Kosret Resûl di daxuyaniyeke taybet de tekîdî li ser yekrêziya nav YNK-ê kir
Cîgirê sekreterê giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî îro di televîzyona Gelî Kurdistan’ê de li ser rewşa dawîn a arîşeya nav YNK’ê daxuyaniyek da.Kosret Resûl di daxuyaniya xwe de tekîdî li ser yekrêziya nav YNK’ê kir û da zanîn ku sekreterê giştî yê YNK’ Celal Talebanî rezamendî li ser hemû daxwazên der biriye.Deqa daxuyaniya Kosret Resûl ya li televîzyona Gelî Kurdistanê:
Bi navê Xwedayê mezin û mîhrîban
Malbatên şehîdên nemir, pêşmergehên qehreman ên Kurdistanê, hevalên YNK-ê, xelkê bişeref ê Kurdistanê!
Wek hejmarek hevalên polîtburoyê, komîteya serkirdeyatî, herdu cîgirên cenabê Mam Celal, bi ya me hinek pirsgirêk hene di nav rêzên YNK de û herweha hin kêmasî hene di damûdezgehên hikûmet, rêxistin û pêşmergeyê de. Me di civîna politburo û serkirdeyatiyê de biryar da ku çend lîjne pêk bînin. Ew lîjne jî karên xwe kirine û niha raporên xwe amade kirine, ku biryar e roja înê yan jî şemiyê dahatû politburo bicive li ser wan rapor û çend xalan ku ji aliyê me ve pêşkeşî cenabê sekreterê giştî Mam Celal hatine kirin, ku taybet in bi başkirin û bihêzkirina rewşa navxweyî ya YNK-ê, xurtkirina pêwendiyên YNK-ê digel xelkê Kurdistanê û rêxistina damûdezgehên hikûmetê, ku ew hemû di berjiwendiya YNK, xelkê Kurdistanê de ne. Berî ku em biçin nik Mam Celal me nameyek ji wi re şand, berrêz jî got ku li ser hemû xalan razî me û piştgiriyê lê dikim.
Xala yekê ya wê raporê pêk hatiye ji aştbûna giştî,aştbûna giştî digel hemû kadirên ku hatine dabirîn an hatine derxistin yan hatine dûrxistin bi her sedemek be,ew jî bi awayekî arezûmendane.Herweha em di nav xwe de bi giştî rûpeleke nû vekin û dev ji qayîşkêşan û nakokiyên navxwe berdin bi curek ku wiha lê hatiye “kesek ser bi min nebe eger ji we jî be ezê li dijî wî bim û kesekî nejêhatî jî ji ber ku digel teketula(grûba) hevalekî me nîne,emê pişgiriyê lê bikin” ku bi wî awayî ziyan gihaye YNK’ê.
Lewra bi ya min divê giyaneke nû û bi bername û rûpeleke nû wiha li YNK’ê bikin ku xoşewîstiya nav xelk û xoşewîstiya me jî vegere nav xelk.Eger wiha nekin dê ziyan bigehe me hemûyan lê eger em wiha bikin dê ji bo me hemûyan bisûd bibe.Cenabê Mam Celal xwe piştgiriyê lê dike û min û D.Berhem wezîfedar kiriye ku wê çendê bi cih bnin digel polîtburoya YNK’ê.Eger nehate kirin ew tiştekî din e.Lê hêvîdar im bê kirin û piştrast im jî reform û rêxistina navYNK’ê di berjewendiya hemû xelk û mîlletê me de ye, di berjewendiya yekîtiya rêzên xelkê Kurdistanê de ye.Spasî cebabê Mesûd Barzanî jî dikin ku serokê herêm û serokê PDK’ê ye ku duhî wê daxuyaniyê daye ku ziyangihandin bi YNK’ê ziyangihadin e bi PDK’ê û ziyangihandina bi hemû xelê Kurdistanê. Diyar e em jî li gor vê rastiyê kar dikin û hewl didin îşalla hemû alî lêdixebitin ku YNK’ê bixin cihê xwe û çavêreya wê civîna polîtburoya YNK’ê dikin.Bi ya min hemû hevalên polîtburoya YNK’ê soz dane ku li her şûnek bên danîn wan wek endamekî YNK’ê qebûl e û dê pêbendê wê bin,ew rewşa hebû nahêlin.Zor spas.
Pukmedia