0 0
Read Time:42 Second

barzannnKNN/Cîhan / Serok Barzanî li Austiriyayê got: Divê Kerkûk jî di nav hilbijartinan de be

Îro li qesra serokayetiya Austuriyayê Hans Fisher serokê Komarê Austiriyayê pêşweziyeke germ li Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtina ku, nêzîkî demjimêrekê domkir, behsa rewşa siyasî, ewlehî û aboriya Iraqê bi giştî û herêma Kurdistanê bi taybetî hate kirin.

Serok Barzanî tekîd kir ku hilbijartinên Iraqê divê li dema xwe da bête encamdan û bi tu awayekî taybetmendiyek ji bo Kerkûkê nayê qebûl kirin, hilbijartina li Kerkûk jî bête kirin divê wekî her parêzgehekî dinê Iraqê bête kirin.

Hans Fisher erok Komarê Austiriyayê dilxweşiya xwe ji bo vê seredana serokê herêma Kurdistanê ya bo Austiriyayê nîşanda û xweşhaliya xwe ji bo wê pêşketinên ku li herêma Kurdistanê pêkhatine diyar kir û ji bo proseya demokratiya li Iraq û Kurdistanê hêviya serkeftinê xwest.

KRG

Happy
Happy
0 %
Sad
Sad
0 %
Excited
Excited
0 %
Sleepy
Sleepy
0 %
Angry
Angry
0 %
Surprise
Surprise
0 %
News Reporter