya Tirkî ev zarokên „sûcdarê zimanê xwe” dihatin lêdan. Gelo ev TRT 6 kenala Kurdî nebe ku dîyalektîk ziddê xwe dihafirîne û îro dewleta Tirk niha bi vekirî û bi sîleheke gelek xûrt zimanê me dibe bi mîlyonan mal û malbatên Kurdan?

Belê, eynî wisa ye, TRT 6 Kenala Kurdî bi weşana xwe di zimanê me de Serdestiya Diyalektîkê dide destnîşankirin…

KNN/Zeynel Abidîn

zeynelabidinhan@hotmail.com

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter