0 0
Read Time:2 Minute, 33 Second

Di 16’ê Adara 1988 ‘an de balafirên şer yên artêşa Iraqê bombeyên kîmyewî barandin ser bajarê Helepçeyê . Di nava çend seatan de li Helepçe û derdora wê bi hezaran kurd mirin û bi 10 hezaran kurd jî seqet man.

Raya Giştî ya Cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû. Rojnemevan Ramazan Ozturk piştî komkujiyê çû Helepçe û wêneyên ku li Helepçeyê kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdar kir. Di wêneyekê de kesekî bi navê Alî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji dest dabûn. Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû asmbola komkujiya Helepçeyê. Îro jî dema ku qala komkujiya Helepçeyê tê kirin, Alî Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.

Bandora bombeyên Kîmyewî tenê bi mirina 5 hezar kurdan û seqet mayina bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyewî hê jî li bajêr didome.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bo bombeyên Kîmyewî li Helepçe û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994`an de nexweşiya qanserê ji sedî 800 zêde dibû. Herwiha ji ber bombeyên kîmyewî nexweşiyên jinan 4 qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên, qiriq, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyewî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike.

Tarîx: 23.12.2005, li Laheyê biryar: Komkûjîya Halebçeyê Nîjadkujî ye!
 
Rizgarî Online / Dadgeha Laheyê li Hollanda komkûjîya ku di sala 1988an de li Helepçeyê ji alî rejîma Sedamî ve hatibû kirin, wek nijadkujî binav kir. Ew binavkirin di dadgeha Frans van Anraat ku wî madeyên cûrbecûr yên kîmyevî firotiye Îraqê ku li dijî Kurdên Helebçeyên hatin bikaranîn ve hat binavkirin.Dadgeha Laheyê biryar da ku ku Frans van Anraat madeyên kîmyawî firotîye Iraqê, tevî ku wî zanîbû ku Iraq wê xaza kîmyawî ji wan çêke.

Dadgeh 15 sal ceza ji bo firotina madeyên kîmyevî bo Îraqê da Frans Van Anraat. Lê ji ber sucê nijadkujî yê jî mehkeme ew azad kir. Girîngîya wê dozê ya herî mezin ew bu ku cara yekemîn e kurdên di nav sînorên Iraq û Iranê de bubun qurbana çekên kîmyewî doza van hate li ber dadgehekî navnetewî..

Dadgeha Laheyê got ku Frans Van Anraat madeyên kîmyawî di navbera salên 1984-1988de firot li Iraqê, tevî ku wî zanîbû ku Iraq wê xaza kîmyawî ji wan çêke. Frans Van Anraat di dadgehê de qebûl kir ku wî madeyên kîmyevî firotiye Îraqê lê ew îdîa dike ku nizanbuye da ew madde ê ji bo çi bên bikaranîn.Frans Van Anraat li pêş dadgehê gotibu ku ewî tewlî dadgehê nabe.

Frans van Anraat li ser serlêdana Emerîka li bajarê Mîlanê ya Italyayê hatibu bincavkirin.
Lê paşê hat serbest berdan û rewî li Iraqê û heya sala 2003ê li Iraqê ma.
Lı gor ajansa Assocıated Press Frans van Anraat jı Iraqê bi rêya Surî derbazî Hollandayê bu.

Ji bo temaşekirina videoyên Helebcê pêlkin

Jêder: Rizgarî Online

 

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter