0 0
Read Time:2 Minute, 17 Second

KNN/Tirkiye/ Dûhê di rûnîştina doza Ergenekonê de dadwerê dozê hin tawanbarên Ergenekonê bi tondî hişiyar kir û ji wan re got, „Cidî bin û rastiyê qisebikin. Ev her ne cîhekî henek û yariya we ye. Hûn di têlefûnê de bi albayekî re qisedikin û behsa kuştina kesên girîng yên rewşenbîran dikin. Û paşê jî radibin û dibêjin, "Me di navbera xwe de henek kirin!" Berê her tiştî hûn bi vî aweyî sûcê xwe dixwezin bi helwesteke xeyrî cidî veşêrin. Ya dûyemîn jî, tu yekî astsûbay î û ewê li hemberê te jî yekî albay. Çawa çê dibe ku tu bi albayekî re ew qas bi helwesteke ketî û bê exlaqî qise dikî û ew jî çawa guhdariya te dike?" Di lîsteyeke di doza Ergenekonê de hatiye tesbît kirin ku tetîkçiyekî vê rêxistina terrorist ya dewletê (Mûhammed Yüce) di têlefûnê de bi albay Fîkrî Karadaxî re qise dike û dibêje ku divê Sabahat Tuncel, Osman Baydemîr û Orhan Pamuk bihên kuştin. Gava dadwerê dozê ev buyer ji Yüce dipirse, ew jî wisa bersiv didiyê: "Me di têlefûne de henek dikirin. Gelo me ew bikuştana çi dibû, jibo welat çi fayde hebû tê de? Eger hebûya me dikir, lê tunebû. Gava me Pamuk, Tuncel, Baydemîr kuştiba, ma welatê me jê faydeyekê bidîta? Na. Wê çaxê çima em vê yekê bikin?"

Li ser vê yekê  dadwerî bi helwesteke tundî ew şiyarkirin û got, "Ev cîh ne cîhê henekê we ye, hûn rastiyê dixwezin bi vî aweyî veşêrin. Berê her tiştî hûn çawa dikarin bi rûtbeyeke nizm bi albeyekî re ew qas bê sewiye biaxifin, û ew çawa guhdariya we dike?"

Ji aliyê din ve ji nav belgeyên di derbarê Îbrahîm Şahîn de derketin, tê de hat dîtin ku serokên saziyê Alewiyan jî di nav lêsiteye kuştin ya Ergenekonê de hebûne. Yanê eger ev doza Ergenekonê dest ne kiriba û gelek tawanbarên wan nehatibana girtin, belkî heta niha gelek çalakiyên xirav û sûîsqastên mezin jî hatibana kirin. Dozgerê vê doze Zekeriya Oz li ser vê yekê wan serokên saziyên Alewiyan dawet kirin û bi wan re axifî û got, ew dixwezin parastin bidine wan, jiber ku zûrûf gelek cidî ye. Li ser vê yelê Elî Balkiz, serokê federasyona Alewiyan daxûyaniyek da û got "Bi rastî me bi axiftina bi birêz Dozgerî re dît ku rewşa me di bin xeteriyeke mezin de bûye û bi rastî birêz dozger Zekeriya Oz bi fedakariyeke mezin ketiye nav hewildanan, lê em wsia difikirin ku ew di vî karî de bi tenê hatiye hîştin. Ji aliyê din gotineke me jibo Baykalî re jî heye. Bila parêzertiya wan neke, rastiyê bibîne û fêm bike."

 KNN/Eliyê Zozan

 Çavkanî: Radîkal

 www.kurdistan-news.net

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter